196 92 12MB
Kurdish Pages 50 Year 2023
ÇANDNAME
E-KOVARA ÇANDA KURDÎ YA MALPERA WWW.CANDNAME.COMÊ • JIMAR 6 • 01/2023
LI PEY ŞOPA BAV Û KALAN BI RENG Û DENGÊN JÎYANÊ Ji Hêla Naverok Û Têgehên Sereke Ve EM BÊRÎYA Analîzkirina Filmê ZIMANÊ XWE DIKIN! Sifir Kîlometre DILAZAD ART
RAMAZAN YAMAN
Dengbêjekî Bêmiraz: Seyadê Şamê û Zilfa Wî OMER BEXTÎYAR
HAWARA DI SECDÊ DE: Helebçe REŞAD RÊŞANNUR
Bi Silavên germ JI EDÎTORYAYÊ Xwendevanên hêja û birûmet; Bi derengî be jî ji hejmareke nû merheba, Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya şeşem dibêjê merheba, ev merheba li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîsa kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora modern û ya klasîk. Em ji hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek ewqas kesat de bi dildarî piştgiriyê didin kovara me û em sipasîyên xwe ji hemû şopînerên xwe re dişînin ku di vê bazarê de berhemên me biqîmet dikin.
ÇANDNAME e-kovara çanda kurdî ya malpera www.candname.comê jimar 6 • 01/2023 • Xwedî û Berpirs Firat Bawerî • Edîtorya Dilazad ART • Serrastkirin Paşa Amedî • Rûpelsazî Ridwan Xelîl • Bergsazî GrafîKURD • Wêneyê Bergê Ramazan Turgut • Navnîşan
ccandname.com [email protected] [email protected] fcandnamemalper tcandnameCom ycandnameTV • Nivîskar ji nivîsên xwe, Xwendevan ji xwendina xwe berpirs in. Lijneya kovarê li ser nivîsan dikare serrastkirin û guherînan bike. Her nivîsa ku hatiye şandin dibê ku newê weşandin.
Bi hinceta weşîna jimara şeşan ya Çandnameyê, em sersala nû ya sala 2023yan li tev gelên cîhanê pîroz dikin û hêvîya me ew e ku ev sal ji salên dî bixêr û berekettir be. Sala 2023yan ji bo çanda Kurdî bibe saleke biberhem û serkeftî. Ev sala nû bibe destpêkek ji bo her Kurdekî ku li zimanê xwe xwedî derkevê û zimanê xwe pêşde bibe. Di vê jimarê da hevalên ku bi nivîs, lêkolîn û helbestên xwe piştgirî dan me: Reşad Rêşannur bi lêkolîna “Hawara Di Secdê De: Helepçe”, Omer Bextiyar bi nivîsa “Dengbêjekî Bêmiraz: Seyadê Şamê û Zilfa Wî”, Adnan Demir bi bîranînên “Xebata Gundiyan Ziman û Çand”, Nûman Welat bi çîroka “Dîkê Jirêderketî”, Mela Mihyedîn bi lêkolîna “Di Mîtolojiyê de Zilam”, Ersin Tek bi nivîsa “Di Derbareyê Mirinê de”, Ramazan Yaman bi xebata “Em Bêrîya Zimanê Xwe Dikin”, Paşa Amedî bi çîroka “Bexçeyê Pisikan” û Dilazad ART bi analîza xwe ya li ser sînemaya Kurdî “Ji Hêla Naverok û Têgehên Sereke ve Analîzkirina Filmê Sifir Kîlometre” di kovarê de cîh digrin. Mesut Ege bi wergera ji Mustafa İslamoğlu “Ezbenî”, Faik Öcal bi helbesta “Teşîrêsa Bêqeder”, Dilazad ART bi helbesta “Çîrokek Nejibîrbûyî: Dayê” û Ömer Yıldırım jî bi wergera helbesta “Mona Roza” ya Sezaî Karakoç hejmara me ya şeşemîn xemilandine. Em spasîyan li nivîskarên xwe dikin ji bo ku keda xwe bi me û xwendevanên me re parvekirine. Bi hêvîya gelek jimarên din niha bi xatirê we. Sersala we û sala we ya 2023an pîroz be. Edîtoryaya Çandnameyê
NAVEROK
Hawara di Secdê de: Helebçe Reşad Rêşannur...........................................................................................4 Dengbêjekî Bêmiraz: Seyadê Şamê û Zilfa Wî Omer Bextîyar...............................................................................................13 Xebata Gundîyan Ziman û Çand Adnan Demir..................................................................................................16 Dîkê Jirêderketî Nûman Welat................................................................................................19 Di Mîtolojîyê de Zilam Mela Mihyedîn...............................................................................................23 Di Derbareyê Mirinê de Ersin Tek..........................................................................................................27 Em Bêrîya Zimanê Xwe Dikin! Ramazan YAMAN..........................................................................................30 Ezbenî Mustafa İslamoğlu, Werger: Mesut EGE..............................................32 Teşîrêsa Bêqeder Faik Öcal..........................................................................................................34 Çîrokek Nejibîrbûyî: Dayê Dilazad ART.....................................................................................................35 Mona Roza Sezaî Karakoç, Werger: Omer Yıldırım.................................................36 Baxçeyê Pisikan Amadekar: Paşa Amedî.............................................................................38 Ji Hêla Naverok ü Têgehên Sereke ve Analîzkirina Fîlmê Sifir Kîlometre Dilazad A.R.T...................................................................................................4o
4
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
HAWARA DI SECDÊ DE HELEBÇE REŞAD RÊŞANNUR
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
5
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
izzeta Îslamê bi destê Selaheddin hate parastin û Şaristanîya Îslamê bi dewleta Eyyubîyan û bi keda ûlema û medreseyên Kurdan hate avakirin û xemilandin.
DI QURANÊ DE WATEYA ENFALÊ Enfal di Quranê de tê wateya "xenîmetê” û navê suretekî Quranê ye (suretê heştemîn) sebeba vê yekê hareketa Enfalê ya ku Sedam li hember Kurdan destpêkiribû ji heşt qonaxan pêk dihat, ev yek bala meriv dikişînê. Digel ku "Xenîmet” ji bonî parastina dînê Îslamê piştî cengan bidest têxistin û ew mal dibû malê dewleta Îslamê, lêbelê bedewîyan li ser teqsîmata wan xenîmetan munaqeşe di nav xwe de dikirin. Ev suret jî pişti cenga Bedrê û li ser belavkirina xenîmetên ku di wê cengê de bidestêxistine nazil bûye. Wan bedewîyan li ser xenîmetan bi Rasulullah (s. a.w.) re munaqeşe dikirin, çunkî wan a heqiqeta dîn hêj ku Resulullah di nav wan de bû fehm nekiribûn, di heqê ewan bedewîyan de gelek ayet nazil büne, lê ez ê tenê yekê ji wan binvisim, Allah Teala di Suretê Tevbe ayeta 97an de wisa ferman dike: "Bedewîyên Ereb ji alîyê kafirî û munafiqî ve (ji bajarîyan) dijwartirin û ew biryar û hukmên ku Xweda ji pêxemberê xwe re hinartî, bêhtir laîq in ku nizanibin. Allahû Teala zana û karbinecihe."
اب أَشَ دُّ كُ ْف ًرا َونِفَاقًا َوأَ ْجدَ ُر أَ َّاَّل يَ ْعلَ ُموا ُحدُ و َد َما أَنْ َز َل اللَّهُ َع َىَل ُ ْاأْلَ ْع َر يم ٌ يم َح ِك ٌ َِر ُسولِ ِه َواللَّهُ َعل
Di heqiqetê de ew bedewîyên ku di zemanê Resulullah (s.a.w.) de hukmê Xwuda fehm nedikirin di jîyana sedsala 20an de (ya modern) de jî fehm nekirin. Ma eger fehm bikirana, bedewîyê modern Sedam li hember gelê Kurdê ku di dîroka Îslamê de ji bonî semimîyeta wan ya bi Îslamê re ku dev ji tevê berjewendîyên xwe yen netewî û însanî berdane, di hereketeke nijadkujîyê li hember gelê Kurd de wî navê suretê Enfal bikar bianîyane, ku di dirokê de
Welatê ku diho Allah Teala kiribû cihê emnîyet û ewlekarîyê ji mezluman re, dema ku keştîya Nuh (a.s.) li çîyaye Cûdî sekinî û piştî reva ji ber zaliman li wir di ewlekarîyê de îstîrahet kir, ku Xwedê Teala difermê:
َو ْاس َت َو ْت َع َىَل الْ ُجو ِد ِّي َو ِق َيل ُب ْعدً ا لِلْ َق ْو ِم الظَّالِ ِم َني
"Keştî ji li ser çîyayê Cûdî rawastîya û hate gotin: Bila ew civata zalim ji dilovanîyê dur û tunebe bibe." Hud: 44 Belê ew welatê ku Allah Teala li ser devê Nuh (a.s) (Dua) (Elmu'mînun: 29) wekî welatekî pir mubarek, pîroz û bi xêr û bêr dîyar kiribû ji teref zaliman ve hate lewitandin.
ًَوقُل َّر ِّب أَن ِزلْ ِني ُمن َزالً ُّم َبا َركا َرْي الْ ُمن ِزلِ َني َ ََوأ ُ ْ نت خ
"Bibêje: Xwedayê min! Min li ciheki pîroz û bi bereket peya bike. Tu yî, yê her çetirînê mazuvanan." (Elmu'mînun-29).
Belê bedewîyet zihnîyeteke kevneperest e, di eynî demê de wehşet e, bedewîyên ku diho ji bonî xenîmetan
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
6
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
ebayê Rasulullah (s.a.w.) dikaşandin, famîla Rasulullah û Îmamê Huseyin li cem çemê Firatê qirkirin ev roj jî, çermê zarokên Kurdan bi xazên xardal kişandin, Diho dema Sultanê Nasir Salahaddîn ji bonî parastina izzet û muqeddesatên Îslamê li hember zulm û erîşên dijmin sekinî û arikarî ji Ebasîyan xwest, xelîfeyên Ebasîyan jê re gotin ku; tu rehetîya me xira neke, tu şerê xwe berdewamke. Belê 92 cengên ku Selaheddînê Eyyubî bi xerbê re kirin jî nehatin deqdîrkirin. Diho emperîyalîzma navnetewî çiqasî xebitî da ku Kurd li hember cîranên xwe şer bikin, lê Kurdan ev yek qebul nekirin. Ajanê Îngîlîz Lawrens karî ku Ereban li hember selteneta Osmanî tahrîq bike, lê di heman demê de ajanê Îngîlîz yê serleşker Noel nikarî Kurdan li hember Osmanîyan tehrîq bike, Şêx Mehmudê Hefîd digel israra Îngîlîz jî bi wan re îttîfak nekir. Li Hicazê Şerîf Huseyîn îtîfaq bi Îngîlîzan re kir û bi hev re li hember Osmanîyan derketin. Lê mixabin di eynî demê de Îngîlîzan Suleymanîyê bombardiman dikirin. Li paytexta Osmanîyan Stenbol ji bonî ku idam bikin li Bediûzzeman
Seîdê Kurdî digerîyan, ji ber ku ne tereftarê îttîfaqa bi Îngiliz re bû. Ji ber van sedeman emperyalîstan 21 dewlet dane Ereban, lê yek welateki Kurdan hebû ew jî li muslumanan belav kirin, emperyalîstan bi vî rengî heyfa 92 cengên ku Selaheddinê Eyyubî dijberê xerbê kirin û ne îttîfaqa bi wan re ji Kurdan hilandin. Belê tevê emperyalîzma navnetewî çavên xwe li teqsîmata Kurdistanê miç kirin, îştîrakê wî sucê kirin û malesef tevê dewlet û miletên musluman jî dewlebûnê laîqê Kurdan nedîtin û nabînin. HAREKETA NIJADKUJÎYÊ: ENFAL/HELEBÇE Helebçe di 16ê Adara 1988an de bi qetlîameke ku di dîroka mirovahîyê de kêm hatîye dîtin hate kirin. Di çarçoveya tetbîqata hereketa Enfalê bi emrê Sedamê xwînxwar li Helebçeyê 5000 Kurd hatine kuştin û 7000 jî birindar bûn û bi hezaran derbeder bûn, bêhtirê van kuştîyan ji zarok, jin û ixtîyaran pêk dihat. Şahidê vê qetliamê rojnamevan Ramazan Öztürk dibêjê: "Her wekî li çolan, ji dêlva gîyan ceset hatibûne çandin, zarokan xwe avetibûn hembêza dayikên xwe, hinek di ser xwarinê de, hinek li ber derîyê mala xwe, hinek di esnayên leyîstikên xwe de hinek jî di dema şîrdayina zarokên xwe de ketibûn erdê û bedenên wan ê bê rih şîn bûbûn û çermê laşên wan şewitibûn, tev ketibûne lepên mirina bi jehr". Muhafizên cumhurîyeta îştîrakî ku bûbûne mutexessiz di işkencê de û xwe firotibûn Sedam bi pera û ew ên ku di suretên însan de bûn lê ruhên wan keftarên devbixwîn bûn di vê hereketê de wezîfe standibûn.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
7
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Van wehşîyan keç û jinên ku di destê wan de esîrbûn firotine diktatorên Ereban û dane şeyxên eşîrên bedewîyan û hevalên xwe wekî carîye (bi pelek) jinên Kurdên belangaz ji xwe re wekî xenîmetê didîtin. Lê ew dîktatorê ku ev roj bi Kurdan da tamkirin me dît bê çawa ji qonçala zibil wekî hovekî hate derxistîn û piştre rêkirine cehnimê. Li dêyan dengê ewladên wan bê çawa dibin îşkenceyê de hatine kuştin her roj li wan dihate guhdarîkirin. Zarokên wan yên bebek bi zorê ji wan dihate standin, xistine odeyn û heta sibehan dêyan li qaraqara bebekên xwe guhdarî dikirin. Bi dihan bebekan bi vî rengî canê xwe yî nazik didan. Ciwan û ixtîyaran rut dikirin, dixistin erebeyên bê pencere û dibirne qempan û careke din xeber ji wan nedihat. Di hereketa Enfalê de 4 hezar gund hate xirakirin. Li hember sivîlan heta wê rojê, bi vî rengî bombabaraneke mezin hîç li ti deveran ne hatibû kirin. Di nav wan çekên kimyasala ku ji wan re dibêjin koktail, xazên xardala ku zerereke mezin didine çerm, çav, qirik û cîgerareş hene û
