122 68
Kurdish Pages 58
REWŞA DERÛNÎ TRAWMA Û ALÎKARÎ PIŞTÎ KARESATAN
TCultHS Institute for Transcultural Health Science
REWŞA DERÛNÎ TRAWMA Û ALÎKARÎ PIŞTÎ KARESATAN •
Amadekar Psîkiyatrîst Azad Dildar Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri Pispora Xizmeta Civakî Gülperi Gündüz Derûnnas Rozerîn Yıldırım Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad Derûnnas Siyabend Aslan Derûnnas Samed Doğan Pisporê Xizmeta Civakî Abdullatif Meşe Derûnnas Hasan Öztürk Derûnnas Hasan Elçeoğlu • Edîtor Abdulsıttar Özmen Siyabend Aslan Sererastkirin Aydin Rengîn Rûpelsazî Ridwan Xelîl
Ev destpirtûk di bin banê Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî de bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.
Çapxane: Berdan Matbaacılık, Davutpaşa Cd. Güven İş Merkezi C Blok, No:215 Topkapı/İstanbul Tel:+90212 613 12 11
NAVEROK Pêşgotin.............................................................................................................. 3 Bertekên derûnî yên piştî karesatan ........................................................................................ 5 Agahdarkirina civakê derbarê karesatan........................................................................................... 12 Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan............................................................................................ 15 Stresa trawmatîk û bandora wê.................................................................................................... 19 Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê ............................................................... 23 Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê........................................................................................................... 26 Bertekên zarokan ên piştî erdhejê................................................................................................ 28 Vegotina erdhejê ji zarokan re....................................................................................................... 31 Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan........................................................................ 34 Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî ............................................................................... 36 Ragihandina xebera ne baş û mirinê bo xebatkarên tendirustiyê......................................................................... 39 Xweparastina xebatkarên tendirustiya derûnî piştî karesatan ................................................................................................. 43 Nûçeyên trawmayê û medya ............................................................................................................. 47 Çavkanî .............................................................................................................. 50
PÊŞGOTIN Îroroj li dinyayê gelek karesat û bobelat an bi awayê xwezayî an jî bi destê mirovan pêk tên. Erdhej, lehî, şer, rûdanên şewatê û hwd ji van karesatan in ku bandora xwe li ser mirovan dikin. Dibe ku di van karesat û bobelatan de mirov cih û warên xwe, hezkiriyên xwe winda bikin, ji wan dûr bikevin an jî bibin şahidên rûdanên ne xweş ku derûniya wan serobino dibe. Di rewşên wisa de divê em vê baş bizanibin ku her mirov li hemberî van rûdanan bertekên cuda nîşan didin. Dibe ku gelek ji wan matmayî bimînin, xwe di bêewlehiyê de hîs bikin, tirseke zêde bijîn û nizanibin bê dê çi bikin. Ev bertek jî li gorî hin pêkeran diguherin ku temen, zayend, şideta rûdanê, rewş û asta windayiyan, piştgiriya civakî hin ji van in. Ji bo ku takekes rewşa xwe û derdora xwe baştir fêm bikin, haydarbûna nîşêt û bertekên piştî karesatan gelekî girîng e. Ev haydarbûn dibe ku bikeve pêşiya pirsgirêkên mihtemel an jî nehêle ku pirsgirêk mezin bibin. Wekî din tê zanîn; karesat ji zarokan heta pîran, bandorê li hemî mirovan dikin. Taybetiyên zarokan ji yên mezinan cuda ne loma nêzîkatiya li hemberî zarok û mezinan jî dê ne weke hev be. Di xebatên piştî karesatan de, xebatkarên tendirustiya derûnî jî cih digirin; rewşa qadê û xebatên ku pêk tînin bandorê li wan dike lewra xweparastina wan jî girîng û pêwîst e. Wekî din di pêvajoya karesatê de ragihandina nûçeyên bûyerên trawmatîk û cihgirtina van bûyeran a di medyayê de xaleke pir girîng e. Me jî di vê pirtûkê de weke pisporên tendirustiya derûnî xwest, li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di van rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem bo xwe û hem bo derdora xwe alîkar bin.
3
Ev pirtûka li ber destê we çend xalên girîng ku li jêr hatine rêzkirin vedihewîne. Em di wê hêviyê de ne ku ev xebat piştevaniya kesên hewcedar bike û bo wan sûdewer be: »»Bertekên derûnî yên piştî karesatan »»Agahdarkirina civakê derbarê karesatan »»Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan »»Stresa trawmatîk û bandora wê »»Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê »»Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê »»Bertekên zarokan yên piştî erdhejê »»Vegotina erdhejê ji zarokan re »»Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan »»Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî »»Ragihandina xebera ne baş û mirinê bo xebatkarên tendirustiyê »»Xweparastina xebatkarên tendirustiya derûnî piştî karesatan »»Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de
4
BERTEKÊN DERÛNÎ YÊN PIŞTÎ KARESATAN Rûdanên trawmatîk yên wekî karesat û bobelatên xwezayî û yên dîtir jiyana mirovan serobino dikin. Ev rûdan bandorê li hest û raman û nêrînên mirovan dikin ku wan bi diltirsî, şaşwazî û metirsiyan dorpêç dikin. Û karesatên wisa mirovan tînin wê astê ku ew bixwe jî nikarin hestên xwe fêm bikin û dibin xeribê tevgerên xwe. Mirovên dûçarî karesatên xwezayî, hin bertekan nîşan didin ku ev hemû bertek li hemberî rûdaneke neyînî di asteke normal de ne. Bertekên takekes li gorî rûdana karesatê, radeya wê û asta bandorkeriyê û taybetmendiyên takekesî tên guhertin û dibe ku li gorî her mirovî jî cuda bin. Ev bertek gelek caran ew bertekên neyînî ne ku nahêlin takekes ji jiyana xwe tamekê bistînin. Lê divê neyê jibîrkirin ku hin kes jî li hemberî van rûdanên neyînî bertekên erênî nîşan didin.
5
Mirov dikare bertekên ku bi gelemperî tên dîtîn wisa rêz bike: Ji aliyê venasînî ve »»Pirsgirêkên hafizeyê û di bibîranînê de zehmetkêşî »»Fikr û fikarên nebaş û tevliheviya mêjî »»Metirsiya zêde »»Zehmetkêşiya axaftin û guhdarkirinê ya derbarê rûdanê »»Fikr û fikarên bêhemdî mirov Ji aliyê hestî ve »»Tirs, diltirsî »»Xemgînî û kesera zêde »»Hêrs »»Sûcdarî »»Poşmanî »»Enerjiya zêde an jî hîskirina ku enerjî qet tune ye »»Sarbûna ji jiyanê an jî xemgînî Ji aliyê fizîkî ve »»Pirsgirêkên xewê û îştehê »»Xwêdan an jî ricifîn »»Ragêşî an jî veciniqîna bi hêsanî »»Êşa mîdeyê, serêşî û êşên dîtir ên fizîkî Ji aliyê reftarî û civakî ve »»Zehmetkêşiya xewê »»Ji aliyê enerjî û çalakbûnê ve zêdebûna hestan an jî kêmbûn »»Tim û tim girî û xwenebaşhîskirin »»Sûcdarkirina kesên dîtîr û hêrsbûnên ji nişkê ve »»Zehmetkêşiya di qebûlkirina alîkariyê de an jî alîkariya bo kesên dîtir »»Xwesteka ku xwe tenê bihêle an jî xwe îzole bike
6
Mirovên dûçarî karesatekê dibin bi gelemperî van bertekên jêr jî nîşan didin: »»Gava şiyar in an jî di xew de ne derbarê rûdanê îmajên ne xweş dibînin an jî bêhemd bi fikr û fikar û dîmenên ne baş re mijûl dibin. »»Hesteke wisa dijîn ku tu dibêjî qey ew rûdan dîsa pêk hatiye. »»Li hemberî hişyarkerên ku rûdanê tîne bîra wan ji aliyê hestî û fizîkî ve bertekan nîşan didin. »»Dibe ku piştî karesatê li hemberî cih û war, mirov, dîmen, deng û bêhnên ku rûdanê tîne bîra mirov hesastir bin. Û dibe ku ev hişyarker bibin sedema îmajên zihnî yên ne xweş û bertekên hestî û fizîkî. Dengên bilind yên ji nişkê ve, dîtina herêma karesatê, dîtina mirovên astengdar, tevlîbûna cenazeyan û serdan, xwendin an jî temaşekirina nûçeyên derbarê karesatê hin ji van hişyarkeran in. Bertekên li gorî temen Bo bertekên ku tên nîşandan temenê takekes diyardeyeke girîng e. Herçiqasî di beşên dîtir de bi taybetî jî bo zarokan bi awayekî firehtir bê behskirin jî hûn dê di vir de jî hin bertekên zarokan bixwînin. Piştî karesatekê, li gorî temenê mirovan bertêkên pêkan ev in:
7
Bertekên zarokan; »»Tirs û sawa veqetînê »»Tirsa ji tarîtî û ji ajalan »»Girêdana bi dêûbavan re »»Axaftinên pitikî an jî zehmetiyên axaftinê »»Bixwedemîztin an jî bixwederîtin »»Mijîna tiliyan »»Pirsgirêkên îştehê »»Bêdengî û xweîzolekirin »»Hêrsbûn û tevgerên êrîşkariyê »»Dûrketina ji dibistanê »»Pirsgirêkên baldarî, pêwendî û lêhûrbûnê »»Dûrketina ji hevsalên xwe »»Serêşî û gazinên fizîkî yên dîtir »»Tirsa ku ne di ewlehiyê de ne û dê bûyer dubare bibe »»Fikr û fikarên tirsnak yên derbarê rûdanê
8
Bertekên kamilan; »»Pirsgirêkên xewê »»Pirsgirêkên îştehê »»Hêrsbûna zêde ya li nav malê û êrîşkarî »»Pirsgirêkên li dibistanê »»Performansa kêm a akademîk »»Serêşî, gazinên somatîk ku sedema wan êşan nayê zanîn û pirsgirêkên dîtir yên fizîkî »»Sarbûna ji çalakiyên civakî »»Guherîna hevsal û têkiliyên hevaltiyê »»Enerjiya zêde an jî kêm »»Bicihneanîna berpirsiyaran an jî tevgerên îhmalkar »»Bikaranîna alkol û tilyakê Bertekên mezinan; »»Pirsgirêkên xewê »»Reva ji tiştên ku rûdanê tîne bîra mirov »»Gazinên somatîk »»Pirsgirêkên demdirêj xerabtir dibin »»Hestyariya depresîf »»Hêrsbûn û bêhntengî »»Xemgînî, tirs »»Bêçaretî, bêhêvîtî û sûcdarî »»Veguherînên rewşehestî »»Asta çalakbûna zêde an jî dilsariya ku berpirsiyariyên xwe yên rojane bi cih bînin »»Giriyê ji nişkê ve û jixweber »»Zêdebûna şer û pevçûnên navmalbatî »»Dûrketina ji civakê û xweîzolekirin »»Westîn û guherîna îştehê
9
Bertekên extiyaran; »»Zêdebûna gazinên fizîkî û nexweşiyên fizîkî »»Bêsebrî, hêrsbûn »»Pirsgirêkên xew û îştehê »»Xweîzolekirin »»Bêhîsî »»Bêpergaliyên xewê »»Nîşêtên somatîk »»Dilsariya veqetîna ji malê »»Bêpergaliyên hevahengiyê yên girêdayî koçkirinê »»Stresa girêdayî derdoreke nû »»Hestên depresîf »»Aloziya fikr û fikaran û ya mêjî »»Jibîrkirin »»Şerma bo alîkarîxwestinê
10
Piştî karesatê bertekên erênî Dibe ku bertekên takekesan yên bo karesatan di her rewşê de ne neyînî bin. Û dibe ku hin kes piştî karesatekê di hewcedariyên xwe yên sereke de, di bendewarî û nêrînên xwe yên bo cîhanê de guherînên erênî çavdêrî bikin. Em dikarin bertekên erênî yên sereke wisa rêz bikin: »»Tegihîştina girîngî û qîmetê malbat an jî heval û dostên xwe »»Kiryarên erênî û guherîna fikr û ramanên berê »»Bikaranîna henek û pêkenokan »»Hewldana serîderîkirina zehmetiyan bi qebûlkirinê re »»Guherîna bendewariyên rojane »»Guherîna pêşaneyan bo ku bi malbat an jî bi heval û dostên xwe re wextekî xweş derbas bikin »»Di qedirgirtina nirxên derbarê malbat û heval û hogiran de zêdebûn
11
AGAHDARKIRINA CIVAKÊ DERBARÊ KARESATAN Weke ku me li jor jî behs kiribû li welatê me gelek karesatên xwezayî û yên bi destê mirovan pêk tên. Erdhej jî yek ji van karesatên xwezayî ye û di nav karesatan de cihekî girîng digire. Di vê beşê de em ê li ser bandora erdhejê rawestin û bo ku di dema pêşwext a piştî erdhejê de hûn xwe baştir hîs bikin hin pêşniyazan rêz bikin. Herçiqasî ev bertek û pêşniyazên li jêr bo erdhejê hatibin rêzkirin jî bo hemû karesatên din jî derbasdar in. Rewşa derûnî ya piştî erdhejê We bandorên neyînî yên erdhejê dîtin. Jiyana rojana va ye dewam dike û normal e ku hûn kêm zêde ji aliyê derûnî ve di bin têsîra wê de bimînin. Ne tenê hûn, her kesê herêma erdhejê di bin vê bandorê de ma, her kes tirsiya. Ev tiştê hate serê we ne tirseke normal bû. Gelek mirovan wekî we xwe neçar hîs kir. Dibe ku hûn di vê merhaleyê de tirseke dijwar hîs bikin, nizanibin bê hûn li ku ne û hûn çi dikin, mêjiyê we tevlîhev bibe, bê armanc û jixweber tevbigerin, hestên xwe hîs nekin û nikaribin bertakan bidin.
