195 123 2MB
Kurdish Pages 45
STRANÊN ZAROKAN
HELBEST i
2
TÊDEK Al Amûdê Bavê min Baran Biyanî Bilbil Ciwana - I Çûk Dayîk Dibistan Diyarbekir Evîn Ferat Kûçik Kurdistan Kew
Mamoste Pinpinîk Rojbîn Soldir Xwendevan Quling Hesp Newroz Havîn Bihar Gundê me Sînor Heval Awaz im Ciwana - II Hesenkêf
3
1
Bavê min Bavê min hey bavê min Bavê min hey bavê min Xwedanê keda gelek Te kirim gir û mezin Meh û sal derbas dibûn Xew bi çavê te nebûn Bi kefteleft û xebat Ta em jî bi bîr vebûn Di hêyvên payîza sar Şev li me bûn tar û mar Em tev di ketin xewê Lê tenê dima şiyar Bavê min hey bavê min Kul û dil û canê min Baştirînê merovan Li gel vê dayika min Tev li kal û şîneboz Wek te nînin tu dilsoz Dixwin xema zarokan Ji vir ta bi Rawendoz
2
AL Berba bibe, berba bibe, ey Ala me Li ser çiyan, li kolana, li nav dilê me Li Dibistanê te dixwînim, kesk û sor û zer Rengê sipî di nav de yî, roj jê tê der Li ber perê bayê sibê, li ser dibistan Her beyanî te bibînim Ala Kurdistan Li ber te em radiwestin, bi serî hildan Soz didin, te diparêzin bi xwîn û bi can Bi te, em tev bûne azad, serbest bû jiyan Sûnd dixwin, qet te bernadin, Nîşana Kurdan
3
Amûdê Ji Amûdê hezdikim Cîgehê bav û kala Bajarek pir Kevnar e Li nik Girê Şermola Bi xwe şarê kurdan e Ji her êlê têda ne Hin mehcir û deqorî Gabarî ên oda ne Hemû dijîn li ba hev Derbas dibin roj û şev Pevre tev wek bira ne Şêwra wan teva bi hev Amûda bavê Mehmed Ji bîr naçe ta ebed Şêre Sînema mezin Dayika Newaf û Ehmed
4
Nanpêj Apê min jî Nanpêje Karê wî pir dirêje Bi şev radibe ser xwe Dike kar û barê xwe Ard û avê tevdide Hevîr ji wan çêdike Paşê tev dike girêk Tenik dike wek mirêk Hevîr davê nav Agir Ta sor dibe li ser kevir Paşê derdixe bi dar Li me ew tev dike par Ew nanê germ î taze Qet naçe ji bîra me Apê min jî nanpêje Bala wî pir dirêj e
5
Awaza min Ez keçikek biçûk im Navê min jî Awaz e Dengekî min xweş heye Fena sentûr û saz e Wek bilbil bi fîxan im Bi şaxan re heval im Çav reş û poz çilakî Nevya Zerdeşt û zal im Bi zimanê dayka xwe Distirêm ez ji bo we Ev sirûdên zarokan Beşek ji hunera me Zarê Medya û Mîtan Xwedanê gurzê giran Em tev xwîşk û bira ne Sor û kurmanc û zazan Li zemînê xin paniyan Pêr bikutin çepikan Bi hevre tevde bêjin Em zarokên Kurdistan
6
Baran Baranê hûr hûr bibar Ji ezmanan were xwar Dagir deşt û newalan Bera qad bêye avdan Xweş bibe dilê cotkar Şînbe gîha û qîvar Rûkê qadê kesk bibe Bi gulan sor zer bibe Em zarokên cîhanê Hezdikin ji baranê Hûr hûr bibar baranê Bo min bide stiranê Berî roj biçe ava Xwedêyo malî ava
7
Biyanî Ji we dûr im dost û hevala Kanî û dar xweş pîr û kala Civatên wey xweş, paş danê êvar Gera sercara, gir û berpala Ez bûme balind li biyaniyê Bêrî kirî min Serêkaniyê Ji bîrnaçi tu kevneşarê min Ji dil bihatir tu Dirbêsiyê Wa bûme xerîb hêstir têne xwar Qirçeqirce nav dişewite ar Neviyê we me Efrîn Amûd Ji bo vegerê va ez dikim kar Silavan bo we bi bar dişînim di xew de her roj Ez we dibînim li paş sînoran xerîb im xerîb Lê dil tije ye kulmek ji kîn im Çendî geriyam li van welatan Ferensa Belcîk welatê Elman çiqasî rind bin dayê ev welat Lê nabin xweştir ew ji kurdistan.