di heman demê de zerereke pir mezin dide sîstema sinîrê. Însanên ku ev sîlah li ser wan hatibe tetbîqkirin heta 10 salan êşa wê dikişîne û di paşerojê de zererê dide DNAyan. Nîhayet di dîroka 23.12.2005an de, li Lahey qerara jenosîda Helebçeyê hat dayîn. Mahkemeya Lahey ya navçeyî li Holanda, dema bazirganê Holandî, Frans Van Anraat dihate mehkemekirin ji sucdarîya firotina çekên kîmyewî ji hukumeta Iraqê re, qerar hate standin ku di sala 1988ê li Halebçeyê kuştina bi hezeran Kurd nijadkujî ye / jenosî de. Li gora daxuyanîya ku dozger daye; malzemeyên çekên kîmyewî ji lîmana Belçiqa ya Antwerbe hatine barkirin û ji wê derê neqlî lîmana Eqebê ya Urdunê kirin. Frans Van Anraat hê jî nehatîye girtin û li Holanda dijî. Nisbeta xwudêdanên biuzir li Helebçeyê 4-5 qeta bêhtirin ji yê Hîroşîma û Nagezakî. Di Adara 2007an de dema heyeta Japon Helebçeyê zîyaret kir sitil/ fidea (aogiri Pavlonyaya imporatorîye) ya ku ji êrişa bombeya atomê zerer dîtî hedîye yê Helebçeyê kirin. Lê belê mixabin însanîyetê ev trajedîya seyir kir, sazîyên navnetewî heta niha nerazîbûna xwe ne anîne ziman û heta neha jî, raya giştî ya cihanê li hember vê tevkujîyê bêdenge. Dema ku ev tevkujî çêbû me muslumanan her tim ji bonî arîkarîya Filîstinê, Îsraîl û Emerika protesto dikir, ji ber cihada li Efxanistanê me Rusya li Batmanê, li Amedê, li Stenbolê me protesto dikir, lê hîç ti der dorên ciddî yên Îslamîdozên Kurd negotin va di mala me de jî trajedî heye û malesef me Sedam protesto nedikir.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
8
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Di tenfîzkirina haraketa Enfalê de, Helebçe daxil 182-200 hezar Kurd hatin kuştin, însan sax sax kirine bin erdê, erd ji nalîn û qêrinên însanan wekî erdhêjê dihejîya. Parçeyek ji welatê Îslamê ji nexşeyê hatibû xirakirin, Helebçe hatibû şehîd kirin, bi hezaran cesedên zarokan erda pîroz dixemilandin, lê belê alema Îslamê li hember vê zulm û zordestîyê bêdeng bûn û piştî qetlîama Helebçeyê bi 3 rojan qonferansa Îslamê civîya, lê malesef hîç behsa qetlîama Helebçeyê nekirin, ev jenosîd neanîne ziman, wekî şeytanên lal bêdeng man û tenê zulma ku hukumeta Bulxar li Tirkan dikirin şermezar kirin û gotin ku bila Bulxar navên Tirkan neguherînin. Ne tenê qonferansa Îslamê li hember vê tevkujîyê bêdeng man, eynî wisa cîhana medenî jî bêdeng bû û ne tenê bêdengî, di hemen demê de çekên ku bi awayekî tevahî di heraketa Enfalê de hatin bikarînin. Sedam di serî de ji DYA û ji welatên rojava tedarik kiribû, heta jê re hîbe kiribûn. Sebeba vê yekê ne tenê Sedam Kurd kuştin, belkî muttefîqên wî yên xerbê jî bûbûn şîrîkê vê suca tevkujîyê. Xerbê kengî xwest ku derbeyekê danîn Sedam wî wextî Helebçeyê kirin rojeva xwe. DI ENFALÊ DE PLANA NIJADKUJÎYA NAZÎYAN ESAS HATE GIRTIN Sedam ji sala 1987an nijadkujîyeke sîstematik li hember Kurdan meşand, cihên ku Kurd lê dijîyan navçeyên qedexe hatine îlan kirin û di 17ê Kewçêr a 1987an de hijmara nufusê ya netewî hate kirin, bê çawa suretê Enfal di Quranê de surete heştemîn e, hereketa Enfale jî ji 8 merhaleyan pêk dihat û planeke nîjadkujîyê bû, piştî hijmara nufusê bi 4 mehan plana yekemîn tatbîq kirin û tevkujîya Helebçeyê di çarcoveya vê plana yekemîn de hate
tetbîqkirin, piştî qetlîamê kesên ku karîn birevin, revîyan bi bal çîya û sinorên dewletên cîran de, lêbelê şensê wan ê jîyanê çênebû. Di van her 8 merheleyên qirkirina tetbîqata hereketa Enfalê de 182-200 hezar însan hatine qetîl kirin. Bi milîyonan însan birîndar bûn û ji welatê xwe bûn, di qempan de ji birçîyan û bêxwedîbûnê hatine terkkirin ji mirinê re. Ev plana ku hatî tetbîqkirin bi temamî teqlîda plana nazîyan e ku li hember cihuyan bû, Sedam bêqusur eynî plan tetbiqkir. LI CIHÊN KU LI REH / KOKÊN EREBAN DIGERÎYAN XWESTIN KURDAN JI DIROKÊ PAQIJ KIN Erebkirin /
تعريب
ji terefê sîstema
kevneperest ya Baas de ji sala 1970ê ve dest pê kiribû, lê dema ku nikarîn di vê yekê de bi ser bikevin qerera nîjadkujîya gelê Kurd dan, di qempan de û piştre jî di gorên komî de bihezaran Kurd dibirin û gulebaran dikirin, piştî ku di 2003yan de Sedam daxistin gelek gorên komî ku aîdê Kurd û Şi‘îyan bûn hatine
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
9
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
dîtin, lê hê jî gelek gorên komîyê ku nayîne zanîn hene. Ev gorên komî li derveyê Kurdistanê li çolên Iraqê ne, da ku Kurd nikaribin li mirîyê xwe jî xwedî derkevin. Li Bajarê arkeolojîk Elhadhar nezikê van çolan e. Sedam bi xerckirina pereyên mezin xwestibû ku li ser kokên qedîm yên Ereban lêkolînê bide kirin, da ku îddîayên xwe xurt bike. Lê piştî ku di ve xebatê de negihîşte armanca xwe, ew cihê arkeolojîkê ku kolan, di hereketa Enfalê de kirine tirbên komî ji Kurdan re, çunkî Baasîyan nikaribûn ne Kurdan bikin Ereb û ne li wî cihî kokên Ereban bibînin. Da ku Kurd nikaribin li cihên mirîyên xwe jî bipirsin.1 Tevkujîya Helebçe di parlementoya Iraqê de wekî jenosîdê di sala 2011an de hate qebulkirin, lê jenosîd li hember Kurdan li parçeyên din yên Kurdistanê jî bi awayekî din berdewamin lewra asîmîlasyon jî wekî jenosîd a çandî tê dîtin.2 Lê mixabin ev jenosîda çandî ji terefê Neteweyên Yekgirtu (NY) nayê qebulkirin, ji ber ku NY netew û welatan li gorî dewletbûnê tarîf dike 1 - Halebçe Katliami Ve Zamana Yayılmış Total Jenosid/ Fuad Önen. 2 - B.n.b
û gelên ku li ser axa xwe, ne dewletên wekî netew ji teref Netewên Yekgirtu ve naye qebulkirin malesef.3 Huquqa dewletan û huquqa navdewletî li gorî îradeya serdestan hatîye çêkirin û xaseten tarîfa jenosîdê li gorî berjewendîyên cihuyan li Neteweyên Yekgirtu (NY) hatîye pejirandin. Lêbelê referansa me gereke ne huquqa ku li gorî berjewendîyên serdestan be, referansa me gereke Quran, Sunnet, pratika Rasulullah (saw), eqlê me, welat, ummet û netewa me be û ne qonvasîyona 1948an be, ku li Neteweyên Yekgirtu (NY) hatîye qebulkirin û mucidê wê jî Lemkin e ku bi eslê xwe cihuye.4 Li gorî teorîya Lemkin Jenoîd ibaretê ji tesfîyekirina xususîyetên netewekê pêk tê, yan jî empoze kirina nirxên dewleta serdest bi kotekî ye û li gor Lemkin armanca sucê nijadkujîyên sîyasî, sazîyên sosyal, çand, ziman, hestên netewî, dînî û aborî ne û em dibînin ku tevê van tiştên ku me hijmartin li hemberî Kurdan li hemu perçeyên Kurdistanê hatine tetbîqkirin, sebeba vê çendê di heqiqetê de teve tevkujîyên ku li Kurdistanê çêbûyin wekî Dêrsim, Qocgirî, Mahabad, Helebçe, Zîlan, Amudê, Xerzan û Aleqemşê jenosîd in û jenosîd nego tiştekî çêbûye, derbasbûye ev roj jî bi awayê jenosîda Canid dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Sebeba vê yekê pêdivîye ku dewletên jenosîdê pêkanîn jenosîdkirina xwe qebul bikin, uzrê xwe bixwazin û tezmînata zerera maddî û manevî bidin. Wekî minakekê ez diwazim bênîme bîra we di dema şerê Kendavê de, arteşa Iraqê çend fuze avetin Îsraîl û mirovekî cihu hatibu kuştin, piştre jî firmayeke 3 - B.n.b 4 - B.n.b
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
10
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Almanê ku ew fuze hibeyî Iraqê kiribû ceza li Almanya hat birîn û tazminat da cihuyan. Lê digel ku bikaranîna çekên kimyewî li temamê cihanê qedexe ne, lê li hember Kurdan hatin bikaranîn û herkes dizane bê ew sîlah ji ku derê çûne Iraqê, digel vê çendê jî tezminat ji kesî nayê xwestin û li hember qirkirina Kurdan deng ji dewletên pêşketî dernakeve, sazîyên mafên mirov bêdeng in, sextekarî û durûtîya wan ne veşartîye, her sal tevkujîya Hiroşima û Negezaki li tevê cihanê tê bîranîn, bernameyên şermezarkirinê têne lidarxistin, lê Helebçe ne di rojeva wan de ye, çunkî gelê Kurd nêziki xwe nabînin, çunkî ew Selaheddîn jibîrnakin. Bêguman eger menfeeteka wan di gelê Kurd de hebûya, yan jî fileh bûne wê her sal bianîyan rojeva xwe. Nêrîna xerbê li hember gelê Kurd ev e. Lê rewşa me û alema Îslamê mixabin ji wan kambaxtire, heta roja îro (îstisna xaric) ne dewlet û ne cemaatên musluman neanîne ziman ku ew çareserîyeke Îslamî ji pirsgirêka Kurd re dixwazin an na, lê di heman demê de ew li tevê kêşe û problemên cihana Îslamî xwedî
derdikevin. Li hember miletekî ku tevê mafê wan yên însanî tê înkarkirin her çeşît zulum û qetlîam li ser wan têne ceribandin, lê mixabin ew musluman bêdeng in. Sebeba vê yekê wekî ku Dr. Fehmî Şinnaî anî ziman ez nabêjim ku Kurd sêwîyê muslumanan e, lê ez dibêjim ew mexdurên ummeta Îslamê ne, çunkî eger sêwîbûna wê li wan xwedî derketana, ew mexdur in û mexdurîyeta wan hê jî nehatîye telefîkirin. Ji barbartîya ku anîne serê Helebçeyê mezintir û girantir ew bû ku; alema Îslamê, birayên me yên musluman bi cesaret li dijî vê wehşet û hovîtîyê derneketin. Bi vê helwesta xwe birîna ku di dilê me de vekirin ji birîna çekên kîmyewî dijwartir bû. Her wiha divê em jibîrnekin ku ti dewleteke musluman destê xwe yê arikarîyê direjî gelê mexdurê Helebçeyê nekirin. Malesef tenê Xanim "Mitterand” li gelê Helebçeyê xwedî derket û niha bo vê arikarîya "Mîtterand” wekî sipasîyekê peykerê wê li meydana Helebçeyê çikandine. Peyker hedîyekê dide zarokekî Helebçeyî, bi sedan sazîyên arîkarîyê yên filehan ji Ewrupayê çûne arikarîya Helebçe û ji wan re dibistan çêkirin, navên filehî li wan dibistanan kirin. Di kitêba xwe ya "İnsanliğın Dramı” da E. Şenlikoglu dibêjê ku: "Min zarokek dît li ser gumlekê wi xaç hebû, min jê sedemê vê pirsî, ji min re got, wekî arîkarî ev tişt ji me re hatin, em çibikin? Bi vî rengî alema filehan dixwestin tesîra filehîyê li ser zarokên muslumanên xwedî problem bikin, li ser wan zarokên ku ji terefê musluman ve hatine perçiqandin. Diho qomutanê artêşa Fransiz dema kete Şamê, çû ser tirba Selaheddîn û got: " Selaheddîn rabe
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
11
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
wisane ku muxalifê fiqha sîyasî ye wê çawa bi vê nêrîna çewt bibe alternatîf ji gelên mexdur û mezlum re da ku ji problemên wan re çareserîyên Îslamî bên dîtin û pêşkeş kirin.
va dîse em hatin” îro jî sazîyên filehan dibin navê arikarîyê de diwxestin tiştekê ji Selaheddîn re bibêjin, Çorcîl bêsebeb negotibû; lazim e ku Kurd tu caran nebine yek û Yekitîya Dêrên Cihanê jî bi vî şekli bîryar dabûn. Ji evqas mînakan tê fehmê ku di nava alema Rojhilat û Rojava de, di nav musluman û filehan de îttîfqeke zimni/ veşartî heye da ku milletê Kurd nebe "netew û dewlet” , lewra paqijkirina/tunekirina miletekî û tunekirina xususîyetên miletekî ji holê rakî, yek e û her du jî jenosîd in. Eynî wisa kuştina Kurdan bi tevkujîyan û kuştina Kurdayetîya wan yek e û jenosîd e. Bêguman ti millet li hember planên tunekirinê bêdeng namîne û gelê Kurd jî bêdeng nemaye. Ji ber vê çendê lazim e em ji bonî têgihiştina jenosîdê û sekinandina wê em bixebitin. Yani Naskirina jenosîdê û Sekinandina wê ji me tê xwestin çunkî ev jenosîdeke rojane ye û li zeman hatîye belavkirin (yanê totale). Naxwe wekî tevkujîyan, asimilasyona çandî û etnîk jî jenosîd e û pêwist e ku jenosîd ne tenê di bin tekela cihuyan de bimîne û ji xwe re nekine rant û pêşîya civak, netew û qewmên din nebirin. Pêwist e her sal ne tenê jenosîda Ermenîyan ji terefê dewletên xurt ve werê ziman û gereke Qonvansîyona 1948an li gorî qewmên din yên ku mexdurê jenosîdê ne were guhertin. Gelên muslumanên ku xwedî dewlet in wekî hedîsa Resulullah (s.x.l.) hereket nakin û tiştên ku ji xwe re diwxazin mixabin ji gelê Kurd re naxwazin, serokê ku her tim tê Elmanya û tekrar dike, dibeje: "Asîmîlasyon suc e" parola wî ya herî meşhur:" tek welat, tek dewlet û tek millet e." Baş e bi hizreke
Benî Îsraîlî li Misrê kolebûn û ji ber zulma firawun koçberbûn, li ser çîyayê Tur û Sîna şepirzebûn û bi rêberîya Hz. Musa (a. s.) ew ji wê zulmê xilasbûn, Deryaya ya Sor (qizil) derbas kirin û hatin li dîyarê Ken‘anê bi cih û war bûn. Allah Teala ferman kir ku: "Ya Musa gelê xwe, ji taritîyên kufr û şîrkê derîne ronahîya bawerîyê û «rojên Allah" (eyyamullah - bûyerên elîm) bêne bîra wan" (Ibrahim:5).