12
Herweha dibe ku piştî we nasên xwe mirî dîtin yan jî we xebera mirina wan bihîst hûn bertekên dijwar û yên ji nişkê ve bidin an jî mat bimînin û nikaribin bertekan bidin, nikaribin bigirîn, mirina nasên xwe qebûl nekin, înkar bikin û wekî ku dê ew vegerin hîs bikin, hêrs bibin, îsyan bikin û kesên din tawanbar bikin. Ligel vê dibe ku ji ser erdhejê hefteyek derbas bibe jî hûn bitirsin, neçar û di dehşetê de hîs bikin yan jî şok bibin, hestên xwe hîs nekin, nikaribin bertekan bidin û bigirîn. Jinûvejiyîna erdhejê: Dibe ku dûbare erdhej werê bîra we, li ser tiştên ku hatine serê we hûn xewnên bi roj û şev bibînin û hîs bikin ku dîsa erdhej çêdibe. Jêrevîna cih û rewşên ku erdhejê tîne bîra mirov: Dibe ku bi giştî yan jî hin beşên rûdanê neyên bîra we, hûn nexwazin têkevin mala xwe, ji însanan dûr bikevin û li ser rûdanê neaxivin. Bertekên zêde yên bêhizûriyê: Dibe ku bi we re bêxewî, hêrsbûn, hêrsbûna zû, veciniqîna zêde, diltepîn, ricifîn xwe bide der û hûn di bêhnstandinê de zehmetiyê bikişînin. “Dibe ku hûn hîs bikin tu pêşeroj ji we re nemaye û ji bo mirina nasên xwe hûn xwe sûcdar bikin. Dibe ku li hember tiştên hatine serê we hûn xwe neçar û wekî ku tiştek ji destê we nayê hîs bikin. Normal e ku hefteyên pêşî bi kesên erdhej dîtî re ev bertek xuya bibin. Lebelê heger ev bertekên we piştî hefteyekê du hefteyan kêm nebin, zehmetiyan ji we re derxin û hûn nikaribin çareser bikin serî li pisporên tendirustiya derûnî bidin.” Hin pêşniyaz bo hûn xwe baş hîs bikin: 1. Dibe ku bertekên weke anksiyeteyê, bêhnstandina li ser hev, diltepînî û di bêhnstandinê de zehmetî derkevin holê; ev bertekên normal in ku dema takekes xwe di xetereyê de dibîne. Anksiyete mirov dîn nake û nakujê lebelê dide hîskirin ku mirov dê dîn bibe û bimire. Ji ber tiştên hatine serê we, normal e bi we re diltepînî, bêhnçikandin, dilxelîn, ricifîn û giraniya li ser singê derkevê holê. Piştî anksiyeteya we kêm bû dê ev bertek jî ji holê rabin.
13
2. Hûn dikarin li ser rûdana hatiye serê we bi nasekî re ku li we guhdar bike biaxivin û xwe ji axaftina li ser wê rûdanê dûr nekin. Têkiliya baş û xurt ya bi heval, malbat û cîranan re bidomînin. Piştî trawmayên derûnî piştgiriya civakî bandoreke erênî li ser başbûnê dike. Hest û xemginiya xwe netepisînin; hest û ramanên xwe yên li ser vê rûdanê bi kesên derdora xwe re parve bikin ku dê li we guhdar bikin. 3. Heger we nasekî xwe winda kiribe şîna xwe bigirin û ji vê nerevin. 4. Piştî erdhejê heger çûyîna deverên girtî û qelebalix bi we zor were û tirsê bi we re çêbike ji vê nerevin û heta ev tirs û sawa we kêm bibe bi kesên derdora xwe re herin wan deveran. 5. Heta ji we werê nehêlin zarok dûçarî dîmen û vîdeoyên li ser erdhejê bibin. Dibe ku mezin xwe hewcedar bibînin ku li dîmenan binêrin lê dubare temaşekirina van dîmenan dê ji aliyê derûnî ve bêhtir bandoreke nebaş li we bike. 6. Rojên pêşî dibe ku dilê we neçe xwarinê, hûn nexwazin tiştekî bikin, nikaribin rakevin û xwe neçar û bêhêvî hîs bikin, ev tiştekî normal e. Bo vê rewşê dermanên sedatîf û aramker yan jî alkolê bi kar neyînin, roj bi roj dê xewa we baş bibe. 7. Bila haya we ji bedena we hebe û lê miqate bin. Xwe ji rêbazên serederîkirinê yên wekî cixarê û alkolê ku dê zererê bide bedena we dûr bigirin. Çi we baş û aram bike wan bikin (meş, axaftina bi hevalan re, îbadet, gera xwezayê û hwd). Heger hûn zahf bêhizûr bin egzersizên bêhnê û vehêsanê dê bi kêrî we werin. Ji bo bêhnberdan û xewê wext veqetînin. Heya ji we bê birêkûpêk û baş xwarina xwe bixwin. 8. Dibe ku piştî karesat û trawmayan bi însanan re meyla ku sûcdarekî bibînin çêbibe. Divê em bi gotegot û bi axaftinên hin kesan yan jî koman ku hinekan dixin hedef û sûravkê di serê wan re derdixin çavbel bin. Ji gotegotên piçûk bigire heta ravekirinên serxwezayî ev gotin rê li ber dabeşiya civakê vedikin. 9. Gavek berî gavekê hewl bidin ku hûn vegerin rûtîna xwe ya berê. 14
PERWERDEHIYA DERÛNÎ YA PIŞTÎ KARESATAN Dinya ji bo mirovan bi gelemperî cihek e ku ew xwe ewle hîs dikin û bi vê baweriyê li ser dijîn. Lêbelê hin rewş dikarin pêşî lê bigirin ku mirov xwe ewle hîs nekin. Di nav pirsgirêkên herî girîng ên vê sedsalê de karesatên xwezayî yên ku bandorê li tevahiya mirovahiyê dikin û di encama van karesatên xwezayî de zererdîtina mirovan tê. Karesat hem li ser ferd û hem jî li ser civakê ji aliyê tendirustî, aborî, civakî û derûnî bandorê dikin.
15
Perwerdehiya derûnî û agahdarkirin, bandora karesatê ya li ser gelê herêmê kêm dike û ev xaleke girîng e. Bi rêya perwerdeya derûnî, derbarê rûdanê, bertekên wê û rêyên serederîkirinê mirov tê agahdarkirin û ji bo naskirina kesên di koma xetereyê de vekolîn tê kirin. Bi vî rengî, normalîzekirina bertekan û xwegihandina çavkaniyên tendirustiya derûnî di heman demê de xemgîniya ji ber deqkirinê jî kêm dike. Rûdanên trawmatîk xwedî wê hêzê ne ku bandoreke kûr li ser têgihîştina cîhanê û serpêhatiyên kesên saxmayî dike. Piştî rûdanên trawmatîk, hema bêje bi her kesê dûçarmayî re dibe ku hin reaksiyonên hestiyarî, fizîkî, reftarî û derûnî derbikevin holê. Piştî karesatan perwerdehiya derûnî xwedî roleke girîng e. Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatê dikare bo pêşxistina stratejiyên serederîkirine yên li hember stresê û piştgiriya pêvajoya başbûnê were bikaranîn.
16
Dibe ku bernameyên perwerdehiya derûnî yên piştî karesatan mijarên jêr pêk bînin: 1. Bandor û bertekên karesatê: Agahdarkirina li ser bertekên derûnî, hestyarî û reftarî ji bo kesan dibe alîkar ku hest û bertekên xwe fêm bikin. Dibe ku tirs û metirsî û girêdeyî van, gazinên wekî bêhntengî, lêdana dil û bêhnçikînê bên dîtin. Ev hemû gazin normal in û gava tirs û metirsiya wan kêm bibe dê ev gazin jî hemû jixwe winda bibin. 2.Kontrolkirina stresê: Ji bilî agahdarkirin û stratejiyên serederîkirinê teknîkên nefesê û temrînên rehetbûnê bo kontrolkirina stresê baş in. 3. Mezinbûna piştî trawmayê: Mirov dikare derbarê têgeha mezinbûna piştî trawmayê ya piştî karesatan agahiyan bide. Ev rewş hêza takekesî û guherînên erênî yên piştî rûdaneke neyînî îfade dike. Weke ku me berê jî behs kiribû, dibe ku mirov piştî rûdaneke trawmatîk fikr û fikarên xwe yên berê biguhere û jiyan pê bi qedr bibe û di tevger û reftarên xwe de vê nîşanî mirovan bide. 4. Piştgiriya civakî û ragihandin: Divê piştî karesatan em balê bikşînin ser girîngiya piştevaniya civakî. Divê li ser stratejiyên ragihandinê yên baş û xurtkirina têkiliyan perwerdehî bê dayîn. Divê takekes rêyên ragihandinê vekirî bihêlin û kesên dikarin piştevaniya derûnî bo wan bikin binasin. 5. Pêvajoya normalîzasyonê: Divê piştî karesatê mirov bên agahdarkirin ku ev bertekên ku dijîn dê bi demê re kêm bibin û vegerin jiyana xwe ya normal. Di rewşeke wisa de divê mirov bi sebr be û bo ku bi kesên din re wext derbas bike bê teşwîqkirin. 6. Jinûvesazkirina rûtîna rojane: Karesat bandorê li ser rûtîn û jiyana takekesan dike. Bernameyên perwerdehiya derûnî dikarin ji bo takekesan re bibin alîkar ku jiyana xwe ji nû ve saz bikin û vegerin jiyaneke normal. Divê ji aliyê xew, xwarin, çalakiyên fizikî û hwd ve agahdarkirin û piştgiriya takekes bê kirin.