8
Botan Botan Botan Botanê Girava vîn û janê Pir buha ye wek dilê me Vîna Memê Alanê Li ber Ava mezin tû Dîrokek ji kevn û nû Birca Belek navê te Heyva li jor xwar ebrû Di gel kurdan dikî jîn Dest pêkir vîn û evîn Me tev hezkir ji jînê Meyze Mem û sitya Zîn Botan Botan Botanê Herêma serhildanê Vîn û evîn hemî tû Bo me wata jiyanê
9
Bihar Gelî zarokan bihar va ye hat Awazên şalul bona we xelat meyzê l‘ beyaran tev co û cobar rengê qada me xemlek ji qîvar Balind vedgerin ji sermiyana Ref ref pevre tên bo germiyana Dar û ber dîsan ji nûv kat didin Pişkoj li şaxan wer difitiqin Li nava bihar pir xweş e seyran Destên hev bigrin tev bikin dîlan Bihar va ye hat avdar û newroz Hemû rojên xweş li we bi pîroz
10
Bilbil Hey bilbilo bilbilo Deng xweşo wek zengilo Balindekî azad e Bê kul û xem tu şad e Herkes ji te hez dikî Dengbêjekî nazik î Çîvçîva te zelal e Bo min bêje menale Were daniş li nik min Guh bide çîroka min Çîroka Mem û Zînê Derdê dil û evînê Wer xwarê ji ser şaxan Nas bike derdê Kurdan Li te herkes guhdar e Dengbêjek bê zirar e Belkî bi te çêbibî Bûyer çareser bibî Bifir here Kurdistan Da ez herim dibistan 11
Ciwana - I Qurbana keçika xwe Piçûkê nav ciwan e Çavê wê reş û mezin wan hinarkên rûya ne Pora wênî xelekî tev diyarî ji xwedan e Gava ko dimeşî tê Dihejî wek hêlan e Dixî nigê xwe timî Van pêlavên mezinî Ger tişt ne b’ dilê wê bi, Hazir e kela girî Pêk li dû pêkê davê Pir dikî berxwedane Ber ba dibin herdû dest Wek baskên çivîka ne Pir bi şerm û fehêt e Dema tê ser zimane Çavan diqurmiçîne Ii dev tê der zimane Her timî tê ew bi hêrs Xwe davê himbêzane Radimûse min ji dev Bi wan lêvên hêja ne 12
Çûk Çûkê beytik çendî rindik Perîkê te rengê xweşik Qirsik û mû hêlîna te Li ser darê danîbû te Bifir deyne li her derî Bi hinera Bask û perî Hêkên te xweş gerover in Dixwazim tim lê binerim Were ba min hevalê Çûk Diyarî bik baskê piçûk Ez jî divêm ku bifirim Li esmanan tev bi gerim Fermo bibe hevalê min Qet namîne tu xemê min
13
Dayîk Dayîka min dayîka min Tu ye dil û cegera min Çendî bêjim tu hêja yî Bi pesne tu pir buha yî Te neh mehan xwedî kirim Di zik de ez mezin kirim Jarî û zorî pir te xwar jiyan li xwe kir tar û mar Îro jî va ez bûme gir Zanim ku te bo min çikir Şîrê te da min pir bedew Ez pê kirim gir û qelew Sipas ji te re dayka delal Bo te dijîm herdem û sal
14
Dibistan Em diçin Dibistanê Bo nasbikin jiyanê Pêşbixin ramanên xwe Pê xweş bikin nanê xwe Em nifşê pêseroj in Mîna dar û pişkoj in Beyanî ku em vebin Herkes bêje her hebin Hilma me bide dunyê Naxwin em xema jînê Di gel Mamosteyê xwe Dixwînin pirtûkên xwe Bixêr hatî dibistan Em gul in tu gulîstan
15
Diyarbekir (Amed) Diyarbekir şarê mezin Paytexta percana kevin Tu pênasîn e bo kurdan Cîgehê gernas û merdan Du çavên te Gola Wanê Dayîka Ehmedê Xanê Kezî Ferat û Dicle ne Xabûr û Zab di nav de ne Kurmanc û Zaza lê dijîn Hêviyek bo jîn û evîn Tu carî em te bernadin Bi xwînê dara te avdin Lana Şêxseîdê Pîran Hêlîna Zîn, Memê Alan Diyarbekir paytexta me Vîna te her li dilê me