أَنْ أَ ْخر ِْج َق ْو َمكَ ِم َن الظُّل َُاَم ِت ِإ َىَل ال ُّنو ِر َو َذكِّ ْره ُْم ِبأَيَّ ِام اللّ ِه إِنَّ ِيِف ٍ َذلِكَ آل َي ات لِّك ُِّل َص َّبا ٍر شَ كُو ٍر
Sebeb ku Benî Îsraîlîyan ew rojên
Xweda أَيَّ ِام اللّ ِهji bîr kirin di dirêjayîya dirokê de her derbeder û perîşan man, heta bi jenosîda ku di sedsala 19an de hate serê wan û bi arîkarîya rojava (xasseten Îngîlîz) bûne xwedî dewlet û cih û war. Çawa ku tê zanin, di dîrokê de ti caran zimanên koleyan nehatîye qedexekirin,
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
12
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
lê ev sed sala ku gelê Kurd ji nîmeta zimanê xwe mehrum e, wekî Benê îsraîlîyan penaber bûn, tenê piştî tevkujîya Helebçeyê û reva ji ber Sedam ya di sala 1991ê de bi sedan zarok, jin û êxtîyar di dema revê de li sere çîyan mirin û cesedên wan man li serê çîyan û di esnayê koçberîyê de jî mixabin hatine jehr kirin. Diho Hz. Musa (a.s) li hember firawûnan têkoşîn da, va ye îro di sedsala me de jî Mele Seîdê Kurdî, Şêx Seîdê Palo, Şêx Mahmudê Hefîd, Seyîd Ubeydullahê Nehrî, Mele Mustefa Barzanî û Qadî Muhammed li hember zaliman têkoşîn dan, diho Hz. Musa qewmê xwe ji taritîyê anî bi bal nûrê ve, va ye îro jî nûra ilmê medreseyên Kurdistanê li cîhanê vedaye û rêya gelê Kurd ronahî dikê, da ku ji xewa 600 salîyê hişyar bibin û herine bi bal rojên ronak ve. Wê çemên Dîcle û Fîrat derbas bikin û herin bi bal mekanê mubarek çîyayê Cûdî ve. Em lazim e ام اللّ ِه ِ َّ أَيan ( rojên Xweda – bûyerên elîm) jenosîd û trajedîyên di dîrokê de hatine serê me em ji bîr nekin û nedine jibîrkirin û lazim e em bizanibin ku wê
serkeftin wê werê û têkoşîna doza ronahî li hember tevê taritîyê wê bi serkeve û roja ku her seher ji Cûdî hil tê wê dilê tevê mirovahîyê germ bike û bajarê ku herdu alîyên wê avin wê bi tekbîrên qewmê hêja û bêxwedî wekî fezl û keremeke îlahî wê werê bidestxistin înşaallah. Ew ê rojekê tevê însanîyetê wê wate û hawara secdeya Alî hawarê Helebçeyê ye ku di haletê secdê de hatîye şehîdkirin wê fehm bikê û duaya bebekê Alî hawar ku berê xwe daye asîmana wê werê qebul kirin û zarokên Selah û Seîdan wê careke din rola xwe ya gewre li ser vê serzemînê bileyîzin û careke din cîhan wê dibin lingên hespên wan de wê bihejê înşaallah. HAWARA DI SECDÊ DE Hawara gelê mezlum ji destên van wehşîyan, Gihaşte asîmanan melekut tev hejîyan, Van bedewîyên wehşî jîyan tev lewitandin, Rehmet ji holê rabû, xezeb li me barîya. Dîn û exlaq û welat, namus û doz û şeref, İzzet, eman, muqeddes bi xazan herimandin. Kuştîyê ji destê we, va di secda felatê, Ji hawar û nîyazê textê zordar hejîya. Em ê nivîsa xwe bi ayetekê û duayekê bi dawî bînim. Allah Teala ferman dikê: "Zinhar tu, hizir neke ku Allah Teala ji ya ku zalim dikin bêagah e! Bê guman ew (Allah Teala) wan dihêle rojeke ku tê de çav zeloq –beloq dibin". (Îbrahîm 42). Berî ku mahkemeya kubra were amadekirin me dît ku çawa çavên qatîlê Helebçeyê û qaşo lehengê qadisîyê Sedam dema ji çala zibil hate deranîn zeloq û beloq bû. Di salvegera vê qetlîamê de, em şehîdên Helebçeyê û tevê mezlum û bindestên cîhanê bi rehmet bibîr tînin. Allah Tebareke we Teala bi rehmeta xwe ruhên wan şad û mesrur bike, amîn. Ya Rabbî tu însanîyyetê derheqê me de bêwicdan ne, ummeta Îslame hişyar bike û gelê Kurd careke din qirkirinên wekî Helebçeyê nejî, ew jî wekî hemu gelên cîhanê bibe xwedî dewlet û şûn û war û bî serbilindî û bi izzet bikî. Amîn!
mutleqe نرصة الله/ www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
13
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
DENGBÊJEKÎ BÊMIRAZ:
SEYADÊ ŞAMÊ
Û ZILFA WÎ Omer Bextîyar
Ji bo dostê min ê hêja Kek İsmet Aydemir...
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
14
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
"Esmer eman eman, Dîlber eman delalê yeman, Çi kulîlka dora çeman, Xelk zewicî ez û tu man.” Dengekî bi têra xwe tijî êş û keder, dengekî dawûdî, dengekî Serhedî, dengekî Bazidî tê guhên min…Çavên xwe digrim, li ser vî dengê kûr û hûr dibim. Ev deng ê kê ye ya Rebbî? Ew Esmera ku behs dike kî ye? Ji bo çi ev dengbêj ewqas dike eman û yeman. Çîroka vê klamê çi ye? Ka çi bi serê wî de hatîye ku ewqasa ji dil û kezebê dilorîne. Xwedîyê vî dengî dawûdî; Seyadê Şamê ye, firarê destê Roma bêbext e. Ew dengbêjê ku nêzî pêncî salan li xerîbî û xurbetê, ji welatê xwe dûr bû. Wek hemû Kurdistanîyên ku di sirgûna mecbûrî de ne, ew jî bêkes û bêwelat bû. Lê çîroka wî hinek cuda bû. Ji wî re digotin Seyadê Şamê, Seyadê Şamedîn, Seyadê Bazidî, Seyadê Serhedî…"Bilbilê radyoya Êrîwanê” ew bi xwe bû. Bi gotina birayê wî Veysel Çamlibel, "Qulingê Birîndar” bû. De werin temaşayê. De werin em bi hev re berê xwe bidin vî dengbêjê bêmiraz û em hinekî dil bisojin. *** Dengbêj Seyadê Şamê kî ye? "Ez Seyadê Şamê, fîrarê destê Romê, niha penaber im Rewanê” Seyadê Şamê di sala 1922yan de li Bazîda Agirîyê ji dayik bûye. Seyadê Şamê ji ber hin sedeman di sala 1942an de li ser sînorê Rojhilatê (Îran) tê girtin û wî dişînin hepsa Erziromê. Piştî demekê Seyad ji hepsê derdikeve. Malbata Seyad ji ber Serhildana Agirîyê sirgûnî Alacaya Çorûmê dibe. Pençeya dewletê di sirgûnê de jî dev ji wan bernade û cendirme tên Seyad desteser bikin. Li gorî hin agahîyan Seyad wê demê bi Zilfînazê re destgirtî ye, lê hin kes jî dibêjin naxêr bi Zilfînazê re ("keçika herî bedew a nav eşîretê”) zewicî bûye. Seyad dixwaze firar bike û xwe teslîm neke lê malbata Seyad wî qanî dikin û wî teslîmî dewletê dikin. Seyadê Şamedîn car din dibin hepsa Erziromê. Piştî wextekî xeberek tê ji malbatê re: "Dibêjin, Seyad û çend hevalên xwe ji hepsê firar kirine.” Malbata Seyad ji vê xeberê bawer nake û dibêje; "Na welle Rom xayîn e, wan Seyad kuştine, me dixapînin, dibên firar e.”
Seyad ji hepsê firar dike Seyad û çend hevalên xwe yên hepsê bi alîkarîya gardîyanekî ji hepsê direvin û dibin firarê dewletê. Seyad di zivistana 1945an de ji Erziromê lêdixe, xwe diavêje Îranê. Îran di wan salan de di bin kontrola Ûris de ye. Salekê şûn de Ûrîs ji Îranê derdikeve. Heta Komara Kurdistanê ya Mehabadê wê demê hêj yanzdeh mehî ye, lê ji ber îxaneta Ûrîs hildiweşe. Qazî Mihemed û hevalên wî li meydana Çarçirayê tên dardekirin. Di wê tevlîhevîyê de Seyad jî wek firar û penaberên din berê xwe dide Rûsyayê. "Bilbilê Radyoya Êrîwanê” Di sala 1955an de ji bo Kurdan bûyereke tarixî diqewime ku hêj jî di bîr û hafizeya millet de ye. Ew bûyer jî ew e ku di sala 1955an de li Rewana Ermenistanê di bin radyoya neteweyî ya Ermenan de; beşa Kurdî vedibe û her roj du saetan bi zimanê Kurdî weşanê dike. Pêşkêşvan dema "ancansan” (nûçeyan) pêşkêş dikir wiha digot: "Êrîwan xeber dide guhdarên ezîz, niha hûn ê bibihîzin deng û behsên teze.” Dema bernameya muzîkê dest pê bikira wiha bang dikir:
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
15
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
"Guhdarên ezîz dengê radyoya Êrîwanê, klamê cimaeta Kurdan…” Seyadê Şamê jî li ser pêşnîyara hevalekî xwe, li Radyoya Rewanê dest bi dengbêjîyê dike. Êdî deng û kesera Seyadê Şamê yê firar bi saya radyoya Rewanê digihîşt gund û bajarên Kurdistan û cîhanê. Kurd bi klam, stran, çîrok, hîkaye û xeberên Kurdî derd û kulên xwe bo demekî jibîr dikirin û xwe li ber vî dengî digirtin. Kesên ku ew roj dîtine dema behsa wan rojan dikin dibêjin; "Dema radyoyê dest pê dikir her kes li ber radyoyê kom dibûn û deng ji kesî dernediket…” Seyadê firar piştî pêncî salan vedigere Bazîdê Di serê salên 1990î de malbata Seyad pê dihese ku Seyadê Şamê sax e û li Êrîvanê dijî. Malbata Çamlibel berê xwe dide Êrîvanê û Seyad tînin Bazîda bav û kalan. Seyad êdî bûye pîrekî 70 salî. Civat çêdibe, nas û eqreba yeko yeko tên serdana Seyad. Herkesî bi Seyad re didin nasîn. Ne hindik e piştî 50 salan vedigere welatê xwe. Helbet wê hin kesan nas bike û hin kesan jî nas neke. Tam di wê noqte û sanîyeyê de çavên wî bi jineke pîr
dikeve ku bala xwe daye dîwarê odê. Lê mêze dike û "hurmetê” nas nake. Ji birayên xwe dipirse, "Ka we her kesî bi min da naskirin lê we ew xwişka min neda naskirin.” Wê demê zeman disekine. Bayê ku dileqe radiweste. Civata hazir xwe kerr û lal dike. Tu dibê qey wê lehzek şûn ve qîyamet rabe. Jixwe êdî qîyameta Seyad û Zilfê ye…Deng û hes ji kesî dernakeve. Seyad li jinik û li civatê dinêre. Zilfê serê xwe bi melûlî xistîye ber xwe. Ji civatê yek deng dide vê bêdengîyê û dibêje; "Ew ne xwişka te ye, ew Zilfînaza destgirtîya te ye…” Qîyamet û tofanek di rih û bedena Seyad de radibe…”Rih di qefesa singê wî de diperite.” Li ber xwe dinêre, şerm dike, serê xwe dixe ber xwe. Deng jê dernakeve. Wê demê erd biqelişe wê bikevîyê. Pelên daran diweşin, ba dileqe dibe tofan û bahoz. Çîya û gir mezin dibin. Çîyayê Agirî di dilê wî de dibe wolqanek, hindik maye biteqe… Kelogirî dibe. Pîrê heftê salî ji civatê fedî nekê dê bigirî. Dinya li ber çavên wî sar û tarî dibe. Çawa dibe ku Zilfa xwe nas neke. Ew Zilfînaza ku ev serê pêncî salan e li benda wî maye… Seyad êdî hew lebat pê dikeve û vedigere Rewanê. Li radyoyê klama xwe ya bi nav û deng "Esmer eman eman”ê distirê…"Esmer eman delalê rindê / Vî bajarê tenê rind î / Tu bedewa nava gund î / Tu nazika nava gund î…” Ji ber êş û kerb û kesera nasnekirina Zilfa xwe êdî hew îdare dike. Lewre kezeb dişewite. Piştî çend mehan xeberek ji malbatê re tê; dibêjin Seyad wefat kirîye… Bêguman lehenga vê çîroka rastîn Zilfînaz e ku pêncî salan li benda Seyadê Şamê maye.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
16
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
XEBATA GUNDÎYAN
ZIMAN Û ÇAND Adnan Demir Dema peyama edîtorê Kovara Çandnamê mamoste Dilazad A.R.T bi rêye telefonê giha min, ku daxwaza nivîsekê bi Kurdîya Kurmancî ji min dikir, min ne dixvest daxwaza wî bişkînim. Lê di derbarê nivîsê de ez ê ne gelekî wêrek bûm. Mamoste carek dudo dî jî ev daxwaza xwe dubara kir. Bi rastî hinekî jî cesaret da min. Ez ketime hayra mijara ka ez ê li ser çi bisekinim û binivîsim. Di vê hayirandin û fikirandinê de ez çûme dema zaroktîya xwe. Ew zaroktîya li gundê me Êrdê. Cihe ku ez lê mezin bûme. Ez nizamin ne ez li zaroktîya xwe digerîyam, ne jî li wan demê ku gund ava û tije mirov bû. Di wê dema zaroktîyê de, ew demê kû têne bîra min, belkî heft, heşt, neh sal û bi vir de. Serpêhatîyên min xweş têna bîra min. Ev dem jî li gor salnameya mîladi 1964 û bi vir de ye. Gundê me Êrdê, ku navê wî bi zimanê Suryanî "Yerdo” ye. Ew jî bi mehna çavîyê avê ye. Yanê kahnî ye. Di heqîqetê de ava gundê me hebû. Li çîyayê gund jî ji dehan zêdetir kahnî hebûn. Bi vê munasebetê jî gundî xwedî terş, dewar, zevî û şîni bûn. Li gund hem misilman, hem jî peyrawê Nebî
Îsa Mesîh "Qirîstîyan” jî hebûn. Xaneyên di gund de ji sedî zêdetir bûn. Her kesî li gorî bawerîya xwe ya olî, parastina xwe dikirin û hem kar û xebatê xwe ê ji bo domandina jîyana xwe dikirin. Çandinîya genim, ceh, nîsk, nok, şolik, kizin, pembû, fasolî, pîvaz û hwd. dikirin. Hatina wa ne ji bo firotin û birîna bazarê bû, tenê qûtê xwe yê salê didatanîn. Rez û pezê gundîya jî hebûn. Her malek biqasî hêza xwe pez (bizin, mêşin) û dewar xwedî dikirin. Li gorî demên salê xebat û karên gundîyan dihatin guhartin.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
17
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Di demsala biharê de; çawa ku heyva Sibatê diqedîya, yanî zîpik dixarîcîn, kesaxa reza dest pê dikir. Zilaman kesax dikirin, zarok jî ji bo dana heve şivist û çêkirina gurza dixebitîn. Piştî kesaxê êdî cohtê reza dihate kirin. Evî karî heta xelaseka heyva Gulanê didomand. Heyva Hezîranê, yanî destpêka demsala havînê, dibû wexta paleyîyê. Paleyî bi desta, bi dasa dihate kirin. Wekî niha traktor, kêrê wan û serad (bîçer) nebûn. Di vê heyvê de pêşî paleyîya nîska, peyde ceh û genim dihatin çînin. Bi şalik û şixra ev zadê hati çînîn dikişandine bênderên gund. Palayî yê heyvekê zêdetir dom dikir. Nîsk, kizin, şolik, ceh, genim bi şal û şixra li ser pişta ker û qantiran dihate kişandin. Li bênderê gund êdî çaxê gêrekirina