17
Bernameyên perwerdehiya derûnî yên piştî karesatê bo kesan dibe alîkar ku bandorên karesatê fêm bikin. Di heman demê de bo pêvajoya başbûnê jî piştgiriyê dikin. Ev bername dikarin ragiriya civakê li hember karesatan zêde bikin û bo kesan bibin alîkar da ku di warê derûnî de bi awayekî sazkar li ber xwe bidin.
18
STRESA TRAWMATÎK Û BANDORA WÊ Trawma çi ye? Her cure rûdana ku başiya me ya fizîkî û derûnî tehdît dike wek trawmayê tê penasekirin. Di trawmayê de li ser jiyana me, bitûniya bedena me, baweriya me û hwd tehdîdek heye. Veqetan û hevberdan, windakirina kar, şideta nav malê, tecawiz, qezayên trafîkê, nexweşiya ji nişkê ve, seqetbûn û mirinên ji nişkê ve dikevin bin banê trawmayên takekesî. Şer, karesatên xwezayî, krîzên aborî yên mezin jî dikevin bin banê trawmayên civakî. Edhej jî cureyekî trawmaya civakî ye. Ger we berê jî karesatek dîtibe, pirsgirêkên we yên malbatî hebin, têkiliyên we yên civakî ne xurt bin, pirsgirêkên we yên derûncivakî hebin an jî hûn xwedî nexweşiyên kronîk bin, ihtimal e hûn trawmayê bi awayê herî giran bijîn. Stresa trawmatîk-nexweşiya stresê ya piştî trawmayê Rûdanên trawmatîk ligel xwe stresa trawmatik tînin. Dibe ku gelek kesên rûdana trawmatîk jiyîne û piştî vê, bi stresa trawmatîk re rû bi rû mane di serîderkirina vê rewşê de zehmetiyê bikişînin. Bi midaxeleya rast û di cih de pêkan e kes bi vê rewşê serî derbixin. Lê heger sîptom her diçe xera bibin, bi mehan û salan bidomin wî çaxî divê li ser ihtimala nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bê rawestin. Bandora stresa trawmatîk Pêkan e ji ber stresa ku piştî rûdanên trawmatîk derdikeve holê, bi kesan re hin bertekên derûncivakî û laşî xwe bidin der. Dibe ku bi we re jî piştî erdhejê, ev bertekên derûncivakî û laşî xwe nîşan bidin, hûn teşxîsa nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bistînin û pêwîstiyê bi tedawiya derûnî bibînin.
19
Rûdana trawmaya derûnî bi çi awayî bandorê li kesan dike: »»Geşedana eziyê (ego) giran dike, disekinîne an jî bi paş ve dixe. »»Dibe ku ligel jiyan û saxiya fizîkî, cihê we yê li cîhanê û qedrê we tehdîd bike; dike ku hesta baweriya we ya ji bo xwe û ji bo cîhanê zererê bibîne. »»Dema hesta baweriyê ya bingehîn zererê bibîne, dibe ku hûn dinyayê bitalûke, xwe jî kêm bibînin û weke ku we kontrol winda kiriye hîs bikin. »»Dibe ku windakirina kontrolê; bibe sedema hestên mîna tirs, bêçaretî û bêhevîtiyê, depresyon û anksiyeteyê. Dibe ku nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bike ku bertekên hestî, fizîkî, reftarî û venasînî bi we re bên xuyakirin. Ev bertek li jêr hatine rêzkirin: Bertekên hestî »»Tirs û anksiyete »»Xemgînî »»Sûcdarî, bêçaretî »»Hêrsbûn »»Înkarkirina tiştên hatine jiyîn »»Hîsa bêewlehiyê »»Veguherîna hestan a zû »»Derbarê pêşerojê bedbînî Bertekên fizîkî »»Êşa serî »»Dilxelîn »»Lerizîn »»Hesta tengijînê di singê de »»Hesta hişyarkirinê ya zêde »»Di dilbijînê de zêdebûn an jî kêmbûn
20
Bertekên reftarî »»Nîşandana reftarên ji nişkê ve »»Rewşa hîperaktîfbûnê »»Tirs û veciniqîna bi hêsanî »»Pirsgirêkên xwarinê »»Pirsgirêk di têkiliyan de »»Xweîzolekirin, dûrketin ji dorhêlên civakî »»Revîna ji tiştên ku erdhejê tînin bîrê (cih, kes û hwd). Bertekên venasînî »»Jibîrkirin »»Dibe ku hûn nikaribin dêhnê xwe bidin tiştan û di baldariyê de zehmetiyê bikişînin »»Pirsgirêkên xewê, kabûs »»Pirsgirêk di pêvajoyên hizirînê de û ramanên dubarekirî »»Pirsyarîkirina baweriyan »»Sehneyên duberekirî (flaschback) derbarê kêliya erdhejê Rûdana trawmatik bandorê li kê dike? Bertekên piştî trawmayê bandorê tenê li wan kesên ku rasterast karesat dîtine nake. Şahidiya rûdanên weke erdhejê, guhdarkirina biketekit ya bûyera erdhejê an jî tenê pêhisîna nûçeya bûyera erdhejê jî dibe ku di astên cuda de anksiyete û stresê çêbike. Ango ji bo ku hûn bi nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bikevin ne hewce ye we rasterast erdhej dîtibe. Têkiliya nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û pirsgirêkên din »»Ger hûn bi nexweşiya stresê ya piştî trawmayê ketibin dibe ku hûn di heman demê de bi hin nexweşiyên din jî bikevin. »»Nexweşiya herî zêde pê re tê dîtin depresyon e. Ji bilî depresyonê mimkin e nexweşiyên anksiyeteyê, bikaranîna alkol an jî madeyan jî bi awayekî zêde bên dîtin. »»Heger hûn di paşerojê de bi nexweşiyeke derûnî ketibin piştî trawmayê rîska ku hûn dîsa bi wê nexweşiyê bikevin zêde ye. Heger
21
ji bilî nexweşiya stresê ya piştî trawmayê nexweşiyeke we yî din a derûnî hebe, hem pirsgirêk û windabûna hêza kar zêde bibe hem dê tedawiyeke demdirêjtir pêwîst be. »»Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, li ser jiyana we, çalakiyên we yên civakî, awayê îdraqkirina dinyayê bandorker e; bi vî awayî dibe sedem ku hûn di qadên curbicur de pirsgirêkan bijîn. Ligel vê tê zanîn ku di dermankirina vê nexweşiyê de rê û rêbazên tedawiyê yên pircure yên gelekî serkeftî ne hene. »»Divê bê zanîn ku rûdaneke trawmatîk, bi heman awayî bandorê li her kesî nake. Ango divê plana dermankirinê li gor hewcedariyên we bê amadekirin. *Ger nîşêt û bertekên ku me li jor rêz kirin bi we re hebin demildest serî li pisporên tendirustiya derûnî bidin!
22
ŞÎNA TRAWMATÎK Û PÊVAJOYA ŞÎNÊ YA PIŞTÎ ERDHEJÊ Karesat, ji bo mirovan dibe sebeba windabûnên fizîkî, aborî û civakî, bi sekinandin an astengkirina jiyana normal bandorê li ser civakê dike. Di nav karesatên xwezayî de, erdhej bûyera herî rûxîner e û wek encam hem a herî demdirêj e hem jî ya herî zêde mirov dihejîne ew e. Bi erdhejan re gelek mirov dimirin. Erdhej ji bo mirovan birîndariyeke derûnî a giran pêk tîne. Giraniya windakirinê dikare bibe sebeb ku kes rastiyê red bike, lêpirsîna rastiyê bike û têkîliya kes a bi rastiyê re qels bike. Bi windayiya wek mirinê re, dibe ku windabûnên piralî yên bandora wan fireh ên wek civakî û aborî jî bijî. Di wan qadên jiyanê de ku mirov herî zêde di wê qadê de xwe ewle hîs dike gava rastî serpêhatiyên nediyar û ne li bendê be, di warê fizîkî û derûnî de gelekî zêde diêşe. Şîn wek berteka vejîna jinûve ya jiyana winda ya takekes a vê pêvajoyê tê binavkirin. Şîn di heman demê de, berteka windabûna kesekî ji bo wî girîng, tê hezkirin û hêja ye û pêvajoya fêmkirin û qebûlkirina kesê winda ye. Nîşane û bertekên mirina yekî ku jê tê hezkirin a ji nişkê ve û ya yekî ku bi awayê şidetê jî di nav xwe de dihewîne gelekî ji hev cuda ne. Giranî, dem û dubarekirina sîptoman li gorî kesan diguhere. Gelek faktor hene ku bandorê li pêvajoya şînê dikin; nêzikbûna kesê mirî, şiklê mirinê, temen û serpêhatiyên bi windayiyên berê re, di nav van faktoran de ne. Di erdhejê de, gava bi taybetî winda (beden) bikeve şiklekî nenaskirî, rûberkirina DNAyê, xatirnexwestin û faktorên wek binaxkirina komî, dibe ku tabloya şînê bi awayê klînîkî girantir bike. Her şîna li dû winda tê, bertekeke normal û xwezayî ye. Lê di şîna trawmatîk de, ji ber ku windabûn ji nişka ve çêdibe û şîdetê di nav xwe de dihewîne, bandorê li vê pêvajoya xwezayî dike. Şîn dibe ku ji bo kesên li paş dimînin zor be û weke pêvajoyeke dirêj û nikaribe pê re serî derbikeve bê jiyîn. Gava bi taybetî hestên şerm û sûcdariyê bi
23
awayekî zêde derkevin meydanê dikarin pêvajoyê asteng bikin. Dibe ku kes nexwazin ji vê rewşê derkevin, lewra bi wan re hesta ku dev ji hezkiriyê xwe berdide û didomîne peyda dibe. Hêza serîderîkirina takekes, tevna kesayetiyê, tecribeyên jiyanê, sîstemên piştevaniya civakî, têkîliyên bi kesan re, cih û wateya kesê mirî di jiyana takekes de, xwezaya vê pêvajoyê asta vê rewşê diyar dike. Yê diçe kî be yan jî çi be, ji bo wî bêrîkirineke dijwar heye. Hêza serîderîkirina winda, qet nebe di serî de dibe ku bikeve rewşeke deraqilî. Dibe ku şîna trawmatîk dirêjtir bidome û bibe sedema gelek astengiyan ku mirov nikaribin karê xwe bikin. Di şîna trawmatîk de, dibe ku kes bi kesê winda re, xwe di nav hewldanên zihnî yên dubarekirî û yên gelekî zêde de bibîne. Şîna trawmatîk ne ji wan şînan e ku yek piştî nexweşiyeke kronîk a dirêj jiyana xwe winda dike, ev ji şîna windayê ku mirov li bendê ye cudatir e. Ji şîna normal cudatir, di şîna trawmatîk de, metirsiya veqetînê qasî ku bandorê li jiyana wî bike dubareker û acizker e. Bertekên takekes domdar in û şiyana takekes a derûncivakî bi awayekî zêde xera dikin û bêaheng dikin. Şokên dûvhatî ên hestewar dibe ku hema di nav çend saetan de yan jî di nav çend rojan de derkevin holê. Di van rewşan de, heta bertekên stresê derkevin holê dibe ku hefte yan meh derbas bibin. Nîşaneyên şînê: Qonaxa yekem: Ev qonax di navbera çend saet û çend hefteyan de diguhere, di vê qonaxê de takekes di qebûlkirina mirinê de zehmetiyan dikişine. Dibe ku li hemberî tiştên dijî şaşwaz, matmayî, bêbertek be, dibe ku bikeve valahiyê û hestên dijî rastiyê bijî. Di vê qonaxê de, tişt nayên bîra mirov û nîşêtên bedenî tên dîtin. Qonaxa duyem: Takekes êşa winda zêdetir hîs dike, xemgîniyeke tîr û hestên bêrîkirinê dijî, li kesê mirî digere, carinan digirî. Dibe ku hêrs, bêhizûrî, tirs û kelecan, astengiya konsantrasyonê û li hemberî tiştên ku jê zewqê distîne daxwaza wî tune be. Zihn bi kesê mirî û mirinê re mijûl e. Ev qonax bi rojan, bi hefteyan didome.
24
Qonaxa sêyem: Gava takekes rastiya ku wê winda venegere ferq dike, hestên bêhêvîtî û bêçaretiyê derdikevin holê, girêdayî vê jî westîn-bêhalî, bêdilî û bêeleqeyî derdikeve pêş. Qonaxa çarem: Di nav mehan de êdî teqezî û encama mirinê qebûl dike, giranbûna hestên xemgînî û bêrîkirinê her diçe kêm dibe. Herçiqasî bîranînên kesê mirî winda nebin jî, kes vedigere rewşa xwe ya berî windabûnê, jiyana xwe ji nû ve saz dike, hêvî û sêwirandinên jiyanê ji nû ve bi dest dixe. Carina mirina kesê jê tê hezkirin ji nişkê ve, bi awayekî ne li bendê, bi taybetî di encama bûyerên wek bombebaran, şer û şidetê de pêk tê, yan jî gava kes dibe şahidê van bûyeran, dibe ku pêvajoya şînê bikeve rewşeke tevlihev. Nîşaneyên şînê dibe ku hinekî din zehmet derbas bibin û dirêjtir dom bikin. Mirov dikare vê pêvajoyê wek şîna trawmatîk bi nav bike.
25
RÊBAZÊN SEREDERÎKIRINA STRES Û RAGEŞIYÊ Stres, ji kêşeyên piçûk bigire heya qeyranên mezin beşeke jiyanê ye. Herçiqasî hûn nikaribin her tim şert û mercên xwe kontrol bikin jî hûn dikarin kontrol bikin bê ka hûn çawa bersivê didin wan şert û mercan. Ger stres pir zêde an kronîk bibe, dibe ku bandorê li xweşguzariya we bike. Ji ber vê yekê divê haya we ji rêyên bibandor hebe ku ji hiş û laşê we re baş tên. Di dema karesateke xwezayî de û piştî wê, normal e ku mirov hestên cuda û xurt bijî. Serîderîkirina bi van hestan re û wergirtina alîkariyê dê ji we, malbata we û civaka we re bibe alîkar ku hûn ji felaketekê xilas bibin. Ez ê çawa li ber xwe bidim? Lêkolîn nîşan didin ku gelek kes berxwedêr in û bi demê re dikarin ji trajediyê xelas bibin. Stresa piştî karesatê rewşeke berbelav e; pêkan e di nav çend mehan de pir kes vegerin rewşa xwe ya berî karesatê. Ji bîr nekin ku berxwedêrî û başbûn ne tengasiyeke demdirêj e. Ji bo hûn piştî karesatê başbûna hestî ava bikin û hesta kontrolê bi dest bixin gelek gav hene ku hûn dikarin biavêjin; hin ji van gavan li jêr hatine rêzkirin: Wextê xwe veqetînin bo hûn hîn bibin: Pêşbînî bikin ku ev ê di jiyana we de demeke dijwar be. Destûrê bidin ku hûn şîna windayiyên xwe girêbidin û hewl bidin ku li hember guhertinên di rewşa xwe ya hestyarî de bêhnfireh bin. Piştevaniyê ji wan kesan bixwazin ku qedrê we digirin, we guhdar dikin û ji halê we fêm dikin: Piştevaniya civakî pêkhateyeke bingehîn e ji bo rizgarbûna ji karesatê. Malbat û heval dikarin bibin çavkaniyeke girîng. Hûn dikarin piştgirî û alîkariyê ji wan kesên ku ji karesatê xilas bûne bistînin. Herweha hûn dikarin xwe bigihînin wan kesan ku têkiliya wan bi karesatê re tune ye û bi awayekî objektîf alîkariya we bikin.
26
Tecribeya xwe ragihînin: Tiştê ku hûn hîs dikin bi her awayê bo we rehet e diyar bikin -weke mînak, bi malbat an hevalên xwe yên nêzîk re biaxivin, rojnivîskekê bigirin an jî tevlî çalakiyeke afirîner bibin (xêzkirin, lîstika bi heriyê û hwd.) Komeke piştevaniyê ya herêmî bibînin ku ji hêla pisporan ve bi awayekî baş hatine perwerdekirin: Ji bo kesên saxmayî komên piştevaniyê hene. Nîqaşên nav komê dikare ji we re bibe alîkar ku hûn fêm bikin di bertek û hestên xwe de hûn ne tenê ne. Civînên koma piştevaniyê bi taybetî ji bo wan kesan alîkar in ku pergalên piştevaniya wan ya takekesî sînordar in. Bi awayekî sazkar tevbigerin da ku hûn kapasîteya xwe ya li hember stresa zêde xurt bikin: Xwarinên baş bixwin û gelekî xwe rehet bikin. Ger hûn pirsgirêkên xewê yên dijwar û domdar bijîn, dibe ku teknîkên rehetbûnê bo we alîkar bin. Ji alkol û tilyakê dûr bikevin lewra ev tişt dê rêbazên we yên serederîkirinê lawaz bikin û rewşa we dê girantir bibe. Rûtînan ava bikin an ji nû ve saz bikin: Hûn dikarin li xwarina xwe û xewa xwe miqate bin û bi awayekî birêkûpêk razin û rabin û bernameyeke egzersizan saz bikin. Hin rûtînên erênî ava bikin da ku hûn di van demên tengasiyê de pê mijûl bin, bo mînak; ji xwe re hobiyekê peyda bikin, li nav parkekê bimeşin an jî pirtûkeke ku hûn jê hez dikin bixwînin. Ji biryarên girîng ên derbarê jiyana xwe dûr bikevin: Guhertina kariyer an pîşeyan û biryarên din ên girîng bi tena serê xwe pir bi stres in û piştî karesatan standina van biryaran dijwartir e.
27
BERTEKÊN ZAROKAN ÊN PIŞTÎ ERDHEJÊ Karesatên xwezayî jiyana me qismen an jî bi tevayî serobino dikin û li ser wan kontrola me qet nîne. Dibe ku şahidbûna van bûyer û windayiyên derdikevin holê, bi awayên ji hev cuda bandorê li hestên me, fikr û reftarên me bikin. Piştî rûdanên trawmatîk, dibe ku zarok jî mîna mezinan guhêrînên hestî û reftarî nîşan bidin. Bertekên zarokan li gorî qonaxên temen cuda ne. Divê neyê jibîrkirin ew bertekên zarok nîşan didin bertekên asayî ne ku li hemberî rewşeke awarte xwe didin der. Li gorî van agahiyan piştî erdhejê bertekên zarokan çi ne em bibînin: 1. Zarokên pir piçûk digirîn, nahedinin, aciz dibin, xwarinê red dikin an jî hewcedariya wan ku tim xwarinê bixwin çêdibe. Wekî din nikarin rakevin, gelek caran bi veciniqînê şiyar dibin an jî xwesteka razanê bi wan re gelekî çêdibe. Zarokên pir piçûk piştî rûdanên wiha naxwazin tenê bimînin, veqetin û dibe ku gelek caran bixwazin werin hembêzkirin. 2. Zarokên berî serdema dibistanê, dibe ku pir bitirs û bêçare hîs bikin. Ji ber vê, mimkin e ku pirsên dubare bipirsin. Ew dikarin rûdanê di lîstikên xwe de ji nû ve biafirînin. Dibe ku bi zarokên vî temenî re xwesûcdarkirin û reftarên rûlixweyî bên dîtin. Hin caran jî tevgera zêde û reftarên bitalûke nîşan didin. Û dibe ku di geşedanê de paşveçûn çêbibin (mijtina tiliyan, bixwedemîztin û hwd). 3. Dibe ku zarokên serdema dibistanê, di rewşên ku rûdanê bînin bîra wan de tirseke zêde hîs bikin. Mimkin e reftarên hêrs, êrîşokî û zererdar bên dîtin. Dibe ku pirsgirêkên laşî yên bêsedem bijîn (êşa zik û hwd). Kêmasiya baldariyê û zêdebûna livdariyê hin bertekên din in. Wekî din dibe ku bi van zarokan re redkirina dibistanê çêbibe an jî nexwazin biçin dibistanê. 28
4. Zarokên qonaxa kamilbûnê, dibe ku hestên tund ên mîna hêrs, îsyan, xemgînî û sûcdariyê hîs bikin. Dibe ku piştî erdhejê reftarên kemilî nîşan bidin. Pêkan e reftarên ku zererê bidin wan û madeyên ku bengîtiyê çêdikin bi kar bînin. Wekî din pêkan e kêmbûna xwestekan û windabûna enerjiyê bê dîtin. Bo alîkariya zarokên xwe tiştên ku divê hûn bikin Baweriya ku ew û hûn baş in û di ewlehiyê de ne hewcedariya herî sereke ya zarokan e. Zarokên xwe ji xwe dûr nexin, hewcedariyên wan ên wekî xwarin û stargehan rasterast hûn pêk bînin. Bo hûn ji zarokên xwe re alîkar bin şertê yekem ew e ku hûn bixwe aram, ewlekar û hevgirtî bin. Ji bîr nekin ku hêri zêde îro zarokên we hewcedarê germahiya we ne (nêzîkahiya fizîkî, girtina destan û hembêzkirinê îhmal nekin). Ev nêzîkahî û germahî divê nekeve rengekî pir parêzkar. Ji bîr nekin ku dayîna kar û berpirsyariyên li gorî temenê wan dê ji bo wan baş be. Piştgirî û cesaretê bidin wan da tiştên ku di erdhejê de û piştî wê dîtine, bihîstine û hatiye serê wan biaxivin. Li mitale û fikarên wan bihisînin û bê darizandin bi awayekî empatîk bibersivînin. Zarokên ku di qonaxa pêşdibistanê de û yên ku di sinifên pêşî de ne piştî rûdaneke xerab xwe wekî sedema vê dibînin û xwe sûcdar dikin, divê hûn bi zimanekî teqez û rasterast bêjin wan, ‘ev ne sûcê we’ ye. Destûrê bidin û heta cesaretê bidin wan da ku hestên xwe yên wekî tirsê û hêrsê îfade bikin. Rê li ber giriyê wan negirin û bersivê bidin pirsên wan yên dubare. Ji wan re bînin zimên ku ev tiştên ku dijîn ne nexweşiyek e, tiştên normal in. Ji dêvla ku bo aram bibin hûn bêjin “derbas bû” yan jî “tiştek nabe”, li ser erdhejê û dema çêbû divê çi bikin agahiyan bidin wan. Li cem zarokên xwe behsa rûdan û teferûatên bidehşet nekin lê hûn dikarin behsa erdhejê bikin. Têkiliyeke germ û xurt bi zarokên xwe re deyînin û malbatên din jî bo vê teşwîq bikin. Divê yek li hember guherînên piştî qeyranan yên bi zarokan re hesas be. Dibe ku zarok ji kesên din dûr bikevin û bitirsin yan jî bi zarokên din re bêhtir şer bikin, ev reftarên gelemperî ne ku bi stresê re derdikevin holê. Heger hûn zêde sîptomên derûnî nîşan bidin û xwe ne baş hîs bikin serî li pis-
29
porekî bidin û heger hineke wisa li dora we hebin û nikaribin li zarokên xwe binêrin wan bişînin cem pisporekî. Zarokên xwe yên ku zêde di bin bandora erdhejê de mane û bertekên wan yê dêrûnî kêm nabin lê bêhtir zêde dibin, bibin cem pisporekî û ku îmkan hebin hûn bibin cem pisporê tenduristiya derûnî yê zarokan dê baştir be.