van zadê hatibûn çînîn. Xebata gêrê jî heyvekê zêde didomand. Piştî gêrê êdî gundî di destê wan de melheb ji bo dêranê berdengîyê bê disekînîn. Seba ku danê û kayê ji hev bikin. Heyva Temuzê ku xelas dibû karê bênderê jî êdî diqedîya. Êdî dem dema tirih, hejîr, petîx û hwd. bû. Di heyva Tebaxê de, ku teqrîbên bîst roj jê çûn êdî miştexa dihatin danîn. Tirihê zeytî, deywanî, kerkuş, binetatî û ewd di kirne mewij. Ev karan jî heyvekê didomand. Piştî miştaxa êdî dem dema kelandina savara bû. Savar li ser banê bi herîyê sayandî yan jî li ser bênderê sayandî zûwa dikirin. Savar ku ziwa dibû yan bi mêkutê darî yan jî bi denga kevîrî dihate kutandin ji bo ku genim ji kelpikê bê veqatandin. Piştî vî karî pîrekên gund bi palutê û bi destara savarê xwe dihêrandin. Ku savar dihatin hilandin êdî dema çêkirina dimsê bu. Yanî wextê midbaxa(Kerge) bû. Dims, helîl, benî, bastîq dihat çêkirin. Ev kara jî heyvekê zêdetir didomand. Êdî demsala payîzê, wexta serma û baranê ye. Heke bi wext baran xweş barî û rawa erdê çêbû, êdî wextê çandinîyê ye. Dema zivistanê ku hat êdî dibû serma, wexta darana sobê ye, heke berf jî barî êdî pez û dewar dihundirê xanîyan de dihatin xwedîkirin. Şevê salê êdî direjin, bi roj jî kar nabe, wexta civat û şevbûherkan e. Di şevbûherkan de dengbêj, çîrobêj
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
18
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
û ixtîyar serpêhatîyên xwe digotin. Lîstik û pêşbirk têne kirin. Piştî vê dirêjkirinê bi îzna we be ez ê behsa şertê netewêbûnê bikim. Wekî win/hûn dizanin netew, bi hinek şerta li ser pîya dimînin. Yek ji wan milkê ku li ser jîyana xwe didomîne, zimanê ku pê xeber dide, çanda ku jîyana xwe pê dom dike û fikra wê civatê ku li ser van şertan heye. Mijara min ne vekirina vê tespîtê ye, lê ez li ser jîyana ehlê gunda û têkilîyên wê bi hev re û bi xwezayê/sirûştê re bê çawa tesîr li ser ziman û çanda wan dike. Di her têkilî û rasthatina tiştê ji xwezayê fikirîn û bilêvkirina van tiştan de her yek bi bêjeyekê tê binav kirin. Ziman û çanda gel jî ji vê sûd werdigire û pê xurt dibe. Mînakeke ku ez bînime ziman: çaxê cohtkarek kara coht bikê, pêşî dewara coht peyda dike, piştre alavê cohtkirinê peyda dikê yan çêdike. Ji van alavê coht ku li heremê tê binavkirin nîr û halet in. Ev jî ji şûrik, mijane, gêsin, pîrik, berûk, nîr, stûgek, şîra, dûwel û hwd tê holê. Gelek tiştê kû ez navê wa nizanim jî hene. Xûlasa, her xebateke gundîyan; ew xebat bê li ser çibê, di wê babêtê de fikr, kar, xeber, alav yeko yeko dihatine binav kirin. Her kar û xebata ku hate terikandin yan jî ji bîrkirin, ewan peyvên di wê xebatê de ku dihatin xebitandin jibîr dibin. Jibîr kirina peyvan, xeberdanê zeyif dike. Ziman çiqas bê xebitandin xurt dibê, pêşde diçe. Naxwe em gereke timemê vê jîyana gundîtîya xwe ji nûve bênin rojevê, hê ku êxtîyarê me li heyatê ne. Em ji wan xeberdan û alavê ku di hatin xebitandin, navê wan qeyd bikin bixin rojeva xwe. Ez hêvîdarim xort û keçên kurda yên nûhatî bikevine vê ferqê, di derheqê ziman û çanda xwe de xebata bikin. Zimanê xwe yê şîrîn û xweş bikar bînin û çanda xwe ya kevnar û jibîr bûyî zîndî û bi hêz bikin. Ji bîr nekin! Ziman û çand hemanên herî esihîne ji bona netew ûnê. Netewa xwe winda nekin, lê xwedî derkevin. Slav û rêz ji bo xwedevan û xebatkar û rêvebirên Kovara Çandnamê re. www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
19
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
DÎKÊ JIRÊDERKETÎ Nûman Welat
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
20
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Havîneke germa B.yê bû. Mala xwe ji taxa Î.yê bar kiribûn taxa B.yê. Li vê taxê xanîyekî nû ava kiribûn. Ew cihê ku xanîyê wan lê, bêdeng û kêmxanî bû. Em dikarin bêjin ku nîvçolistan bû. Ew bi salan hesreta rojeke wiha bûn ku bibin xwedî xênî. Xanîyekî mezin û fireh, da ku tê de aram bijîn. Ferdên malbatê pir caran sedema bêaramî û nîqaşan di tunebûna xênîyekî fireh de didîtin, xeyalên xanîyekî mezin xwedî dikirin. Tewr/cure sedema nexweşîyên xwe jî bi vê pirsgirêkê ve girêdidan. Piştî nîqaş û dilêşîyan encameke wiha derdiket holê: - Çareserî: Xanîyekî nû, li cihekî nû… Îcar her sal civînên malbatî li dar dixistin, biryaran didan… Çê nedibû careke din, saleke din… Lê mala feqîrîyê... Di xênîyekî ku ji du jûran pêk dihat de rûdiniştin. Ev xanîyê biçûk û kevin şahidê pir bûyeran bûbû. Di hemêza vî xanîyê de hest û ramanên neh kesan xemilîbûn, kemilîbûn. Kurên malê, tevlî bavê xwe ji bo bidestxistina nanê xwe danekî li dibistanê danekî li înşeatan dixebitîn. Ew di gelek avahîyên luks, mezin û fireh de xebitîbûn lê nedibû nesîb ku bibin xwedîyê xênîyekî. Her tim digotin "Xwedê yek e dergeh hezar.” Lê wan zanîbû ku heta Xweda nebê "Erê!” nabe. Roj hat Xwedê got: "Erê!” Dest bi avakirina xênî kirin. Lê çi dest pê kirin! Çiqas karkerekî jîr, jêhatî û pispor(!) hebe di avahîya wan de xebitîn. Ne pispor bin jî di xanîyê wan de bûn pispor û derketin. Ew jî bi salan di avahîyan de xebitîbûn û pispor(!) bûn. Ji destpêka avakirinê heta dawîlêhatina xênî, her yek ji wan mîna pisporekî, avahîsazekî û endezyarekî tevdigerîya. Yek diçû yek dihat. Her çiqas ew xwedîyê xênî jî bin, dema têkelê karê karkeran dibûn, ji karkeran qiseyên nema dihatin. Axirê, ew jî bûn xwedî xênî. Ango hesreta wan bi dawîbû. Di meheke gulanê de ew di xanîyê xwe yê nû de bi hestên tevlîhev bi cih bûn. Wan nizanîbû ji bo pêkhatina xeyala xwe ew kêfxweş bibin- lewra di xewnên şevan de jî nedidîtin û bawer nedikirin- an xemgîn bibin, biponijin û bigrîn. Li alîyekî xanîyekî nû û bidawîhatina hesreta wan, li alîyê din jî şopên zaroktîyê, hest û ramanên ku li wir hiştine…
Carinan wan digot: "Na, na baş çê bû! Em ji tengezarîyan û cîranên çavnebar filitîn.” Carinan jî: "Jîyana me li taxa kevin derbas bû, em ê çawa hînê vê taxa nû, reng û rûyên nû bibin? " Piştre xwe bi xwe digotin: "Piştî tengasîyê firehî heye. Xwedê mezin e. Em ê hîn bibin!” Çend roj û hefteyên pêşî ew bi tenêtîya xwe di mala xwe de çûn û hatin. Piştî çendeyekî cîran yek bi yek kişîyan ji bo bixêrhatin û pîrozbahîyê. Hingê ew têgihîştin ku cîranên wan hene û jîyan li vir heye, kêfxweş bûn. Lê ji çûnûhatina cîranan zêdetir tişta balkêş ew bû ku, jîyaneke gundîtîyê li wir hebû. Taxeke ewqas fireh û vekirî bû ku gir û çîyayên derdor, asîman dihat xuyan û bêhna mirov lê derdiket. Koçeran pez diçêrand, koçer diçûn şevînê, se û dêlik li dûv hev lotik didan, dîk û mirîşk ref bi ref digerîyan. Carekê bihîstin ku mirîşkeke Mala Melê maye, ew jî bêsiud bûye û ji rovîyekî re bûye taştê. Ev dîmen û bûyerên hanê her çiqas ji wan re sosret dihatin jî ew bi wana kêfxweş dibûn. Wiha xuya bû ku gundîtî
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
21
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
ji gîyanê wan dûr neketibû. Her çiqas ew li gundan nejîyabin jî… Ji dîmenên balkêştirîn yek jî pirbûna dîk û mirîşkan bû. Ew tênedigihîştin bê çima li taxeke bajêr her kes xwedî dîk û mirîşk e. Heta wê rojê. Meha Remezanê bû. Şeveke germ bû û bayeke germ hebû. Piştî paşîvê yek ji kurên malê derketibû serê banî. Da ku hênik bibe û heta derengê sibê ji hênikayîyê sûd bigire. Dêya malê jî bi vê mebestê hilkişîya jorê. Li rex kurê xwe nivînê xwe raxist û raket. Çend deqîqe şûnde bi şewata lingê xwe hisîya û bangî kurê xwe kir. Sedemê şewata lingê dayikê dûpişkeke biçûk bû. Jixwe bihîstibûn ku pêşîyên wan wiha gotine, "Rojên germ û ba hebe dûpişk zêde ne û dijwar in.” Rast gotine, wisa jî çê bûbû. Piştî vê bûyerê dayik şevek û rojek li nexweşxanê hate derman kirin. Şikir dayik baş bû, rabû ser xwe. Lê bavê malê, seferberî îlan kir. Her ferdekî malê bû leşkerekî biçek û nobedarîyê kir ji ber destê wan dijminên dijwar. Ferdên malbatê ji bûyerên ku bi salan li welatê wan qewimîbûn tegihîştibûn ku tundî, pêvçûn û şer ne çareserîyeke mayînde ye. Ew jî wek mirovên modern li çareserîyên nûjen gerîyan. Ji şaredarîyê alîkarî xwestin. Şaredarî ji bo dermankirina derdora xênî bûbû abone. Lê dîsa jî pirsgirêk çareser nedibû. Hîkmeta xwedîkirina dîk û mirîşkan êdî fêm kiribûn. "Dermanê dûpişkan mirîşk” bûn. Cîranan wiha digotin. Piştî vê tesbîtê bavê malê bi gundan ket, ji bo kirîna dîk û mirîşkan. Axirî ew jî bûn xwedî dîk û mirîşk. Çend dîk û refeke mezin mirîşkên wan çê bûn. Ew pê bawer bûn ku dê êrîşên dûpişkan rawestin. Hewa sar bûbû, pêjna dûpişkan nedihat. Xwedê zane ka dê encam çawa be?
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
22
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Me got çend dîk… Dîkek ji van dîkan çav berdabû mirîşkên cîranan. Qey mêranîya xwe nîşanî mirîşkên cîranan dikir! Ew çend hefte bû ku bavê malê ne li malê bû. Du kurên malê çavdêrîya malê dikirin. Rojek ji rojên çavdêrîyê dîtin ku dîkekî wan dev ji mirîşkên xwe berdaye, bi yên cîranan re digere. Dema dikê xwe ferq kirin çend roj bala xwe danê ku her roj ev tişt dubare dibe. Dîk, serê sibê zadê xwe dixwe, ji hewşê derdikeve, bi mirîşkên bîyanî re digere, diçêre, li kêfa xwe dinêre. Êvarê vedigere, dihewe. Dîk îcar dizanî ku xwedîyê wî jê haydar in. Dema xwedîyê wî li pey şopa wî diçûn û ew didîtin, rûyê dîko sor dibû mîna tarika wî. Diket pişt tenûrê xwe vedişart. Zanîbû çi qisûr(!) kirîye. Xwedîyê wî ew girtin, xistin hewşê, girêdan, av û zadê wî danîn ber. Ji dîk re wiha gotin: "Qey tu tor bû yî! Ma çi ji te kêm e? Kinikê te, xwarin û vexwarina, mirîşkên te hene. Tu yê serê me bixî belayê. " Lê ew ji kî re dibêjin? Rûyê dîk sor bû, qet bersiva wan neda. Baş e ku bav ne li malê bû. Pê bihisîya dîko yan şîva şevê bû yan jî xesandî bû. Bi mebesta ku hişê wî were serê wî dîk çend roj di hewşê de girêdayî ma. Ew bi qîma xwe bû. An ê bûbûya dîkê malê an jî… Ji bilî pîrozbahîya çend cîranan û ajalan pê ve te digot qey tu kes li vir nalive, najî û li benda vê malbatê ne ku werin vê taxê û bibin cîranê wan. Malbat dema li taxa Î.yê bû ji ber ku li kûçeyeke teng dijîya derdora xwe baş nedidît û nikaribû bi awayekî berfireh û hûrgilî çavdêrîyê bike. Jixwe ji ber feqîrî û debara nanoziko nikaribûn serê xwe rakin binêrin bê ka çi diqewime. Qey ev tax wekî taxa Î.yê bû? Taxa B.yê rengîn, cuda û bêhempa(!) bû. Lewra ji tax û gundên derdor gelek mirov li vir bûbûn niştecih. Torî, Remî, Reşkotî, Koçer û Mitirb… Me got tu kes nalive bila ne be derew, sê ekîbên destdirêj/diz (hin Mitirb, Koçer û R.şî) hebûn ku her şev û berî nimêja sibehê wekî nimêjkerên mizgefta Mala Melê, dilsozê karê (!) xwe bûn û di nav liv û tevgerê de bûn. Bavê malê dema li gund bûn li hember zordestîya "Şêxên zordest” serî neditewand û mêrekî şîyar bû. Şîyarbûna wî bû bela serê wî û neçar ma mal barkir berê xwe da bajarê B.yê. Bavo nêçîrvanekî jêhatî bû û ji çavdêrîyê re jî bi kêr dihat. Birastî jî şîyar bû û li vê taxê xew nediket çavan. Her şev an fecara şeveqê li ser milê destdirêjekî –wekî barkêş/kargovanekî-
yan dewşek, lihêf û balgeha cîranekî yan jî menterê penîr didît. Xelkê vir sosret bû. Di suhbetên naverojan de mîna şêremer û bazekî, parezvanên hebûn û welatê xwe bûn lê dema dibû şev û rojê lihêfa xwe dikişand ser serê xwe dibûn dizê malê ango welatê xwe. Axir destdirêj/diz hêjî dilsozê karê(!) xwe ne û destdirêjîyê dikin. Me got şopên gundîtîyê ji gîyana malbatê dûr neketîye. Piştî tekûzkirina nava xênî bav û kurên malê demildest dest avêtin derdora xwe, hewşê dorpêç kirin û dest bi çandinîyê kirin. Ji darê fekîyan heta bi sîr û pîvazan hewşa xwe mîna bax û bostan xemilandin. Çavnebarî li vir jî heye Xwedêyo! Cîranên çavnebar û diz ku çav bi hewş û çandinîyê kirin, bi xwe ketin. Ket bîra wan ku ax li derdora wan jî heye û wan jî hewşên xwe çê kirin û bi şînahîyê xemilandin. Hin ferdên malbatê nerazîbûna xwe dianî zimên kurekî malbatê jî digot: "Xwezî her çavnebarî û dizî bi vî awayî be. Bila be, bi xêra me derdor xemilî, kuçe û tax xweştir bûn.”
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
23
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
DI MÎTOLOJÎYÊ DE
ZILAM MELA MIHYEDÎN
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
24
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
rewş diguhere.
Şepirzetî û bêxîretîya zilaman hem di jîyana rojane ya malê de û hem jî di mîtolojîyê de derdikeve pêşberî me. Mîtolojî carna pesnê zilaman dide û wan derdixe ezmanan û carna jî rexneyên tûj li wan dike û wan dixê binê erdê û carna jî wan binax dike. Ev şepirzetî û bêxîretî di gelek cihan de xwe nîşan dide. Fedikirin û Eşkerenekirina Raza Dil Zilam raza dilê xwe bi rehetî nikarin bînin ziman û fedî dikin. Ev yek bûye meseleya mîtolojîyê jî. Hem di dînên semawî de, hem jî di mîtolojîyên herêma Pasifîk, Amerîka, Asya, Yûropa û Afrîkayê jî meseleya raza dil tim di dilê zilaman de veşartîye. Di van mîtolojîyan de piranî Îlah/Xweda pêşî zilam diafirînin. Cihê zilam xweş e. Li bihuştê dijî. Çi dixwaze tê pêşberî wî lê dîsa jî kêmasîya hin tiştan di dilê wî de heye lê newêre vê raza dil ji Xweda re eşkere bike. Lê Xweda bi her tiştî dizanin û ji her tiştî fam dikin. Dema zilam di xew de ye li gorî hîn mîtosa ji parsûya wî, li gorî hîn mîtosa ji herîyê, li gorî hîn mîtosên din jî ji dûmanê tûtinê an jî ji kulîlkê jin tê afirandin. Dema dibe sibeh û zilam şîyar dibe û jinê li pêşberî xwe dibîne gelekî kêfxweş dibe. Jin Nebin Zilam Ji Nêza Dimirin Heger rojekê jin ne li mal bin û ji bo demek dirêj ji mal herin cihekî din hema bêje zilam dikevin ber sikratê. Ew mala medenî û paqij diçe û dikeve şûna malên berî û malên xwendekaran. Firaq nayên şûştin, cil nayên şûştin, çop nayên avêtin... Ev rewşek pir sosret e dem em li dinyayê dinêrin aşpêj û şefên herî serkeftî zilam in. Li gelek restorantan yên xwarinê çêdikin zilam in lê dema mesele dibe xwarinên malê
Ev mijar di mîtolojîyê de jî derdikevin pêşberî me. Di mîtoljîyan de jî zilam ji çêkirina xwarinê fam nakin. Mînaka herî balkêş di mitoljîya Înkayan de derbas dibe. Mît wiha ye: "Pachamac Îlahê herî mezin e. Pêşîya wî ti îlah nebûn. Xwest insanan biafirîne. Pachamac ji herîya sor jinek û mêrek çêkir û ew şandin ser rûyê dinê. Pachamac xwe ji bîr kiribû û xwarin nedabû insanan. Dema tê bîra wî û vedigere dibîne zilam ji nêza mirîye û bûye komek hestî. Jin sax mabû. Bi kêrî xwe hatibû. Xwarina xwe çêdikir û dixwar. Jin bi demê re qelew jî bûbû. Pachamac piştre zilamekî din diafirîne û wî dike bin kontrola jinê. Bi saya jinê zilamê duduyan ji birçîbûn û ji mirinê xilas dibe” Mixabin mîtolojî jî bela xwe li zilaman dide û behsa şepirzetîya wan dike. Di mîtolojî de jî zilam bêxîret û şepirze ne. Di çîrok û di dîrokê de jî ev şepirzetî dewam dike. Di çîrokan de û di dîrokê de zilam timî li derve ne û diçin nêçîrê. Jin li malê ne û bi karên malê ve mijûl in. Adem: Zilamekî Zalim Adem û Lîlîth bi kêfxweşî û di nava
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
25
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
dewlemdîyek ebedî de li bihuşta rengîn dijîyan. Hertiştê wan hebû. Adem li hemberî Lîlthê bi neheqî tevdigerîya. Di her rewşê de dixwest serdestîyê li Lîlîthê bike. Lîlîth di her gavê de li hemberî Adem mafê xwe diparast û nedihişt Adem lê neheqîyê bike. Lê zilam ji ser ya xwe qet nedihat xwar. Tim dixwest jin bindestê wî bimîne û di her gavê de ji bo wî bixebite. Di mîtolojîyê de û di jîyana rojane de heman tişt diqewimin. Gelek caran zilam bi vî awayî bi hovane tevdigerin û neheqîyê li jinan dikin. Jin gelek caran li hemberî vê neheqîyê serî ranakin û dikevin bin xizmeta zilman. Lê gelek jinên din hene di rêya Lîlthê de dimeşin û timî serhildêr in û li mafê xwe xwedî derdikevin. Zilam çawa be kurên wî jî mîna wî mezin dibin. Her fêkî dikeve bin dara xwe, ji dara sêvê sêv, ji dara behîv behîv çê dibin. Du kurên Adem hebûn, navê yekî Kabîl û yên din Habîl bû. Çawa mal û milkê bihuştê têra Adem û Hewayê nekir, mal û milkê dinê jî têra Kabîl û Habîl nekir. Çavên Kabîl tim li mal û milkê birayê wî bû û çav berda bû jina wî jî. Kabîl hew debar dike radibe birayê
xwe dikuje. Dest deyne ser mal, milk û jina wî. Di vê rewşê de ne Adem dengê xwe derdixe û ne jî Hewa. Weku qet tişt neqewimîne jîyana xwe dewam dikin. Ji destpêkê ve kujerê pêşî zilam bû û hîn jî wisa ne. Kuştin tim bûye para zilaman. Di hemû şeran de mêr tim li pêş in. Bi kêfxweşî însanan dikujin, ji kuştinê qet nabetilin û natirsin. Bi vê zilma xwe mala gelek kesan xira kirine. Bi vi zilma xwe dilê gelek kes şewitandine. Bi vê zilma xwe ne kevir li ser kevir hiştine û ne serî li ser laş. Dema meriv li mîtolojîya cîhanê dinêre di hinekan de Xwedayên Herbê jin in lê hema bêje li her derê cîhanê Xwedayê Herbê bi piranî mêr in. Ev nîşan dide ku zilam bi tevgerên tundî tevdigerin û di rêya Sigmund Freud temenê xwe derbas dikin. Frud jî nîşan dide û dibêje: "Jîyana me li ser du hêmana ye. Ya pêşî tundî û ya dudyan seks e.” Adem: Zilamekî Dilsoz Bê Mantiq Piştî serpêhatîya Lîlthê devê Adem ji şîr dişewite û pif dike dew. Xweda ji bo Adem ji parsûya wî Hewa jê re çê dike û wê wek dîyarî teslîmî wî dike. Adem ji jina xwe ya pêşî dersa xwe digre û wekî jina din li Hewayê zilmê nake. Her du bi hev re li baxê bihuştê di nava kêfxweşîyê de dijîn. Lê rojekê ji rojan mar diçe ba Adem û jê re dibêje "Here û sêvê bixwe.” Lê Adem ji gotina Xwedayê xwe qet dernakeve û bi gotina marî nake. Heman
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
26
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
mar vê carê diçe ba Hewa û ew gotina marî dike û ji meraqan diçe ji darê sevekê dike û wê gez dike. Sêva gez dike ji Adem re dibe û dixwaze ew jî ji sêvê bixwe. Adem di her rewşê de bê mantiq û bê fikir bi gotinan Hewayê dikir. Li vir jî bê mantiq û bê fikir radigre sêvê û wê gez dike. Adem bi gotina Xwedayê xwe dike û soza dayî wî jibîr nake lê dema jin derdikeve meydanê û bi wî re diaxive ne Xweda di aqlê wî de dimîne û ne jî mantiq. Xwe bi temamî teslîmî Hewayê dike. Hewa bi her awayî şeklê dide Adem û wî temamî diguherîne. Zilam: Timî Li Pey Jina Bedew in Di mîta Joshuayan de bi mîtek bi vî rengî heye û wisa ye: Xowalacî û alîkarê wî hebû. Alîkarê wî zilam bû. Lê Xowalacî xwest jinê biafirîne û çiqasî diceriband jî bi ser nediket. Rojekê zilam ji Xowalacî re got: "Destûr bide min, ez ê jinê çêbikim." Xowalcî destûr daye. Zilam xwe da alî, sê şev û sê rojan tûtin kişand. Piştî roja sêyan ji dûmanê tûtinê xanîyek çêbû û ji hundirê xanî jinek derket. Zilam sê şev û sê rojan li ser fikra jinê ket nava xewn û xeyalan. Piştî sê şev û sê rojan di forma herî delal û di forma herî baş de jin afirand. Jin bi destê zilam û li gorî xewn û xeyalên wî hatibû çêkirin. Ji ber vê yekê jî keyfa zilam ji jinê re hatibû û ew wekî hevjîn ji xwe re hilbijart. Zilam ji bo jinên delal tim amade ne û ji bo jinên bedew dikarin bi rehetî can bidin. Temen li pey xewn û xeyala jina derbas dibe lê dema jinek xweşik tê pêşberî wan her tiştê berê ji hiş diçe tenê jina nû dimîne. Jina nû ji wan re dibe rêya nû, dibe warê nû û dibe rêhevala nû... Adem ji jina xwe ya pêşî pir hez dikir û navê wê Lîlîth bû. Dema Lîlîth terka wî û bihuştê kir pir xemgîn bû di wê kêlîyê de Xweda jê re jinek nû afirand û ew danî ber kêleka wî. Di wê kêlîyê de Adem her tiştê berê ji bîr kir û da dû Hewayê ye. Hewa jina nû û jina bedew bû. Hewa bi bedewbûna xwe birînên wî yên berê derman dikir. Adem ji rewşa xwe ya nû, ji jîyana xwe ya nû û ji rêhevala xwe ya nû pir qayîl bû. Dema ji bihuştê tên qewirandin Adem dişînin alîyê Hindistanê (Srî Lînka) û Hewayê dişînin alîyê Mekkeyê. Adem şev û roj dikeve pey şopa Hewayê û ji bo bighîje wê jina bedew timî ji Xweda re dûa dike. Temenê xwe hem di bihuştê de û hem li dinê li pey jinê derbas dike. www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
27
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
DI DERBAREYÊ MIRINÊ DE ERSIN TEK
Mirin wisa tê terif kirin, dawîbûna jîyana însanekî, heywanekî yan jî ya şênkatîyekê ye. Heyîna însanî hinekî bîyo-psîkolojîk e, hinekî sosyo-kulturel e û hinekî jî gîyanî ye. Ev heyîna fîzîkî bi zayînê destpê dike û bi mirinê ve dawî dibe. Ji ber hindê hebûna mirinê wateyekê dide jîyanê.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
28
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Li gor ilmê Tanatolojîyê mirin bi sê merheleyan pêk tê: Mirina bîyolojîk, sosyal û psîkolojîk... Jîyan di navbera zayîn û mirinê de çerxek e, guherînek e. Herdu jî çavkanîyên hev in. Jîyan bi demeke kurt ve hatîye sînorkirin. Jîyan hertim tê dubarekirin, tê nûkirin. Yek çavên xwe li dinyayê vedike, yek dimire. Heçko mirin ji bo jîyanê ye. Bi saya mirinê guherîn û nûbûn pêk tê, nifş berdewam dike. Ji bo meriv xwe di nava jîyanê de berze neke û xwe li ser lingên xwe bigire, bi hêz be, bi zend û bend be. Hêzdarbûn jî bigirêdayî guherîn û lihevkirinê ye. Navê vî tiştî mirin e. Jîyan û Mirin Têgehên jîyan û mirinê di hundirê hev de ne wek xelekên zîncîrekê ne. Lê wateya wan ên pêşçav dijberîtî ye, dijminê hev in. Peyva di hizra mirovî de bibîrxistina jîyanê xweş û coşdar dike lê peyva mirinê bibîrxistineke sar û nexweş û wateyên cuda pêk tîne. Jîyan û Mirin; rihber û bêruh, germ û sar, kamranî û xembarî, şîn û şahî, hevrêyî û cudayî, deng û bêdengî, ronahî û tarî, saxî û nexweşî, destpêkirin û dawîbûn, hêzdarî û bêhêzî, kenî û girî, xew û hişyarî, av û agir, şukir û îsyan... Her mirinek bêwext e. Hatina mirinê ya wisa bêwext însên dihejîne, baskên mêriv dişikîne, bêçare dike, di nav dil û mejîyê mirovî de travmayan çêdike; bêhizûr dike, bêsiûd dike... Digel vê yekê hertim hilma mirinê ya nêzîk dixe bîra mirovî. Jîyan û mirin
pêkve dimeşin. Lewma di civakên kevnare de goristan li pêş çav bûn. Ji hêleke din ve ev yek tê vê wateyê; qebûlkirina mirinê. Ango însan teslîmê qeyd û bendên afirinerîyê bûne, pergala gerdûnê, rê û rêbazên kevnare qebûl kirine. Lê belê mirovên vî zemanî mirinê qebûl nakin. Lê rastîyek heye, ti çareyeke mirinê tune. Mirin dê bê û me bixe nav dest û lepên xwe. Bi pirranî her mirinek girêdayî sedemekê ye. Biteqez hênceteke mirinê heye. Hinek caran ser êşeke piçûk û ne giring, hinek caran jî êş û jana dil dibe sebeb. Hinek caran jî mirin dibe derman ji bo êş û elemên bêderman, dibe xelasî, dibe paqijî... Mixabin! Mirin ji bo her kesekî ye. Bi vî rengî
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
29
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
adil e. Lê belê li gor lêkolînên hatine kirin sosyolojîk û li gor dîtina me ya di nav civakê de berteka li hemberî mirinê tê nîşandan wekî hev nînin. Mînak, heke yekî ciwan û mêr emrê Xwedê kir berteka tê nîşandan mezin û tund e. Lê belê heke yekî pîr û jin emre Xwedê kir berteka tê nîşandan ne mezin û tund e. Temenê mirî, zayenda mirî, meqamê mirî, hwd. bertek û şînê diguherine. Ji alîyê din ve mirin însanan nêzîkî hev dike.
Di navbera wan de piştgirîyê çêdike. Çimkî di demên wisa de xwedîyê mirî bêçare ye, têra xwe nake, divê yên din piştgirîya wî/ê bikin. Bi saya piştgirîyê ve hindik be jî xem û barê merivan kêm dibe, meriv dikarin xwe li ser pîyan bigirin û jîyana xwe berdewam bikin. Bikurtasî, mirin rastîya jîyanê ya herî dijwar û misoger e. Wek çerxa êgir e, cihê dikevê dişewitîne. Însan bixwaze û nexwaze vê rastîyê qebûl dike. Ji bo vî tiştî jî têgihiştin û kemilînek lazim e. Çimkî mirina xweşdivîyan mirovî birîndar dike, bêçare dike, dilê mêriv diêşîne. Ev êş dikare mirovî kemaldar bike, meriv li ser wateya jîyanê kûr û hûr bifikire, nêzî Xweda dibe; lê belê mirin dikare merivan bixe bêhêvîtî û taritîyê de, dikare bibe sebebê îsyanê, dişê mirovan dûrî Xwedê bixe... Dînê mirinê, zimanê mirinê, wextê mirinê tune. Divê meriv her demekê hazir be. Bi sebr û metanet vê rastîyê pêşwazî û qebûl bike. Mirin hevrêyê jîyanê ye herî nêz, samîmî û rasteqîn e...