30
VEGOTINA ERDHEJÊ JI ZAROKAN RE Dibe ku axaftina bi zarokan re ya li ser erdhejê zehmet be lê gava zarok bizanibin bê erdhej çi ye û fêm bikin gelo di erdhejê de dikarin xwe çawa têxin ewlehiyê, dê ev bo kêmbûna stresa wan ji wan re bibe alîkar. Ji ber vê yekê jî axaftina we ya bi zarokan re ya li ser rewşê gelekî girîng e. Gelo li ser vê rewşê em dikarin bi zarokan re çawa biaxivin: 1. Bi awayekî sivik, hêsan biaxivin: Dema we ji zarokan re wateya erdhejê rave kir bi zimanekî li gorî temenên wan biaxivin û bi wî awayî têgihan bi kar bînin. Heya ji we bê ji agahiyên teknîkî û ji hûrgiliyên ku zarok nikaribin fêm bikin birevin da hûn zarokan aciz nekin. 2. Li hemberî wan dirust bin: Hûn dikarin ji zarokan re bêjin û qebûl bikin ku erdhej tirsnak in, ev ne pirsgirêk e lê li ser bisekinin ku mirov dikare xwe têxe ewlehiyê û rîskên erdhejê kêm bike. Baweriyê bidin zarokan ku ew ne bi tenê ne û kesên ku dê bo ewlehiyê alîkariya wan bikin hene (dêûbav, mamoste, heval û hwd). 3. Li ser amadebûnê rawestin: Zarokan fêr bikin ku gava erdhejek çêbû bizanibin çi bikin. Bo mînak, dikarin xwe têxin bin maseyeke saxlem, xwe ji pace û dolabên ku îhtimal e bi ser wan de bikevin dûr bigirin, dema erdhej sekinî derkevin derve û li devereke fireh bisekinin. Hûn dikarin tetbîqatên ewlehiyê yên bi vî rengî bikin da zarok xwe hêj bêhtir amade hîs bikin û diltirsiya wan kêm bibe. Ev rewş, ji bo zarok, xwe li hemberî hejînan bêhtir di ewlehiyê de hîs bikin dê bibe alîkar. 4. Ji materyalên dîtbarî sûd werbigirin: Bo zarok fêm bikin bê erdhej tiştekî çawa ye û çawa bandorê li derdora me dike, materyalên wekî wêne, xêzkirin, vîdeo û hwd dibe ku gelekî bibin alîkar. Herweha dibe ku ev tişt dema erdhej çêbû bo zarok amade bin û girîngiya ewlehiyê fêm bikin alîkar be.
31
5. Hewl bidin zarok pirsan bikin: Di vir de armanc ew e ku zarok pirsan bikin da bi vî awayî tirs û diltirsiyên xwe îfade bikin. Dibe ku bi bersivên we tirs û sawa zarokan kêm bibe û xwe baştir hîs bikin. Gava hejîn çêbûn heger hûn jî bibêjin ‹em tirsiyan› dê ev rewş bibe alîkar ku tirsên wan ne tiştekî derasayî ye. Ji bîr nekin ku axaftina we ya bi zarokan re ya li ser erdhejê bo zarokan dibe alîkar ku zarok derdora xwe û dinyaya xwe fêm bikin û ji bo îhtimala rewşên lezgîn amade bin. Li ser rewşa amadebûna zarokan rawestin û bila bêtirs ji we bipirsin da ku hûn pirsên wan bi zimanekî xweş bibersivînin. Zarokên bi mezinan re danûstandineke baş dikin di dema erdhejê de gelekî natirsin û xwe biqewettir hîs dikin. Dema hûn bi wan zarokan re ku rasterast dûçarî erdhejê mane, biaxivin divê hûn hesas tevbigerin û baldar bin. Ji ber vê yekê divê hûn li gor van xalên li jêr tevbigerin: 1. Guhdar bikin: Derfetê bidin zarokan derbarê fikr û fikarên xwe û hestên xwe biaxivin. Bi awayekî çalak li metirsî û tirsên wan guhdar bikin û darizandinê nekin. 2. Hestên wan bipejirînin: Ji wan re bibêjin û bi wan bidin qebûlkirin ku piştî erdhejê ev hestên dijîn, tirs û xemgîniyên wan normal in û bila bizanibin di rewşên wisa de dema hestên xwe bînin zimên ne pirsgirêk e. 3. Ewlehiya wan pêk bînin: Divê zarok ji we bawer bikin ku êdî di ewlehiyê de ne û hûn bo alîkariya wan li wir amade ne. Her gavên hûn bo ewlehiya wan diavêjin ji wan re rave bikin. Di gavên dîtir de tiştên dê pêkan bin ji wan re ji berê ve bibêjin da haya wan jê hebe. Ev rewş dê nediyariyê û gumankeriyê kêm bike. 4. Li gorî temenê wan biaxivin: Têgihan bi zimanekî ku zarok ji we fêm bikin bi kar bînin û rewşa zarokan a têdeyî rave bikin. Dirust bin lê ji agahî û hûrgiliyên zêde ku dê zarok jê aciz bibin birevin. 5. Wan rehet bikin: Heger hûn bizanibin dê bo zarokan baş be wan hembêz bikin an jî wan bidin ber dilê xwe, bi awayê ku dê xwe di ewlehiyê de hîs bikin destê xwe bidin wan û bi peyvên zarok xwe rehet hîs bikin bi wan re biaxivin. 32
6. Piştgirî û jêderan pêşkêş bikin: Ji bo ku zarok bi hest û tiştên hatine serê wan serî derbikevin hûn dikarin ji wan re rave bikin ku bo alîkariya wan, kesên wekî rawêjer an jî terapîst hene. Ji bîr nekin, dibe ku zarok piştî erdhej dîtin, her wextî hewcedarê piştgirî û ewlehiyê bin. Bi sebr bin, rehetî û alîkariyê bidin wan û li ser bisekinin bo zarok hestên xwe îfade bikin.
33
BERTEKÊN ŞÎNÊ BI ZAROKAN RE Û HIN PÊŞNIYAZ BO MALBATAN Piştî karesatên wek erdhejê, dibe ku xizmek miribe; xanî, tax an jî bajarê kes lê dijî hatibe windakirin. Dibe ku piştî van hemû windayiyan, zarok bertekên şînê nîşan bidin. Divê di serdema şînê de, em pêşî pir baş diyar bikin ka zarok rûdanê çawa watedar dikin û hewcedariya wan bi çi heye. Herçiqasî bertekên zarokan li gor qonaxa geşedanê were guhertin jî, em ê li ser bertekên giştî bisekinin. Dibe ku bi hin zarokan re xwesûcdarkirin, xweîzolekirin, hêrsbûn, kêmbûna eleqeyê ji bo çalakiyên rojane, tirsa windakirinê û bertekên ku zererê bidin xwe bên dîtin. Berevajî vê, dibe ku hin zarok rewşê paşguh bikin, rola mezinan hilbigirin û zû vegerin lîstik û hevalên xwe. Dibe ku di geşadana hin zarokan de paşveçûn çêbibe û weke zarokekî piçûktir tevbigere. Naxwe dê, bav û kesên din ku bi zarokan re eleqedar dibin dikarin di rewşa şînê de çi bikin? 1. Di vê pêvajoyê de beriya her tiştî biqasî ku pêkan e berdewamkirina rûtînê an jî vegerîna herî zû ya rûtînê girîng e. Divê axaftina li ser mirin û windayiyan bi dereng nekeve; ev dê bike ku pêvajoya şînê bi awayekî sazkar û di wextê xwe de bê jiyîn. 2. Dema ji zarokan re behsa mirin û windayiyan tê kirin, divê cihekî ku xwe tê de ewle hîs bikin û nas dike bê hilbijartin. Divê vê axaftinê ji kesekî ku pê bawer in, bi gotinên hêsan û şênber bibihîzin. Pêwîst e îfadeyên wek “bi xew ve çû, çû cihên dûr, çû rêwîtiyeke dûvdirêj, çû bihuştê” neyên bikaranîn. Divê bê diyarkirin ku li ser mijarê kengî bixwazin dikarin pirsan bikin û gotinên mîna ‘divê tu negirî, ger tu bigirî dê ew jî xemgîn bibe’ neyên gotin. 3. Heger hewce bike divê gelek caran bê dubarekirin ku ev rewş ne sûcê wan e an jî ne encama reftarên wan e. 34
4. Di vê pêvajoyê de sebr û dilovanî pir girîng e. Heger zarok pir ne bi tirs bin, pêkan e hûn bi hev re serdana gorê bikin û hûn ji bo zarok bigirîn, biaxivin an jî bêdeng rawestin piştgiriyê bidin wan. 5. Hûn dikarin bi axaftina li ser hestên xwe fersenda axaftinê û pirskirinê bidin zarokan jî. Ji bo hin temenan zehmet e bi axaftinê xwe îfade bikin; di vê rewşê de hûn dikarin gelek caran tevlî lîstikên zarokan bibin û fersenda nîşandana hestên xwe bidin wan. Di dawiyê de, heger ji şeş mehan zêdetir ev nîşetên behskirî bên dîtin, domandina jiyana rojane û dabînkirina hewcedariyên zarokan dijwar bibe, di jiyana civakî ya zarokan de li gor berê qelsî bê dîtin û di serkeftina akademîk de paşveçûneke darîçav hebe dibe ku pêwîstî bi alîkariya pisporekî bê dîtin.
35
BIKARANÎNA MADE, DERMAN Û ALKOLÊ PIŞTÎ TRAWMAYÊN GIRSEYÎ Di erdnîgariya me de hem hilweşînên xwezayî û hem jî karesatên ji aliyê mirovan ve gelek caran qewimîne. Ev rewş mirov dixe nava jiyaneke dijwar. Êşa hestyarî û fizîkî ya karesatê bi gelemperî dibe ku trawmayê dijwar bike. Ev pirî caran dibe sedema adetên xerab ên wekî cixarekêşî an vexwarina alkolê. Herçiqasî ev adetên wiha bo demeke kin bandorker xuya bikin jî di rastiya xwe de bandorên trawmayê li ser laş û hişê me zêdetir dikin. Di van salên dawî de, bi lêkolînan hat tesbîtkirin ku bengîtiyên bi sedema trawmayê zêde bûne. Tê dîtin ku ji % 21 kesan re ku madeyan bi kar tînin, ji ber nexweşiya stresê ya piştî trawmayê zêdebûna bikaranîna madeyan heye. Bengîtiya madeyan çi ye? Bengîtiya madeyan ew tişt e ku madeyên zererê didin laş tên bikaranîn û ji van madeyan herçiqasî zerer bê dîtin jî bikaranîna wan berdewam dike. Bengîtî nexweşiyeke mêjî ye! Bikaranîna alkol û madeyan mekanîzmaya saxlem a mêjî xera dike û ji bo vê, mêjî bi madeyan ve girêdayî dimîne. Mirov nexwaze jî, mêjî dixwaze madeyê bi kar bîne û bikaranîna madeyan di demên dirêj de mekanîzmayên bîr û biryardanê xera dike. Heke ji van bertekan herî kêm sê heb bi kesekî re hebin dibe ku ew mirov bengî be: »»Heger mirov tevî bandorên xerab jî bikaranîna madeyê bidomîne »»Gelek caran hewl bide ku dev jê berdê û dîsa dest pê bike »»Dema made tê qutkirin bêxewî û hêrsbûn zêde bibe »»Ger mîqdara madeya ku tê bikaranîn gav bi gav zêde bibe
36
»»Û heke ji aliyê civakî û pîşeyî ve zehmetî derbikevin holê. Bengîtî, bûyereke derûnî û civakî ye ku ne tenê li ser mirovên bengî bandorker e herwiha li ser malbata mirov û derdorê jî bandorker e. Kesên bengî pergala malbata xwe xera dikin û di nav malbatê de dibin sedema nakokiyan. Heger malbat piştî karesatê bi kesekî ji malbatê re rastî bikaranîna madeyan bê divê çi bike? »»Divê malbat ji bo vê pêvajoyê bi hev re derbas bikin bi kesê bengî re axaftina bo piştevaniyê bike »»Lazim e bi baldarî li kes guhdar bike »»Divê bi empatî tevbigere »»Hewce ye bi hev re wext derbas bikin »»Divê malbat tiştê kesê bengî jê berpirsiyar nexe stûyê xwe »»Divê ji cihên pevçûnê xwe dûr bigire Bo dermankirin û guhertinê wext lazim e, bêhnfireh bin! Ji bo guhertina kesên bengî, demeke dirêj lazim e, dibe ku 6-12 mehan bigire. Ji ber vê; »»Li ser paşerojê nesekinin, li ser pêşerojê biaxivin. »»Ji bo bi bengî re têkiliyeke ewle saz bibe hewl bidin. »»Şîretan lê nekin, ji dêlva şîretan ve bi axaftinên xwe piştgiriyê bikin »»Rêgezên malbatê bi hev re saz bikin da ku endamên malbatê hev xelet fêm nekin. Heger kesê bengî hûn bin bo başbûnê; »»Dema xwe baş plan bikin. »»Hewl bidin ku hûn wextê xwe yê vala baş bi kar bînin. Mînak; werziş, meş, ajotina bisîkletan û hwd. »»Bila xwarin û vexwarina we birêkûpêk û baş be »»Hevaltiyên xwe binirxînin, têkiliya xwe bi kesên bengî re qut bikin. Hevalên nû peyda bikin. 37
»»Têkiliyên xwe yên malbatî xurt bikin. »»Alîkariyê ji pisporan bixwazin. »»Serlêdana Navenda Lêkolîn û Tedawiyê bo Bengiyên Alkol û Madeyan (AMATEM) bikin û piştgiriyê bistînin. »»Ji bo hûn derman û tedawiya derûnî-civakî werbigirin, fonksiyona xwe ya jiyanî ji nû ve bi dest bixin û ji hêla civakî ve baş bibin serî li AMATEM û ÇEMATEMê (Navenda Tedawî, Perwerdehî û Piştevaniyê ya Bengitiya Madeyan bo Zarok û Kamilan) bidin.
38
RAGIHANDINA XEBERA NE BAŞ Û MIRINÊ BO XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ Di cihên xizmeta tendirustiyê de ragihandina teşxîsa nexweşiyê yan jî xeberên ne baş yên wekî mirinê bi qasî ku bo nexweş û malbata wî bi stres e ji bo xebatkarên tendirustiyê jî bi stres e. Lê her wextî hin ji kesên nexweş dimirin û divê ev xeber bê ragihandin. Agahdarî û ragihandina xebera mirinê ku hemû civakê eleqedar dike û ya ku ji aliyê derûnî û bedenî ve endamên malbatê di bin têsîra xwe de dihêle ji ragihandina xeberên mirinê yên normal zehmettir e. Li hember vê xeberê malbat şok dibe, mat dimîne, ditirse, êşê dikişîne û hêrs dibe. Dibe ku ji înkarê, hêrsê û ji ber alozbûna meseleyê bertekên hişk nîşan bide. Piştî ku xeber hat ragihandin divê em malbatê yan jî wî kesî xweş li ber bixin û hinekî bisekinin heta xeberê fêm bike û bersivê bide me. Doktorên ku di rewşên giran de dixebitin, rastî gelek nexweşên li ber mirinê tên û dibin şahidê gelek windayiyan. Ev rewş herçiqasî taqata xebatkarên tendirustiyê nehêle û ji wan re zehmet bê jî her nexweş ji nas û malbata xwe re yekta ye. Di pratîka rojane de herçiqasî bibin şahidê gelek mirinan jî divê ji bîr nekin ku di wê qadê de ne ku divê her gav hesas tevbigerin. Girîng e ku xeberên ne baş li gorî berpirsiyariya pîşeyî û çandê; empatîk, kurt, zelal û rast bên dayîn. Çimkî şêweya agahdarkirinê, tendirustiya malbatê yan a nexweş (ji bo teşxîsê), bertekên wan û şîngirtina wan di bin têsira xwe de dihêle. Em dikarin gavên ragihandina xebera ne baş (bo teşxîsê) û mirinê ku xebatkarên tendirustiyê didin wiha rêz bikin:
39
Amadekarî: »»Divê bo pirsên dê bên kirin agahiyên li ser nexweş û pêvajoyê di ber çavan re bên derbaskirin. »»Divê agahî, nêzîkahî û hewcedariyên taybet yên kesê em dê xeberê bidinê diyar bikin û heger hewce be bo piştgiriyê jî agahiyên ragihandinê yên van kesan diyar bikin. »»Di şertên normal de ya herî baş ew e ku xebera ne baş rû bi rû bê dayîn. Di şertên derasayî de ji ber ku xizmên nexweş li derî herêmê ne dibe ku em mecbûr bimînin bi telefonê xeberê bidin. Ji ber vê yekê, dema xebera ne baş hat dayîn divê bê pirskirin gelo misaîd e û heger mimkin be kesekî ku piştgiriye bidiyê li cem be. Em ê ji wî kesî rica bikin ku here cihekî bêdeng rûne ku hişyarker lê tune ne. »»Divê bo hevdîtîn neyê birîn tedbîr bên standin. Bo rewşên lezgîn û awarte da ku hevdîtin neyê birîn heger mimkin be xebatkarekî din yê tendirustiyê amade be dê baş be. »»Ya maqûl ew e ku doktor an jî berpirsiyarê nexweş vê xeberê bidiyê. Wezîfedarkirina xebatkarekî bêtecribe dê ne baş be. Heger mimkin be divê ev tecribe bi wî kesî be ku dê xebera ne baş bide. Ragihandina Xeberê: »»Heger beriya wê ti agahî ne hatibe ragihandin û têkilî bi nasê nexweş re çênebûbe divê pêşî kesê dê xeberê bide, xwe bide nasîn û behsa pevajoyê bike. Divê pêşî bê ragihandin bê dê li ser kê agahî bên dayîn bi vî awayî rê li ber şaşiyan bê girtin. »»Divê bi sivikayî deng li gorî wê ku dê xebereke ne baş bê dayîn were eyarkirin. Bo mînak; “Bi awayekî dilşikestî ez dixwazim xeberekê bidim we!” »»Divê xeber bi zimanekî sivik, zelal, ne teknîk û xweşravekirî bê dayîn. Ji dêlva ku li ser hev û tevlihev agahî bê dayîn divê kurt û bi agahiyên bingehîn hevdîtîn bidome, bo mînak, “Rewşa hevserê we vê sibehê ber bi xerabûnê ve çû û beriya niha bi saetekê qelbê wî sekinî. Bo dîsa qelbê wî lê bixe me midaxele kir lêbelê em bi ser neketin. Mixabin hevserê we wefat kir.”
40
»»Dema me xeber ragihand divê em xwe ji gotinên mecazî û yên ku serê malbatê tevlihev bikin dûr bixin û bi kar neyînin . Bo mînak, “Mixabin koç kir’’ an jî ‘‘me ew spart axê.” »»Dema agahdariyê divê taybetmendiyên wekî temen, çand û baweriya wî kesî jî neyên paşguhkirin. »»Piştî xeber hat dayîn divê bê dîtin ku xeber hatiye fêmkirin bo ku yê me xeber dayiyê xeberê fêm bike û bersivê bide em hinekî bisekinin. »»Bo tiştên nayên fêmkirin û nayên bîra me divê em amadekariya xwe bikin da ku em bersivên wan bidin. »»Divê derbarê tiştên agahiya me li ser wan tune ye em dirust bin. Piştî ragihandina xebera ne baş: Dibe ku bi wî kesî re ku me xeber dayiyê em çavdêriya hin bertekan bikin: »»Bêhîsî »»Şok »»Şaşbûn »»Bawernekirin, înkar »»Hêrs û êş »»Tawanbarkirin »»Xemgînî »»Xwesûcdarkirin »»Divê derfeta ku hestên xwe derbirînin bê dayîn û bê îfadekirin ku hestên wan hatine fêmkirin. »»Divê bertekên hestî yên nasên nexweşan neyên şîrovekirin û rexnekirin an jî li hember tiştên dê bibêjin bergirî bi me re çênebe. »»Divê nexweş derbarê pêvajoya nexweşiyê -piştre dê çi bibe û çi bike, li ku û ji aliyê kê vê bê tedawîkirin- bê agahdarkirin (bo têşxîsê). »»Divê pirsên nexweş yan jî yên nasên mirî bên bersivandin û heger şaşî hebin bên rastkirin. »»Divê nasên mirî ji bo gavên din û têkiliya bi xebatkarên cinazeyan re bên agahdarkirin.