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
30
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
EM BÊRÎYA ZIMANÊ XWE DIKIN! RAMAZAN YAMAN
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
31
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Ma berê ev bajêr wilo bû. Di her tax, sikak û quncikan de kurdî serdest bû. Dengê zarokan weke bilbila di nav bajêr de olan dida. Gelê me bi kurdî digirî û bi kurdî dikenîya. Jin bi kurdî kar û barên xwe dikirin. Mêr bi kurdî dixebitîn. Jixwe ne hewceye ku ez behsa, pir û kalên me bikim, ew kurdologê xwezayî bûn. Wey felekê ev çi hal e. Êdî zimanê şêrîn ne serdest e. Di sikak û kolanên me de zarok bi zimanî bîyanî dikenin û digirîn. Belkî ji were xerib werê lê belê ez ê bibejim: Min bêrîya sixêfên kurdî kir. Berê ku zarok şer dikirin çi xweş çêr dikirin (!) Helbet sûcê mezin ê dewletê ye. Lê belê ma em bêguneh in! Ziman, xwedî gîyan û can e. Gava lorîn, dia û hêvîyên dayika yan jî dengê zarokan weke barana Nîsanê lê neyê barîn wê ziwa be û bimire… Kurdên me yên welatparêz ji ber doza kurdayetîyê bi dehan salan dikevin girtigehê. Temenê xwe yê herî bar û bereket di zindana de dirizînin. Ev hal xîreteke bêhempa ye. Lê werin li vê halê kambax meyzênin! Di heps û zindanan de disa bi zimanên bîyanî diaxivin, difikirin û dinîvîsin. Wê roja ha ez çû me serdana hevalekî xwe. Ji ber doza kurdayetîyê ji deh sala bêhtir di hepsê de mabû. Min meyîzand çi bibînîm! Hevalê min bi zarok û malbata xwe re bi tirkî diaxivî. Min got: -Ev çi hal e gidî, ma tu ji xwe fihêt nakî? Wî got: -Çi bû hevalê delal? -Ka ji kerema xwe bersiva vê pirsa min bide. Gelo tu ji ber çi ketibûyî hepsê? Weke ku fam kiribû ku ez ê çi jê bipirsim. Bi şermokî:
-Naxwe ev çi hal e lawo. Bi Xwedê ku yekî tirk werê mala te wê ji kêfa bifirê. Wê bibêje meyzênin lawo yên ku ji ber vê dozê ketine zindanê di vî halî de ne. Heke yên hişyar wilo bin, Xwedê zanê bê êdî çawa ne? Hevalê min gelekî li ber xwe ket. Hêsir ji çavên wî barîn. Weke ku ji xewê rabû destê xwe avêt çavên xwe hesirên çavê xwe paqij kir bi kelogirî: -Welah rast e biracan. Hê em nizanin bê ji bo çi em ketine hepsê. De were li vî halê ecêb binêre. Wey xwelî li ser me be! Min got: -Erê tiştê ku ji destê me nayê em destê xwe diavêjinê. Lê tişte ku ji destê me tê em nakin. Qet nebê, em zimanê xwe ye şîrîn di mal û sikakên xwe de biparêzin. Divê, herî peşî, zimanê me, di mal û sikakên me de azad bibe. Dor dora xebatêye gelî mirovan! Divê em ji vê xewa giran hişyar bibin. Zimanê me emanet e û divê em li vê emanetê xwedî derkevin. Bila têkilîya bav û kalên me, ji nişvên nû qut nebe. Zarok û nevîyên me bila ji vî zimanê şîrîn bêpar nemînin…
-Ez, ez ji bo mafên gelên xwe ketime girtîgehê. www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
32
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Ezbenî… Me Bêrîya rehmê hezkirinê efûkirinê û xweşbînîyê kirîye seydayê me Me bêrîya edebê, merhametê, marîfetê û edaletê kirîye Rêzanê me Me Bêrîya rûmetê, hurmet û mûhabbetê kirîye ezbenî.
EZBENÎ Mustafa İslamoğlu Werger: Mesut EGE
Seydayê me Li pê te îxtilaf û pevçûn bû rêya me Teqlîd bû dînê me Cahiltî bû mekteba me. Tembelî bû kesayeta me Ehmeqî bû şohreta me û kafir bû nandayê me ezbenî. Rêzanê me. Te got ez tenê evd û Resûlê Xwedê me. Hinekan gotin ew pir mezin e weke milyaketa ye em nikarin bidin pê şopa wî û tenê bi selawatan pesnê te dan. Hinekan jî gotin pêxember weka postevanekî bû wehîy anî û karê wî xelas bû ji me re ne mînak e û dan pê nefsa xwe. Serokê me Xwedê Teala gote tu ji bo bawermenda re mînakeke xweşikî. Lê me çawa kir? Me jî ji xwe re însanên din kirin serok û xelaskar. Resûl, Quran weke qilawûz û rêber. nîşan da. Lê me çawa kir? Kitêbên din ji xwe re kirin qilawûz û rêber.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
33
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Melayê me Mielimê te û Mîrasa te Qurana pîroz bû Em tenê li herfên Quranê bûne waris Me bê fêhm herfên wê xwend û mishefa wê liser dîwara rakire jorê. Lê emr û qedexêyên Quranê bi avêtina pişt guhê xwe me daxistin jêrê. Pêxemberê me Hela li halê umeta xwe binihêrî ew dînê ku te hişt gelek tişt lê barbûn. Kete çi halî Yê li halê mislimana binihêre wê bêje heke dîn ev be ev ne lazim e. Yê li te binihêre wê bêje dîn ev e û ji herkesî re lazim e. Mezinê me Umeta te bihevketin û xwîna hevdu rijandin. Te li pê xwe umetek hiştibû niha kes nizane bûye çend parçe. Hinekan gotin mîrasa wî tenê tesbîh û zikr e hinekan gotin mîrasa wî tenê ilm û fikr e hinekan gotin tenê sîyaset û cîhad e hinekan jî gotin tenê exlaq e. Her kesî ji hêla xwe ve got a rast ya min e û pê kêfxweş bûn. Divê heqî bihev re bin ne yê parçekirin heger heqî bê parçekirin civak parçe dibe Heger heqî neyê kebûl kirin malbat perçe dibe Heger heqî nê şopandin insan perçe dibe Heger heqî neyê tetbiqkirin edalet perçe dibe ha wê çaxê jihevketin û zilm tê holê me meylî zilmê kir ji ber van zilmên me zilm li me hatkirin Em şaş bûn ez benî. Mielimê me Yahûdîyan pêxember qetilkirin me jî bi dev jêberdana dawa te navête qetil kir. Pir hindik be jî hinekan dan pê şopa te û bi rêya te bextewar bûn. Yên di rêya te de ne ji can û dil ji te hez dikin bêrîya te dikin ji me nexeyidî ezbenî www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
34
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
TEŞÎRÊSA BÊQEDER FAIK ÖCAL
Dem dibihûre di çavên min de, ez bi teşîyê ûmrê xwe dibihûnim. Min di bin teşîyê de çavên xwe vekirin. Teşî dizivîre, bi teşîyê re dinê min dilûre, bexta min dinizîle, texta min dikemile.
Her ku min hiri li serê nîkê ve girêdida, gola xêlî a di dilê min de gir dibû, kûr dibû, dûr dibû, şîntarî dibû. Çîroka min a teşî hîn li ber çavên min e. Ez bi nîk û serteşî û duvik ve girêdayî bûm.
Niha teşîya ûmrê min,
Siftê hirîyê bi nîk ve girêdidim, piştre hirîyê dibihûnim.
mîna meytekî li ber çavên min ramadîye.
Her ku teşî ba dibe, hirîyê min tê rêstandin û bend bi bend gir dibe.
Min bi teşîyê çi kir, çi nedikir?
Ez teşirêsek bêqeder bûm.
Min mal çêkir, kurikên xwe şandin ser qedera xwe.
Her ku min dûvik digirt, ez diketim defika qedera xwe.
Hîn serî tilîyên min diêşin.
Di bin zimanê min de gotinekê zarokatîya min: Dirêsim û badidim.
Ez bi serî tilîyên xwe dimeşîyam. Min bi serî tilîyên xwe kezeba xwe siftê reş dikir, poştre aş dikir. Ez bi serî tilîyên xwe diçûm wî alîyê dinê û piştre vedigerîyam. Her ku vedigerîyam, dibûm însanek din, dibûm etikek din, dibûm çîrokek din. Min bi serî tilîyên xwe dinê dipîva, însan radikirin û text dadînin. Ez bi serî tilîyên xwe dimam, di erafekê bêtarîf de. Di serî teşîyê de nîkê bi nikil, di ortê dilê min de golên xêli.
Piştre rîsê di navbera dest û lingan de çêdibû, min dikir destî. Destî boyax dikir. Min desti dişûştin şûnde, piştre dikir gilok. Min rîs li birrekê dibûhand, bi cileteke kor jî dibirrî ku yan çêbibin. Bi yan a yek û yek xali û balîf çêdikir. Min xalî û balîfên xwe dibûhand û li ber çavên teşîyên min. Bi zimanê etika min: "Keça min, teşîya herduyan amanca hevkê.”
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
35
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
ÇÎROKEK NEJIBÎRBÛYÎ
DAYÊ DILAZAD A.R.T
Dayê, jîyana te bi kul û xema xemilandîye Ev çîya û ev deşt li ber şopa pîyê te ma ne Di sîtila te de hêvîyên jîyanê hatine dotin Ji xeftanê te qozeqeran ava dikim Tu bûyî bêrivana kerîyê pez, bûye strana dengbêja Di bilûra şivanan de awaza te Di dergûşa nûxurîye malê de lorîna te deng vedide Dayê, tu mîna welatê min î Çavên te çem û rûbar û asîmanên axa pîroz Di ramusanên te de hêvîya zarokên bindest heye Navê te çîrokek nejibîr bûye di mêjîyê min de Dixwînim, dinîvîsînim te Te, ji zarokên di pêçêkê de re dibejim Çendî ku bi salane di zîndanê kor de dijîm Dema ku bayê felekê Bêhnekê ji axa ku te pêlêkirîye bi ber min ve dişîyîne Ez serxweş dibim di nav çar dîwaran de Çar dîwar bi gûl û kûlîlkan dibe bihar li min Dema ku ez dibêjim welat tu tê bîra min dayê Dema ku ez dibêjim dayê welat tê bîra min Hêvîyên ku bi azadîyê hatine meyandin Bêhna nanê tenûra te difûrê li ser sînoran Sînor parçe parçe dibin, dîwarên zîndanê parçe parçe Ronahîyek diçirûse ji dilê min, dilê min şa dibe Ji bîr nabe, ji bîr nakim, nadim ji bîr kirin Ev ax bi ber e, dendikê ku tê de hatine çandin Yek bi hezarî dide, hezar bi milyonan Êdî netirse dayê, ez natirsim Ew azadîya ku me çandîye em ê biçînin Di bin sîya alayên kamranîye de.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
36
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
MONA ROZA SEZAÎ KARAKOÇ Werger: OMER YILDIRIM
Mona Roza gulên reş, gulên spî Gulê geyweyê û nivîna spî Çûkeke baskşikestî rehmê dixwaze Ax, ji ber te ya noqî xwînê bibe Mona Roza gulên reş, gulên spî Çeqelên qirêj li hember heyvê dizûrin Kîvroşk bi tirsetirs li çîyê dinêrin Mona Roza, di min de îro halek heye Baran xwar bi xwar dikeve axê Çeqelên qirêj li hember heyvê diûrin Pencera xwe veneke, perdeyan bikişîne Mona Roza divê ez te nebînim Ji bo mirina min nêrîneke te bes e Fehm bike Mona Roza, ez dînek im Pencera xwe veneke, perdeyan bikişîne Darên zeytûnan sîya dara bîyê Roj ji min derdikeve ronahîyê Gustîrkeke nîşanê, zengileke derî Her tim te tîne bîra min Darên zeytûnan sîya dara bîyê Sosin li cihên herî tenha şîn dibin Û di her kulîlkeke çolê de xurûrek heye Bayêkî ku li pişt mûmê sekinîye Rûhê min ê bê ronî herdem dihejîne Sosin li cihên herî tenha şîn dibin Destên te destên te û tilîyên te Mîna ku kulîlka hinarê dipelçiqîne Jinek bi destên xwe eşkere dibe Mîna ku di binê behrê de digere Destên te destên te û tilîyên te Wext çiqas zû diçe Mona Saet diwanzdehe çira vemirîn Rakeve ku bila quling bikevin xewnê te Wuqas xerîb xerîb li ezmên nenêre Wext çiqas zû diçe Mona
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
37
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Êvarê çûkên hêjîran tên Vedinişin li ser hêjîrên hewşê Hinek spî ne, hinek zer in Axxx! ger li şûna çûkê min bixin Êvarê çûkên hêjîran tên Jixwe ez ê te bibînim Mona Roza Di nihêrînên çûkên hêjîran de Vê babirkên vala a bi jîyanê tije bike Ew çavên mesûm li ber kêleka avê Jixwe ez ê te bibînim Mona Roza Li rûyê min dilsar dilsar nenêre Roza Te hîn stran ji min guhdarî nekirin Evîna min di her sazê de cih nagire Qûrşînek strana herî xweş dibêje Li rûyê min dilsar dilsar nenêre Roza Êdî bi min bawer bike keça koçber Guh bide û qebûl bike îtîrafê min Sermayek, xerîbek, êşeke şîn
Gûrbînîyekê dora min girt Êdî bi min bawer bike keça koçber Ji piştî baranan simbil mezin dibin Fêkî bi sebir digihêjin Rojekê kûr li çavên min binêre Tu yê fêm bikî ku çima mirî dijîn Ji piştî baranan simbil mezin dibin Bazinên zêrîn ew tenê bîhnxweş Bila bersivê bide çûkên pûrtikxwînî Pûrtikeke ku dema ku tu bişirî ya can bide Pûrtikeke ku şev û roja tarî Bazinên zêrîn ew tenê bîhnxweş Mona Roza gulên reş, gulên spî Gulê geyweyê û nivîna spî Çûka baskşikestî rehmê dixwaze Ax, ji ber te ya noqî xwînê bibe Mona Roza gulên reş, gulên spî
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
38
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
BAXÇEYÊ PISIKAN Amadekar PAŞA AMEDÎ
Li welatekî dûr bajarekî biçûk hebû. Li vî bajarî xaltîkeke pîr bi tena serê xwe di xanîyekî bi baxçeyekî biçûk de dijîya. Zarokên xaltîka Meryem zewicîn û dûr çûn. Dev ji dêya xwe berdan. Demek berê hevjîna xwe jî winda kiribû. Kesek tune bû ku wê bipirse ka ew çawa ye. Xaltîka Meryem ewqas ji tenêtîya xwe bêzar bûbû ku dest bi pisîkên yên li kolanê kir. Yên ku wê dîtin, difikirîn ku ew dîn e û jê dûrtir çûn.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
39
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Reşo ku li taxê dima, tim û tim li Xaltîka Meryemê temaşe dikir û ji rewşa wê aciz dibû. Reşo di dersên xwe de pir serketî bû û heta xortekî dibistana bilind bû. Di dibistanê de ji alîyê mamosteyên xwe ve gelek dihate hezkirin ji ber ku ew xebatkarek dijwar bû. Lê herkesî wek mirovekî mezin bi wî re dikir. Wî got ku xwendin rast e, ne bi lîstikan. Lêbelê, Reşo dikaribû herduyan jî bike. Reşo zarokek bû ku di 8 salîya xwe de ji ders û mamosteyên xwe hez dikir û bi her zanîna ku dielîmî pê şa dibû. Bûyerên ku li dora wî diqewimîn temaşe dikir û tiştê ku kesekî din nedîtibû wî dîtibû. Rojekê bihîst ku Xaltîya Meryem bi pisîkê re dipeyive. Wî dizanibû ku ew xelet bû. Guhdarîkirina danûstendinên kesên din qet tevgerek ne rast bû. Lê Xaltîka Meryem bi pisîkê re dipeyivî, ne bi kesekî re. Pisik çawa dikaribû qise bike? Reşo ji nişka ve matmayî ma, dengên ku bi wê re sohbet dikirin, dibihîstin ku bersiva Xaltîya Meryem dide. Ew fikirî ku kesek din heye. Li Xaltîka Meryem mêze kir, lê tenê pisîk bi wê re bû. "An pisik jî qise dike?” Reşo fikirî. Erê, ew pisîk bû û dikaribû qise bike. Xaltîka Meryem jî difikirî ku kes jê hez nake ji ber ku ew bi tenê ye û pir xemgîn dibû. Vê xemgînîyê hişt ku ew bi pisîkan re hevaltîyê bike. Xaltîya Meryem, her tim bi pisikan re bû û ji wan qet veneqetîya. Pisikên kuçeyan tev bir baxçeyê xwe û xwarin da wan. Li bexçeyê Xaltîka Meryem hêlekan, xîjxijik zirnazoq hebûn. Lê kesî wan bi kar nedianîn. Piştî ku
pisîk hatin, mala xaltîyê tijî bûbû û êdê xaltî ne tenê bû. Bexçeyê bi pisîkên bedew bala her derbasekî dikişand, her kes bi dîtina ji dûr ve qayîl dibû, xema kesî nebû ku xaltî bi tenê ye, nedihatin cem wê û digotin ew dîn e, jê direvîyan. Lêbelê, Reşo bi dizî li Xaltîya Meryem û pisîkan temaşe dikir, hewil dida ku fehm bike ka hevaltîya wan çawa ye. Her yek ji pisîkên ku bi Xaltîka Meryem re hevaltî dikirin. Pisîkên ku li kolanê bûn ji alîyê kesên derbider ve nedihatin dîtin. Reşo xortekî jîr bû. Bi temaşekirina wan, bi derengî be jî, wî ev yek fehm kir. Her kesî ji bîr kiribû ku pisîk jî zindî ne. Herkesî difikirî ku pisîk nikarin qise bikin û herkes henekên xwe bi Xaltîya Meryem dikir. Lê pisîkan bi rastî qise dikirin. Piştî wê rojê, Reşo dest pê kir ku ji xwarinên di çenteya xwe ya xwarinê de li kuncên kolanan danî. Li ser vê yekê bi mamosteyên xwe re jî qisekir. Piştî wê demê yek heywan jî li kolanê birçî nebûn. Ji wê rojê şûnda Reşo û hevalên xwe qet xaltîka Meryem bi tenê nehiştin. Baxçeyê pisîkan bû cihê meraqdaran.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
40
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
JI HÊLA NAVEROK Û TÊGEHÊN SEREKE VE ANALÎZKIRINA FILMÊ
SIFIR KÎLOMETRE DILAZAD ART [email protected]
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Destpêk Di vê xebatê de emê li ser fîlmê derhêner Hiner Saleem yê bi navê Sifir Kîlometre birawestin.
Derhêner Hiner Saleem
41
Pêşî nasnameya fîlm diyar bikin û duvre naveroka fîlm pêşkêş bikin. Di dawiyê de di fîlmê Sifir Kîlometre de têgehên sereke yên “sînor, çiya, jin, veger û zarok” analîz bikin. Nasnamaya Fîlmê Sifir Kilometre (Kilometre Zêro) Derhenêr; Hiner Saleem Dem; 91 dq. Sal; 2005 Ziman; Kurdî, Erebî, Fransevî Welat; Iraq, Finlandiya, Fransa Kurteya Fîlm Jiyana kurdekî an ku Ako, dema şerê Iraq û Îranê de dibin leşkeriyê mijara film e. Ako li leşkeriyê zahmetiyan dikşînin. Ji bo ku miriyên şer an ku şehîdên şer teslîmî malbata wan bike bi ajotvanekî ereb re rêwingiyeke balkêş dike. Rêwingî ji Basrayê heta Zaxoyê didome. Pêşkêşkirina Fîlm Fîlm li Fransayê dest pê dikê. Ako û Selma di siwara xwe de diçin. Li radyoya Fransayê guhdar dikin. Ako li deverekê siware disekinînin. Ji siwarê der tê. Selma jî li pey derdikevê. Dûv re fîlm awayekî flashback diçe demên borî. Cîh Iraq e, dema şerê navbera Iraq û Îranê ye. Ako diçê ji dikanê nan dikire. Leşkerên Sedam bi ser gund de digrin. Zilamê ku dibînin li cimsê siwar dikin û bi xwe re dibin. Wana tînin navenda leşkeriyê. Yek bi yek derbasî hundirû dikin. Samî mirovekî gelekî qelew e. Serleşkerê navendê, Samî disekinîne û jê dipirsê. ‘Tu erebî an kurdî?’ Samî ‘Iraqî’ Serleşker ‘Bes kurdî?’ Samî ‘Kurdekî Iraqî.’ Serleşker ji vê bersivê pir aciz dibe û şkenceyên keyfî li Samî dike. Samî niv tazî dikê. Dide bazdan, dawiyê de dansê pê dike. Di navendê de bi hoporlorê propaganda Sedam Hiseyin û meznahiya gelê ereb dikin.
Bi şev kesên ku girtine yek bi yek tênin bal serleşker. Yekî beriya Ako tînin. Bi nîşandana destê Serleşker, leşker wî dibin. Dema serleşker bi Ako re diaxivê leşker vî kesî înfaz dikin. Dûv re serleşker Ako serbest berdide. Ako ber bi mala xwe ve diçe. Di siwareyeke leşkerî de serleşker bangî Ako dike. Ako naxwazê lê siwar be. Spasiyê xwe dikê. Serleşker ji siwarê peya dibe û şeqamekê li ser rûyê Ako dixe. Ako ji tirs û xofê slava leşkerî dide. Piştî ku serleşker diçê wek ku Ako ji xwe şerm dike destê xwe dixê nav pora xwe. Ako li malê ye. Mala wî li serê girekî ye. Li ba jîna xwe Selma rûniştiye. Ji jina xwe re dibêjê: ‘Divê em ji wê derê herin.’ Selma: ‘Heta bavê min nemire ez naçim.’ Ako: ‘Bavê te yê me gişa bikê gorê.’ Bavê Selma pîrekî di nav livînan de ye. Nexweş
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
e. Guhê wî nabihîzê. Ako pê re dipeyivê lê bavê Selma tiştekî jê fêm nakê. Ako aciz dibe û dirabê diçê. Ako diçe cem sîmsarê ku mirovan derdixin derveyî sînor. Di vegerê de ciwanekî bi lingekî ku seqet bû Ako disekinînê û jê re dibejê: ‘Ez eskerek bûm di şerê Îran û Iraqê de.’ Ako tê malê. Mala wî li çiyaya dimeyzêne. Çeqmaqê xwe yî ku dengê hespan jê tê derdixê dide kurê xwe. Kurik bi çeqmaq dileyîzê. Diçê bal Selma û jê re dibejê: ‘Divê em ji vir herin.’ Selma: ‘Ez bavê xwe li vir tenê nahêlim.’ Ako: ‘Yê min bibin leşkeriyê.’ Selma bi awayekî ku bêçareye li rûye vî dinêrê. Di hewşa malê de Ako: ‘Gereke em ji vir herin.’ Selma: ‘De baş e. Çareyekê ji bo bavên min bibîne.’ Çavê xwe ji ber çavên Ako vedişêrê. Ako ya dawî dibê: ‘Ezê sibê diçime eskeriyê.’ Li ser pişta qamyonetekê peykerê Sedam dikevê navenda leşkerî. Leşker li derdora peykerê Sedam dikevin slavê. Ako leşker e. Leşker li qada leşkeriyê kom bûne. Samî li erdê direjkiriye û li feleqê girêda ne. Serleşker bi awayekî tundî qamçiya li binê piyê Samî dixê. Piştî
Afîşa Fîlmê Sifir Kilometre
42
şkenceyê Samî radibê diçê rêza xwe. Di hoporloran de propaganda Sedam dihat kirin. Dengê ku ji hoporlorê tê dibê: “Leşker tev qadê bicivin?” Leşker dicivin. Çend kurdên ku dest û çavên wan girtî li meydanê li ber manga înfazê sekinandine. Serleşker van kurdan bi xayîntî itham dikê û dibê: “Ji bo emperyalîzm û Siyonîzmê dixebitin.” Û dibê: “Ji bo Farisên mecusî sîxurtiyê dikin.” Ji ber vana fermana wan ya kuştinê dide. Manga infazê wan dikujê. Leşker di perwerdeya leşkerî de ne. Serleşkerek propaganda şer dike. Dûv re leşkera dişiyêne cephê. Lê Samî naçê. Serleşker wî dixwazê ba xwe û bi jopan lê dixê. Bangî du leşkeran dikê ji bo ku Samî bibin. Wê keliyê balafirên Îranê bomba dibarînin. Leşker tev direvin. Ako û hevalên xwe runiştîne. Ako ‘Em ji bo kê şer dikin?’ Adnan: ‘Ji bo Kurdistana gewre ye. Welleh ji bo Iraq zor kerîtî ye.’
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Dîmenek Ji Fîlmê Sifir Kilometre
43
Li her deverê posterên Sedam daliqandîne. Her dem propagandeya Sedam dihat kirin. Ako di cepha şer de ye. Ako di her firsendê de dibejê: ‘Ez çi dikim li vir? Çi dikim li vir? Ax nalet werê vî serî, li vî kerî, li vî şerî, li vê Iraqê’ û li serê xwe dixê. Ako ji bo ku ji leşkeriyû çiruk bibe prowaya ku bêlingek bibe dike. Ji hevalê xwe dipirsê ‘Jineke xweşik, bedew ji mêrekî yek ling hez dike gelo?’ Hevalê wî bi wateya erê serê xwe ditevînê. Ako bi çeqmaqê xwe dileyîze. Jina xwe û kurê xwe tînê bîra xwe. Ako û hevalên xwe runiştîne. Ako ji wan re dibejê: ‘Ez dixwazim herim Ewrupa. Mirovên li Ewrupa bi aqil in. Ev şêşt sale şer nekirine. Gava şer dikin birastî baş şer dikin. Kêmî şêşt milyon mirov nayê kuştin.’ Erîş li wan tê kirin. Tev direvin kemînan. Ako di kemînê de ji bo ku seqet bibe lingekî xwe bilind dike. Şer dijwar dibe. Bomba bi ser wan de tên barandin. Ako lingê xwe bilind dike. Dikevê şoqê. Hevalê vî, Samî vî disekinînê. Bi wazifeya ku miriyên şer an ku şehîdên Iraqê teslîma malbata wan bikê Ako tê hilbijartin. Ako bi hevalên xwe Samî û Adnan xatir dixwazê û diçê li siwara ku tabuta şehîdekî Zaxo li ser bû. Bi dehan siwarab bi vî rengî didin rê. Ser tabutan bi ala Iraqê hatibû xemilandin. Rêwingiya Ako dest pê dike. Bi marşên şoreşgerî didin rê. Di noktaya lêgerina pêşî de jî Ako dibe şahidê înfazekê. Ew ê hatibû înfazkirin li gor cilan eşkere bû ku ew mirovekî kurd e. Şifer / şofir ereb e, Ako jî kurd bû. Heta rêyeke dirêj her du bi hev re napeyîvin. Li nêzîkî gundekî siware xera
dibe. Şifer ji bo ku avê bînê diçe nava gund. Ako siwarê tamîr dike. Di rê de li ser pişta qemyonetekê peykerekî Sedam yê bi qam hebû û qemyonet di ser rê ve diçê. Ako siwarê, li pey şifer dibe. Dema şifer ji jinekê alîkariyê dixwazê jin tabuta li ser siwarê dibîne. Ji wê were ku ew miriyê wê ye. Dide qîr û hewaran. Her çiqas şifer dibe na jî, jin bawer nakê hê bêhtir dide qîr û hawaran. Ako siwarê ji wir dur dikê û şifer li pey siqefan dike. Têne deverekê li wir Ako û şifer pev diçin. Di dawiyê de her du jî diwestin û dirawestin. Rêwingiya xwe didomin. Tên noktayeke dî ya lêgerînê. Li vir serleşker dibê: ‘Şehîdê ku derê ye?’ Ako: ‘Zaxo’ Serleşker siwarê dikşênê pişt rê. Ako ji serleşker cihekî xwarinê dipirsê. Serleşker ‘Ev der ne
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Dîmenek Ji Fîlmê Sifir Kilometre
44
restorand e.’ Û diberdê Ako. Şifer û Ako li ser keviya rê xwarinê dixwun. Piştî ku xwarina Ako diqedê Ako diçê dest û devê xwe bi ala li ser tabutê paqij dike. Şifer wî dibîne û bihêrs tê alê ji destê Ako derdixê. Herdu di siwarê de runiştîne. Şifer ji Ako dipirsê ‘Zarokên te hene?’ Ako ji cuzdana xwe fotografê kurê xwe û jina xwe derdixê nîşanî wî dide. Dûv re Ako ji şifer dipirsê: ‘Zarokên te hene?’ Şifer jî ji cuzdana xwe nîşanî wî dike. Lê fotografê jina xwe bi destê xwe digrê. Piştî ku serleşker destura wan da, didin rê. Di rê de qemyoneta ku peykerê Sedam tê de ye li pey wan diçê. Li restoranekê de qemyoneta bi peyker digihê van û dide pêşiya wan heta dawiya fîlm ev sahne dubare dikin. Piştî rêwingiyeke direj
dikevina axa Kurdistanê. Ako ji siwarê peya dibe û axê maç dike. Bi hesret û dilxweşî li çiya û deştê dinêrê. Şifer ji siwarê dadikevê û ji Ako dipirsê: ‘Ev der ku dere?’ Ako bi dilekî coş: ‘Ev der Kurdistan e.’ Şifer hêrs dibe û dibejê: ‘Kurdistana çi, ev der Iraq e Iraq.. Iraq...’ Şifer li stranê erebî gohdar dike. Ako dengê teybê qut dike. Wek ku dixwaze bibejê “ev der Kurdistan e.” Li nokteyeke dî ya lêgerînê serleşker dîsa bi Ako re dixeyîde. Û siwarê dikşênin ber rê. Li vir bi dehan siwareyên dî yê ku tabutên şêhîdan li ser pişta wan hene. Evqas kes kurd yên ku di şer de ji bo Iraqê mirîne. Hevalekî Ako jî bi siwarekê re wek wezîfedar hatibû. Ako jê dipirsê: ‘Cenazê te kî ye?’ Hevalê vî dibejê : ‘Hevalê me… Samî’ Ako bawer nakê lê dûv re digirî. Karwanê siwareyên şehîdan didin rê. Hemû ber bi bajar û gundên kurdan ve diçin. Li pêşiya Ako qemyoneta peyker diçe. Hem şehîd diçin Kurdistanê û hem peykerê Sedam. Li nokteyeke dî ya lêgerîne dîsa tê ne sekinandin li ser pirekê. Çêlekek tê li pêşiya siwarê rîxa xwe dike û diçê. Di dawiye de digihin gundê ku şehid ji wir e. Ako diçê ber deriyê wan. Ji hewşa wan deng û kenên zarokan tê. Ako naxwazê ve kêfa wan bişkênê û vedigere. Şifer matmayî dimenê. Ako berê şifer dide Akreyê dibejê: ‘Malbata wan barkiriye Akrê.’ Li deştekê tabutê dideynin. Behn bi cenazê ketibû. Ji behna nikarin li ba cenazê bisekinin. Şifer dibejê: ‘Ezê herim xwarin bixûm û bêm.’ Dema li siwarê siwar dibe berê xwe
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
Dîmenek Ji Fîlmê Sifir Kilometre
45
dide Ako û ji Ako re dibejê: ‘Tu kurekî baş î. Dibe serê te jêkin. Kurd…’ Ako jî jê re dibejê: ‘Tu jî kurekî baş î. Eger di nava panzdeh deqîdayan de nevegerê ezê guleyan di sere te de berdim. Ereb…’ şifer pêl xazê dike û çentê Ako ji siwarê tavejê û diçê. Ako bi tabutê re bi tenê di nîvê deştê de dimênê. Dirahijê ala Iraqê û li ber ba difirenê. Dûv re ji hêrs û nefretê pêl alê dikê. Heta deverekê tabutê li pey xwe dibê. Dûv re merşêke li ser dixwenê û kaxeza şehîd dideynê ser tabutê. Ji bo ku li ber ba neçê kevirekî jî dideynê ser kaxezê û ber bi gundê xwe ve firar dike. Du karakterên dijberî hev yên klostrofobik ji mecburî di heman cihî de bihev re dimenin. Di van fîlman de armanc dijberiya her du karakteran bi awayekê klostrofobik di heman cihî de bênê cem hev. Ev rewş bi taybetî di fîlmê Sifir Kilometre de xwe derdixe pêş. Gengeşî û pevçûnên Akoyê kurd û şiferê ereb formeke klostrofobike. Ako, di ser rê de rastî mirovekî ku çengekî vî nine tê. Vî jî di şer de çengê xwe winda kiriye. Pê re dikevê sohbetê. Ji bo çûyina derveyî Iraqê û jin û kurê xwe û li ser xezûrê xwe diaxive. Ako: ‘Tu dikarê xezûrê min bikujê? Na na, bifetisêne. Bila bimrê. Jixwe re ew jî xilas bê em jî xilas bin. Ezê gelekî memnun bibim.’ Ako di pencereya xanî de dinêrê Dengê radyo bilind dibe. ‘Ev der dengê Kurdistan e.’ Ako tê bi radyoyê dileyîzê. Radyo bahsa komkujiya Helepçeyê dike. Bahsa çekên kimyewî dike. Ew mirovê bi çengekî bangî Ako dike.