41
»»Divê bo pirsên nasên mirî yên hesas ên endamên malbatê (extiyar, zarok) amadekar bin. »»Divê agahiyên ragihandinê bo nexweş an jî nasên mirî bi awayekî nivîskî bên dayîn bo ku dema xwestin bi xebatkarên tendirustiyê re têkevin têkiliyê. Pêvajoya ragihandina xebera ne baş an jî mirinê dema baş tê birêvebirin ji bilî ku derûniya nexweş an jî ya nasên wî baştir bibe û bi hêz bibin, stresa xebatkarê tendirustiyê jî kêm dike. Hem ji bo giraniya kar hem ji bo sivikkirina barê pêvajoya rahihandina xebera ne baş û ya mirinê, divê piştgiriya derûnî bê kirin.
42
XWEPARASTINA XEBATKARÊN TENDIRUSTIYA DERÛNÎ PIŞTÎ KARESATAN Lixwenêrîna pisporên tendirustiya derûnî piştî krîz an karesatan Lixwenêrîna we ya şexsî pir girîng e dema hûn weke pisporekî tendirustiya derûnî ( şêwirmend, psîkoterapîst, psîkolog û xebatkarên civakî) hewl didin piştgiriyê bidin kesên ji cihê karesatê rizgar bûne. Hûn bi awayê pisporekî dema krîz çêdibe çîrokên tirsnak dibînin û dibihîzin. Mînak, hûn ji kesên ku ji erdhejê xelas bûne çîrokên mirin, birîndarbûn, mayîna di bin enqazê de û hwd dibihîzin. Dibe ku hûn di bin bandora wan rewşên hestî yên serlêderên xwe de bimînin ku xweşguzariya we xera dikin û îhtimala trawmaya duyemane bi xwe re tînin. Stres, bêmecalî (burnout) û nezaniya pîşeyî di nav pisporên tendirustiya derûnî de berbelav in û dibe ku bandoreke neyînî li ser xebata wan a klînîkî bikin. Lixwenêrîn ji bo zêdebûna başiya terapîst alîkar e. Ji ber vê yekê, ji bo hûn bikaribin wekî pisporekî tendirustiya derûnî bi awayekî baştir alîkariya kesên saxmayî bikin divê haya we ji tendirustiya we ya derûnî hebe. Gava hûn wekî pisporekî tendirustiya derûnî dixebitin, pêwîst e hûn hay ji van tiştan hebin: Westabûna dilovaniyê Westabûna dilovaniyê, kombînasyoneke bêmecaliyê û stresa trawmatîk a duyemane ye. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê vê dawiyê pênaseya xwe ya bêmecaliyê ya derbarê cihê kar guhert û destnîşan kir ku ew sîndromeke girêdayî stresa kronîk a cihê kar e ku ne bi awayekî serkeftî tê birêvebirin.
43
Bêmecalî ji sê beşan pêk tê: Hestên bêhaliyê, li hemberî kar helwestên negatîf û tinazker, hesta ku tu di karê xwe de ne baş î an baş naxebitî li ser kar bandorker e. Stresa trawmatîk a duyemane: Dibe ku ev, wê deme pêk were ku we trawmayên kesên din bihîstin an jî bi taybetî dema gelek kes ji we re behsa serpêhatiyên xwe yên trawmatîk bikin. Dibe ku nîşaneyên stresa trawmatîk a duyemane van her du tiştan bihewînin: Dibe ku hûn ji wan tiştan birevin ku trawmaya we bihîstî tînin bîra we an jî gelek caran hestiyariya zêde û hişyariyê hîs bikin. Westabûna dilovaniyê dibe ku bi gelek awayan bandorê li we bike. Ger we di paşerojê de trawmayek hatibe serê we an hûn di karesatekê de dûçarî bûyerên trawmatîk bûbin îhtimala ku hûn westabûna dilovaniyê bijîn zêdetir e. Nîşane û nîşêt Nîşane û nîşêtên westabûna dilovaniyê guherbar in û dibe ku hûn ne xwedî hemî nîşêtan bin. Di nav van nîşêtan de hest û serpêhatiyên jêrîn hene: »»Bêçaretî, westabûna pir zêde û tengizîn »»Bêpergaliya oryantasyonê an jî tevliheviya zihn »»Bêhêvîbûn, gumanbarî, an jî hêrsbûn û bêhntengî »»Bandorên laşî yên weke bêhnçikînê, serêşiya zêde, lêdana dil, bêpergaliya xewê an jî rageşiya masûlkeyan Ger ev nîşêt ji du hefteyan zêdetir berdewam bikin an jî bandorê li kalîteya jiyana we bikin, divê hûn ji pisporekî alîkariyê bistînin. Lixwenêrina şexsî çi ye? »»Ew xweragiriyê saz dike »»Lêmiqatebûna tendirustiyê û »»Xwedîlêderketina çavkaniyên me vedihewîne. Stratejiyên lixwenêrîna şexsî: Hin stratejiyên lixwenêrînê hene ku ji bo we bibin alîkar. 44
Stratejiyên fizîkî »»Têr rakevin da hûn xwe baş hîs bikin. Xewa di demjimêrên birêkûpêk de dê ji bo vê bibe alîkar. »»Di demên hevgirtî de xwarinên baş bixwin. »»Xwe ji madeyên wek alkol an narkotîkê dûr bigirin ku dê rewşa we ya derûnî biguherin. »»Her roj egzersîzeke cuda bikin. Dê ev ji bo kêmkirina stresê bibe alîkar. »»Her roj çalakiyên mîna bêhnsitandina kûr, medîtasyon, vehesîna biqedeme bikin ku aramiyê bidin we. Ji stratejiyên lixwenêrînê fikr û raman »»Rastiyên xwe yên derbarê bûyerê ji çavkaniyekê ewle û bêalî bistînin. Pişta xwe nedin gotegotan an texmînan. »»Dema xwe saz bikin. Çalakiyên ku hiş û laşê we tevlihev dikin û ên ku dikin hûn bala xwe bidin ‘vir û niha’ hilbijêrin. Armancên demkurt diyar bikin ku hûn riya xwe winda nekin. »»Pirsgirêkên ku hûn di paşerojê de ji heqî wan derketin bînin bîra xwe. Li ser taybetmendî û şiyanên xwe bifikirin ku ji bo saxmayîna we bûne alîkar »»Hêviyên xwe yê derbarê serkeftinê maqûl bigirin. »»Daxwazên ku hûn ji xwe dikin kêm bikin. »»Dev ji hizirîna ku aniha çi dibe û dê di pêşerojê de çi bibe, berdin. Bala xwe bidin tiştên di jiyana we de yên erênî û yên hûn ji wan memnûn in. Stratejiyên lixwenêrînê yên hestî »»Bala xwe bidin tiştên di bin kontrola we de, dev ji yên ne di bin kontrola we de berdin. »»Xwe bigihînin kesên hûn ji wan hez dikin û kesên din ên girîngiyê didin we û bi wan re wext derbas bikin. »»Li ser tiştên qewimîne û li ser hestên xwe bipeyivin. »»Qebul bikin ku hûn bi gelek şêweyên windayiyan mijûl in. Di nav van windayiyan de bendewariyên derbarê pêşerojê an jî jidestçûna 45
ewlehiya we jî heye. Dibe ku nivîsandina derbarê raman û hestan bibe alîkar. Hin kes di çalakiyên afirîner ên wekî muzîk an wênesaziyê de rehetiyê dibînin. »»Bizanibin ku xemgîniya ku hûn piştî windayiyên xwe hîs dikin pêvajoyeke birêkûpêk nîne. Dibe ku hûn rojekê xwe bihêz û jêhatî hîs bikin lê roja din xwe tengizî hîs bikin. Dema hûn ji bo serederîkirina vê rewşê li ber xwe bidin li hemberî xwe bisebr bin. »»Bizanibin ku pêkan e hêrs carinan hesteke rûxalî be ku hestên kûr ên weke tirs, dilmayîn an bêhêziyê vedişêre. »»Hişyar bin ku hûn êş û hêrsa xwe ji serê kesên din dernexin. Dê ev tişt bikeve pêşiya piştgiriya wan î ji bo we û dibe ku bo we bibe sedema hestên neyînî. »»Dibe ku manewiyata we ji bo we bibe jêdereke din.
46
NÛÇEYÊN TRAWMAYÊ Û MEDYA Ji bûyerên trawmatîk ên bandorê li mirovan dikin ên wek lehî, erdhej, êrîşên terorê, şer û êrîşên çekdarî re, trawmaya girseyî tê gotin. Serpêhatiya we bixwe ku dibe sebeba jiyana trawmatîk û şahidbûna vê jiyanê ji derve ve, sazkirina nûçeyan, takekes û civakê hildiweşînin û zehmetiyên hestewarî pêk tînin. Dibe ku nûçeyên medya û medyaya civakî yên derbarê bûyerên trawmatîk bandoreke derûnî ya cidî pêk bînin. Gava mirov li ser xebatên zanistî yên li ser trawmayê hûr dibe, dibîne ku rasthatina zêde ya nûçeyên di medyayê de, pekan e ji bo nexweşiya stresê ya aqût û nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bibin faktorên rîskê. Gava kesek, her tim di medya û medyaya civakî de rastî mijarên trawmatîk bê, dibe ku trawmaya duyemane jî bijî. Medyaya civakî, di dema bûyerên trawmatîk û yên piştî bûyerê de, ji bo belavkirina agahiyan qadekê pêk tîne. Di pêvajoyên wisa de, ji bo têkiliya bi kesan re û bo mirov bikaribin xwe bigihînin alîkariyan, medyaya civakî amûreke gelekî xurt e. Di dema serpêhatiyên trawmatîk û yên piştî wê de, ger medyaya civakî rast bê bikaranîn, ew ê fêdeyên wek pêkanîna hişyariyê, zêdekirina hişyariyê, agahdariya ji bûyerê, agahdariyên nû, dabînkirina alîkariyê, piştgirî û xizmetên rewşa lezgîn, ewlekarî û bidestxistina hewcedariyên bingehîn, pêk bîne. Di heman demê de, bikaranîna medyayê, têkiliya kesên ku heman ezmûn jiyane pêk tîne û ji bo kes, di vê pêvajoyê de xwe tenê hîs nekin dibe alîkar. Dîsa bi saya bikaranîna medyaya civakî, kes ji hev re behsa çîrok û serpêhatiyên xwe dikin û ji bo pêvajoya başbûnê ji hev re dibin piştgir. Dîsa bi alîkariya medyaya civakî, kes tiştên dixwazin bibêjin û peyamên dixwazin bidin, bi awayekî bibandor digihînin girseyên fireh û fêdeya wê dibînin. Di pêvajoyên wisa de, li kêleka fêdeyên bikaranîna medya û medyaya civakî, zererên wê jî hene. Ji ber piraniya agahiyên zêde yên med47
yaya civakî, dem bi dem mirov nikare têbigihîje ku kîjan agahî rast, kîjan agahî şaş in. Agahiyên ku rastî û nûjeniya wan neyê peyitandin, dibe ku mirovan bixapînin û berê wan bidin rêyeke şaş. Ev rewş jî dibe sebeba panîk û gêjbûnê û mirov dikare biryarên şaş bide û berê xwe bide rêyeke şaş û xisarê bigihîne rûmeta kes û saziyan. Heta dibe ku ev rewş hinekî din jî pêş ve biçe û bibe sebeba şidet û ricmê jî. Di dema trawmayê de û piştî trawmayê di bikaranîna medyayê de divê mirov hay ji çi hebe? Divê her tim rastî û nûjeniya nûçeyan bê kontrolkirin. Heta çavkaniyên agahî û dîtbarî neyên piştrastkirin, divê neyên belavkirin. Divê agahî û nûçeyên dîtbarî yên aîdî bûyerên kevn, weke ku yên nû bin neyên belavkirin. Divê bi qasî ku rastiya wêne û vîdeoyan xera bike, li ser medyayê lêzêdekirin, jêderxistin, kolaj û montaj neyên kirin. Di nûçeyên derbarê bûyeran de, divê cih nedin hûrgiliyên ku trawmatîze dikin. Divê xuyanga kesên birîndar û yên jiyana xwe winda kirine neyê nîşandan an jî divê bê sansûrkirin. Dibe ku ev xuyang di jiyana mirovên kesê jiyana xwe windakirî de, bibe sedema trawmayên mayînde. Di heman demê de, dibe ku belavkirina wêneyên zarokên birîndar û bikaranîna wan bi awayê sembolan, bibe sebeb ku zarok nikaribin trawmayê ji ser xwe biavêjin. Di wan amûrên dîtbarî de ku eleqeya wan bi bûyerên trawmatîk re heye, divê şidet di asta herî kêm de be û divê ev ji bo dramatîzekirina bûyeran neyê bikaranîn. Bo mînak, divê kêşana nêz a birîndariyê, xwîn û hwd tune bin. Ev xuyang dibe ku hem ji bo kesên mexdûr hem jî ji bo xizmên mexdûr bibin sedema trawmayê. Eger di nûçeyan de ûnsûrên neyînî hebin, divê berî weşanê di heqê dîtbariyan de temaşevan bên hişyarkirin û sînorê temen bê destnîşankirin. Ji ber ku bûyerên bi vî awayî ji aliyê gelek kesan ve tên şopandin û bala wan dikişînin, divê belavkirin bêyî ku nirxên etîk bên jibîrkirin, bêyî armanca reytîngê, beyî bidestxistina şopîneran û armanca ecibandinê, bên kirin. Parvekirinên bi vê armancê, dibe ku rê li ber alîkariyê bigirin. 48
Piştî bûyeran di ragihandina nûçeyan de, divê mirov hestewar be, divê neyê jibîrkirin ku yên pêşberî me, di bin bandora bûyerê de dimînin. Gava bi kesan re hevdîtin bên kirin, divê berê em xwe bidin nasîn, em behsa armanca liwirbûnê û hevdîtinê ji wan re bikin. Piştî karesatên ku jimara miriyan gelek zêde ye, ne rast e ku mirov serê saetê carekê jimara miriyan bide. Ev rewş piştî demekê dibe sedema windabûna hestan. Dîsa, bi heman awayî, divê muzîk li xuyangên bûyerên bi vî şiklî neyê zêdekirin û rewş neyê dramatîzekirin. Nûçeyên tên amadekirin divê li ser bingeha agahiyan bin. Gava xebatkarên medyayê, li herêma karesatê lêkolînê dikin û nûçeyan dinivîsin, rastî gelek ûnsûrên trawmatîk tên. Ev rewş jî dibe sedem ku xebatkarên medyayê bi awayekî neyekser rastî trawmayê bên. Ji ber wê, divê xebatkarên medyayê hay ji xwe hebin û gava hewce kir biçin piştevaniya derûnî werbigirin.