Jin û zaroka wî û xezûrê wî jê re anîne. Ako bibez diçe ba Selma. Selma şoqê derbas dike. Lê di demeke kurt de hişê wê tê serê wê. Hevdu hembêz dikin. Dûv re diçê kurê xwe hembêz dike. Mirovê yek çeng xezûrê wî jî tênê. Ako ji vêna pir aciz dibe. Lê tiştekî ku bike nîne. Dîsa xezûr di navbera Ako û Selmayê de dibe sedema gengeşiyê. Ako sedema neçûyîna Ewrupa bi xezûrê xwe ve girê dide. Lê jina wî Selma nikarê dev ji bavê xwe berdê. Selma gomlekekî diyarî Ako dikê. Gelekî kêfa Ako tê û dibejê: ‘Selma ez ji te gelekî hez dikim. Aha wek van çiya’ û destê xwe bi çiya ve dike. Bi hev şa dibin. Dengê balafiran tên. Piştî bi kêliyekî bomba barandina balafiran dest
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
46
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
pê dike. Her dever dibe toz û duman. Fîlm li Parisê didomê. Li hember Eyfelê Ako û Selma bi Frensî diaxivin. Radyoya Fransa bahsa hilweşandina rejîma Sedam dike. Wê kêliyê Ako û Selma di pencerê de qîran didin: ‘Em azad bûn, em azad bûn…’
deştê dinêrê û bi dilekî xweş û biheyecaneke mezin ji şiferê siwarê re ku ereb e dibejê; ‘Ev der Kurdistan e.’ Carna ne tenê sînorên siyasî hene, sînorên coxrafî ji mirovan ji hev qut dike. Dema ku Ako dikevê nav axa kurdistanê êdî bi kurdî diaxivê. Ev na jî dema mirov xwe li welatê xwe dihesibînê aramiyekê û serbilindayiyeke dide mirov. Ako bi vê serbilindahiyê bi kurdî diaxivê. Lê di dawiya fîlm de Ako û jina xwe direvin Fransayê. Di vir de Ako sînorekî dî derbas dike ku di fîlm de ev sînor nayê dîtin. Tenê em têdigihijin ku Ako bi rêyên kaçax reviyaye Fransayê. Çiya
Di Fîlmê Sifir Kîlometre de Têgehên Sereke Sînor Sifir Kilometre sînor bi awayekî dî tê nişandan. Trawma di vir de di nava heman dewletê de sînorên ne diyar hene ku ev sînorên coxrafî ne, ne ji sînorên siyasî ne. Lê fîlm li ser şerê navbera Iraq û Îranê de rewşa leşkerekî kurd e. Ku bê daxwaza xwe ketiye şer. Dema ji bo cenazeye artêşê teslîmî malbata wan bike tê wazîfekirin, dikevê rêwingiyeke duvdirêj. Di vir de Ako û cenaze kurd in. Şiferê siwarê erebe. Ji kurdbûna Ako û cenaze metaforeke travmatikê ku cenaze ji bo berjewendiyê Iraqê hatiye kuştin û Ako jî leşkerekî arteşa Iraqê ye. Siware ber bi Zaxo ve diçê. Dema ku siware digihejê axa kurdan Ako ji erebê dadikevê û axê maç dike. Li serê çiyayekî bilind li çiya û
Sifir Kilometre rêwingiya ji nav Iraqa ereban ku ji Basrayê destpêdike heta nav erdnîgariya kurdan didomê. Cihê ereban deşt in. Dema ku rêwingî digihê nav axa kurdistanê erdnîgariya deştê vediguhezê erdnîgariya çiyayî. Di vir de çiya û kurd wek hev tê dîtin. Dema ku Ako li serê çiyayekî bilind li Kurdistanê dinêrê bêhna azadiyê distênê û ji wir pê ve bi kurdî diaxivê. Di vî fîlmî de bi cenaze re peykerê Sedam jî çiya çiya diçê ber bi bajarên kurdan ve. Ev metaforeke bi hêzê ku ji hêlêkê ve cenazeyekî Kurd ku di şerê navbera Iraq û Îranê de miriye û peykerê Sedam bi hev re diçin bajarê kurdan. Jin Selma ya di Sifir Kilometre de jineke ku dev ji bavê xweyî nexweşê nav livîna de ye bernadê. Di vî fîlmî de hêstên li hember bavekî nexweş derdikevin pêş. Her çiqas Ako dixwaze dev ji bavê Selma berdin û herin Ewropa jî Selma ji bo wena razî nabê û li ba bavê xwe dimenê. Ji xwe li ser vê sedemê Ako ji mecburî diçê leşkeriya Iraqê. Piştî ku Ako ji leşkeriye firar dike jî Selma li ba bavê xwe dijî. Dîsa Ako dixwazê ku Selma dev ji bavê xwe berdê û bihev re birevin Ewropa. Lê Selma dev ji bavê xwe bernadê. Heta ku di bombabaranekê de bavê xwe tê kuştin êdî Selma bi Ako re direvê Fransa. Girêdana Selmayê ya bi bavê xwe ve giredana bi axa xwe û kevneşopiya xwe ye. Lê di vir de Selma jineke modern e. Bi cil û bergên xwe û bi jiyana xwa jineke modern ya kurd ku li gund dijê nîşanî me dike. Her çiqas di jiyana kurdên ku li gundan dijîn giredana cil û bergên bi vî rengî nebin jî dibe ku derhêner vêya wek metaforeke ku kurdan jî modern bide danasîn. Jixwe li dema ku
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
47
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
mijara fîlm lê derbas dibe jineke bi vî rengî di gundekî çiyayî yên kurdan ku bi jî dûrî rastiya dema xwe ye. Em dikarin vêya wek metaforeke derhêner an romantîkbûna derhêner binirxênin. Veger/Çûyîn/Bêrîkirin Sifir Kilometre rêwingiyeke ku ji Basrayê ber bi bajarê Zaxo ve ye. Ev rêwingî bi siwarê ye. Di vir de bi awayeki hêsan rêwingî didome ji ber ku sînorên siyasî re derbas nabê û ji bo Ako wek wazifedarekî dewleta Iraqê ye bi awayekî hêsan rêwingiya xwe didome. Lê dema ku dikevin nav axa kurdistanê ya coxrafî rûyê rêwingiyê diguherê serbestiyê. Zarok Fîlmê Sifir Kilometrê de zaroka serleheng Ako heye. Lê di vir de zarok di rolekî pasif de ye. lê dîsa jî dema Ako li leşkeriyê ye bêrîkirina kurê xwe bi çeqmaqê ku kurê wî jê hezdikir têne ziman. Encam Ev xebat diyar dikê têgehên ku di jiyana Kurdan de cîh digrin bêguman mohra xwe li hûner û çanda Kurdan dixê. Sînor, rastiyeke civaka Kurda ye ku axa Kurdistanê di nav çend netewe-dewlet de hatiye parvekirin. Êşa sînor xwe di fîlmê Sifir Kîlometre de li rûyê mirov dixê. Çiya, nîşaneya erdnîgariya Kurdistanê ye. Di fîlm de çiya wek Kurdistan bi xwe tê diyarkirin. Di vî fîlmî de derhêner rolekî modernîst daye jinê. Her Kurdekî navser di demeke jiyana xwe de ji axa xwe, ji welatê xwe dûr ketiye û di dawiyê de ya sax ya jî mirî vegeriyaye welatê xwe. Di fîlm de zarok di roleke pasîf de ye. Lê dîsa jî bêrîkirina zarok wek berîkirina pêşerojê em dikarin bibînim.
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
48
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
KURDî X Podcasta Çanda Kurdî
Ji ser Platforma Youtube Bi sponsoriya Yunis Şafî Bi Piştgiriya Çandnameyê DEST BI WEŞANÊ KIR
https://www.youtube.com/@kurdixpodcast
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023
Koma Kovargerên Kurd Koma Kovargerên Kurd bi hêvîya kovargerên kurd bînê ba hev, bingeheke sazîtiyê bide kovargeriya kurdî, kovargeriya kurdî hem bi sewirandinê hem bi naverokê bi pêş de bibe û pirsgirêkên kovarên kurdî bi hev re çareser bike hatiye damezirandin. Kovarên Endam
Kubar
ÇANDNAME
Hejmar 4 • 01/2021
E-KOVARA ÇANDA KURDÎ YA MALPERA WWW.CANDNAME.COMÊ • JIMAR 4 • 01/2021 •
LI PEY ŞOPA BAV Û KALAN BI RENG Û DENGÊN JÎYANÊ
Rojbîn Û Fehîma
Em hêza xwe ji malbata xwe û ji gelê xwe distînin.
XALID CELALÎ [16]
ENDÎŞE (METIRSÎ) CÜNEYT YAZICI [20]
kürd Araştırmaları D e r g i s i
KURD’ îNALCO
Kurd’^înalco Hejmar 2 - 2020
Laser
2020 Hûmare - Hejmar: 6
BI ÇAVEKÎ ZANISTÎ GERdÛN Û EM
Kovara Xwendekarên Kurd ên Parîsê
Ziman • Wêje • Zanist • Hevpeyvîn • Kurte-Nûçe • Hînkera Fransî • Karîkatur
FANZÎNA WENDEKARANÊ UNÎVERSÎTEYA ÇEWLÎGÎ
FANZÎNA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ÇEWLÎGÊ
CEGERXWÎN
D O S YA :
KÜRT MÜZİĞİ Dekolonyal Hafızanın Şenliği Olarak Kürt Müziği: ‘Yurdsuz’ Dilin Coğrafyası Engin Sustam Tanıl Bora: Kürtlere “Yüksek Teori” Reva Görülmüyor O Ses(Siz) Türkiye Zozan Goyi Pervin Chakar: Kürtler Kendilerini Hür Sanıyor Ama Değiller Bulanık’ta Dengbêjlik Edebiyatı Ve Temsilcileri Nevzat Eminoğlu - Gülistan Çoban Eminoğlu Şakiro: Dengekî Ku Digihîje Çar Alîyê Welat Kenan Söylemez
4
Sözün Hafızası: Dengbêjlik Geleneğinin Kollektif Bellek İnşası Yusuf Uygar Yarsanlar Ve Kürdistan’da Esrime/Mistik Bir Tür Olarak Yarsan Müziği Nurdan Şarman Gandhi’s American Revolution Can Kurds Pull Off The Same İn The Middle East? Kani Xulam Bandora Hûnera Dengbêjiyê Dı Avabûna Nasnameya Netewî Da Mehmet Gültekin
Cegerxwîn; Ne-Ziman Dij-Ziman Serdar Ay
E-DErgi
Ekim-Kasım Aralık 2020
Di Edebiyata Modern a Kurdî De Berdewamiya Netewperweriya Ehmedê Xanî
Reşat Çelîk
Dîroka Bajêr-1 Kok û Rehên Bajêr Mustafa Çelebî
BERFANBAR 2020
HEJMAR 4
Temaşe
POPKURD 09/2020 • Jimar 8
e-Kovara Kultura Populerê
e-Kovara Hunerî ya Sînemayê Her Demsal Tê Weşandin Jimar 03 • 03/2021 •
HINÊR SALEEM “EZ DI NAVBERA EDEBIYAT Û SÎNEMAYÊ DE MAME”
DILKETIN - MINEWER ASLAN
PAŞA AMEDÎ [23]
TENBÛRA YARSAN - SHAHAB VALÎ
CÎHAN ROJ [04]
POPPIRS: HÊVÎDAR ZANA
Di Edebiyata Kurdî DIRÛNKAR de RÊZEROMANÎ
Hevpeyivîn Li Gel Derhêner Yilmaz Ozdîl Temaşe
1
otf$y/KovargerenKurd [email protected]
Çandname Endama Koma Kovargerên Kurd e
Hevpeyivîn Li Gel Lîstikvan Şêrvan Hacî Kulîlk
ڕووخساری ژنەهونەرمەندێک لە تاىف الویدا؛ سەبارەت بە »فیلمی «ژووانەکانی ئانا Awat Pouri
Perdeyî Ser O Xeyaletê Yew Ruhê Bêhuzurî: Sînemaya Ingmar Bergmanî Pınar Yıldız
50
çandname | ekovara çanda kurdî • jimar 6
www.candname.com | malpera çanda kurdî • 2015-2023