49
ÇAVKANÎ A., Gül Esra, Şiddeti Haber Yapmak: Gazeteciler ve Travma, Marmara İletişim Dergisi • Aralık / December 2017 • Sayı / Issue: 28 ss/pp. 21-32 • ISSN: 1300-4050 DOI: 10.17829/midr.20172833775. Afetlerde Psikososyal Uygulama Rehberi. Kızılay, 2008. Afet ve Acil Durumlar Sonrası Çocukların Tepkileri ve Aileler İçin Öneriler” broşürü. Aile ve Sosyal Hizmetler Bakanlığı ve UNİCEF. Afet Sonrası Erken Dönemde Halka Duyuru, Türkiye Psikiyatri Derneği Ruhsal Travma ve Afet Psikiyatrisi Çalışma Birimi. Aker, A. T., & Karakılıç, H. (2011). Afetlerde Psikososyal Hizmetler Birliği: Dayanışma ve İşbirliğinin Etkin Gücü. Türkiye Psikiyatri Derneği Bülteni. Aldemir, S. ve Tan, S. (2011). Travma ve bağımlılık sendromları. Yeni Tıp Dergisi, 28(4), 198–202. Covid-19 Hastaları ve Aile Üyelerini Bilgilendirme: Sağlık Çalışanları İçin Kötü / Ölüm Haberi Verme -Kılavuzu, Türkiye Psikiyatri Derneği Ruhsal Travma ve Afet Çalışma Birimi. Çocuklarda Yas Tepkileri ve Aileler İçin Öneriler” broşürü. Aile ve Sosyal Hizmetler Bakanlığı ve UNICEF. “Çocuklarda Yas Anne Baba El Kitabı”.Türk Psikologlar Derneği. Erdur- Baker, Ö., Doğan,T., Aksöz, İ. ve Sancak-Aydın, G. (2014). Psikolojik İlk Yardım: Saha Çalışanları için Rehber. Ankara: Türk Psikolojik Danışma Ve Rehberlik Derneği. Hacettepe Üniversitesi Rehberlik ve Psikolojik Danışmanlık Ana Bilim Dalı, (2023) Bireylerde Afet Sonrası Görülebilecek Tepkiler, Ankara. H., Claudia, Deprem Sonrası Ortaya Çıkan Psikolojik Tepkiler ve Kendine Yardım Yöntemleri, (amadekariya bo weşana tirkî: Mehmet Zihni Sungur), Ankara. ’Halka Yönelik Bilgilendirme Broşürü” (Türkiye Psikiyatri Derneği Ruhsal Travma ve Afet Çalışma Birimi). L., Nefise, Bireysel Travmadan Kolektif Travmaya: Medya Bunun Neresinde? M., Kadıoğlu, (2008). Modern, Bütünleşik Afet Yönetimin Temel İlkeleri. M., Kadıoğlu, E. Özdamar (Eds.), Afet Zararlarını Azaltmanın Temel İlkeleri (s.1-34), JICA Türkiye Ofisi Yayınları No: 2, Ankara. Karancı, A.N. ve Ünal, Y. (2020). Afetlerde Psikososyal Destek Rehberi, İstanbul Sismik Riskin Azaltılması ve Acil Durum Hazırlık Projesi (İSMEP). Psikolojik İlk Yardım” İçeriği, Hayata Destek Derneği. Ruhsal Travma: Halka Yönelik Bilgilendirme Broşürü, Bakırköy Ruh ve Sinir Hastalıkları
50
Hastanesi Travma ve Travma Terapileri Grubu. Özgen F., Aydın H.(1999). Travma sonrası stres bozukluğu. Klinik Psikiyatri, 1:34-41. Özkan, B. ve Çetinkaya Kutun,F.(2021). Afet psikolojisi, Sağlık Akademisyenleri Dergisi, 8(3), 249-256. Yakınlarının Ölümünü Çocuklara Anlatmak”, Türk Psikologlar Derneği. Yılmaz B.(2007). Yardım çalışmalarında travmatik stres. Klinik Psikiyatri, 10:137-147. Yüksel, Ş. & Başterzi, A.D. Kitlesel Travmalar ve Afetlerde Ruhsal Hastalıkları Önleme, Müdahale ve Sağaltım Kılavuzu. Türkiye Psikiyatri Derneği Yayınları, Çalışma Birimleri Dizisi. http://www.bursapsikiyatri.com/makale.php?id=582 https://psikiyatri.org.tr/halka-yonelik/3/katliamlar-sonrasi-travmatik-yas https://psikiyatri.org.tr/TPDData/Uploads/files/Brosur-7Travma-haberleri-basinda-Vermek.pdf https://uskudar.edu.tr/tr/icerik/8907/sosyal-medya-kullanicilari-ve-gazeteciler-icin-deprem-haberciligi-rehberi. http://www.samba.info.tr/ https://yedam.org.tr/ https://www.humanitepsikiyatri.com/genel-icerikler/kitlesel-travma-deprem/ https://blogtanbiseyler.com/kitlesel-travma-ve-elimizden-gelenler https://www.samhsa.gov/dtac/ccp-toolkit/self-care-for-crisis-counselors https://www.ncbi.nlm.nih.gov/pmc/articles/PMC7223989/ https://www.apa.org/topics/exercise-fitness/stress https://www.psychologytoday.com/us/blog/click-here-happiness/201812/self-care12-ways-take-better-care yourself https://www.cigna.com/knowledge-center/stress-after-disaster
51
Ji bo ku takekes rewşa xwe û derdora xwe baştir fêm bikin, haydarbûna nîşet û bertekên piştî karesatan gelekî girîng e. Ev haydarbûn dibe ku bikeve pêşiya pirsgirêkên mihtemel an jî nehêle ku pirsgirêk mezin bibin.
52
Lêkolîn nîşan didin ku gelek kes berxwedêr in û bi demê re dikarin ji trajediyê xelas bibin. Stresa piştî karesatê rewşeke berbelav e; pêkan e di nav çend mehan de pir kes vegerin rewşa xwe ya berî karesatê. Ji bîr nekin ku berxwedêrî û başbûn ne tengasiyeke demdirêj e. Ji bo hûn piştî karesatê başbûna hestî ava bikin û hesta kontrolê bi dest bixin gelek gav hene ku hûn dikarin biavêjin.
53
Hûn dikarin li ser rûdana hatiye serê we bi nasekî re ku li we guhdar bike biaxivin û xwe ji axaftina li ser wê rûdanê dûr nekin. Têkiliya baş û xurt ya bi heval, malbat û cîranan re bidomînin. Piştî trawmayên derûnî piştgiriya civakî bandoreke erênî li ser başbûnê dike. Hest û xemginiya xwe netepisînin; hest û ramanên xwe yên li ser vê rûdanê bi kesên derdora xwe re parve bikin ku dê li we guhdar bikin.
54
Piştî rûdanên trawmatîk, dibe ku zarok jî mîna mezinan guhêrînên hestî û reftarî nîşan bidin. Bertekên zarokan li gorî qonaxên temen cuda ne. Divê neyê jibîrkirin ew bertekên zarok nîşan didin bertekên asayî ne ku li hemberî rewşeke awarte xwe didin der.
55
Dibe ku axaftina bi zarokan re ya li ser erdhejê zehmet be lê gava zarok bizanibin bê erdhej çi ye û fêm bikin gelo di erdhejê de dikarin xwe çawa têxin ewlehiyê, dê ev bo kêmbûna stresa wan ji wan re bibe alîkar. Ji ber vê yekê jî axaftina we ya bi zarokan re ya li ser rewşê gelekî girîng e.
56
Dibe ku hûn hîs bikin tu pêşeroj ji we re nemaye û ji bo mirina nasên xwe hûn xwe sûcdar bikin. Dibe ku li hember tiştên hatine serê we hûn xwe neçar û wekî ku tiştek ji destê we nayê hîs bikin. Normal e ku hefteyên pêşî bi kesên erdhej dîtî re ev bertek xuya bibin. Lebelê heger ev bertekên we piştî hefteyekê du hefteyan kêm nebin, zehmetiyan ji we re derxin û hûn nikaribin çareser bikin serî li pisporên tendirustiya derûnî bidin.