16
Husinkêf Husinkêf û Husinkêf Warê şikeft û berqêf Li ser Dicle te girt vîn Delavê ava şêrîn Ava kir te burc û pir Tol ji xelkê te dibir Deh hezar sal kevne tû Serî hilde rabe zû Berya te bin av bikin Keda te winda bikin Ser te çê bikin avgir Windakin dîroka pir Kevneperest paşverû Lêşkerê turk ê durû
17
Ciwana - II Ciwana pir xweşik î Lêv û dev tev tenik î Fîstanê li bejnê rengîn Porxelek î û zêrîn Diçî bexçê zarokan Bi devkenî bi dîlan Her dilîzî ew li wir Bi hêlanê bi zuxur Piştî ku xwar firavîn Dikevî xewa şêrîn Demekî kin xew dikî Çavên xwe pê nerm dikî Paşê di gel bavê xwe Diçî cem dayîka xwe Ji kêfa ra didî lotkan Bona bexçê zarokan Ciwana keçka delal Wê nîne xem û xeyal
18
Evîn Evîn tu yî vîna min Evîn û sersala min Va bû du sal diborin Temenê te Cana min Xem di dil de te nîne Naye Gezo şêrîn e Wek pişkojê şaxa ye Bê guneh tê derîne Piçûkê bi qapanê Spehî ji rengê Peryanê Hînga tu yî li nik min Ey Gula Gulistanê Bawer im bi hêza te Va rist çêbûne bo te Rojbûna te pîroz be Dil tije ye ji bo te
19
Ferat Ferat Ferat Ferato Bi xumxum ji kû hato? Ava te pir zelal e Bo çi tim nalenale ? Derçûye tu ji Kurdistan Av didî bax û bistan Ava te pir sêrîn e Masî li nav dijîne Ferat Ferat Ferato Sersera bi xêr hato Te dixwînim li Dibistan Tu yî çemê Kurdistan
20
Gundê me Pir xweşik e gundê me Dehl û rez û pezê me Hezar sal in ku ev gund Bayê hênik dide me Darên zeytûn û hinar Goşyên ji dalyê tên xwar Pir wêneyin xweşik in Dema roj tê ber êvar Petêx şemam û zebeş Rengê werzan dike geş Cotar bi wan zengîn e Gund çi bi me dike xweş Kal û pîrên me kurdan Dicivin li nav bîstan Keroşk ji lem direvin Tajî bi rev li pê wan Nêçîrvanê keroşkan Xefkên xwe tev vedidan Bo nêçîr û azadî Giştan li ber xwe didan Pir xweşik e gundê me Rez û dehl çemê me Hezar Sal in ku ev gund Hêvî dide gelê me
21
Havîn Havîn havîn havîn e Demsala me havîn e Tîrêjên rojê tûj in Xwêdanê bi me dixîne Havîn û dunya germ e Çile rabû ji ser me Tav û serma û seqem Êdî barkir ji cem me Rengê esman zelal e Rojek pir bi xeyal e Heyv û sitêrk tên xuya Çiqas şox û şepal e Xweş e rewrewk û leylan Ji dûr wek av tê xuyan Çendî herim nagehêm Li nav deşt û beyaran Dem dema avjenîn e Semawenda havîn e Sobelan û bi hedra Li nav çem û kanî ne Palevanî dçin palê Kal û zarok li malê Çi tiştên xweş ku hene Şîn dibin l’ vê demsalê 22
Germ vedike kulîlkan Hişk dike nok û nîskan Mêw û petêx û zebeş Pir xweş e çol û bîstan Hemû balind vedgerin Li hêlînên xwey kevin Cîq û quling û zerzûr Hechecîk jî difirin Pêwîst e germa rojê Naçin bijîn qet bê wê Dikuje tev mikroban Dide laşê me hêzê
23
Hesp Hespê min pir beza ye Ji hemû hespan cuda ye Sim sipî û terî reş Enî bi deq wek kurbeş Serpozka wî zêrîn e Bi xurcik û dezgîn e Li ba dixîne sîngê Ji xwer diçirîne rê Dihejmêre sitêrkan Dema dide teleban Wek birûskê beza ye Kumêt hespê kurda ye
24
Kûçik Kûçikê min belek e Mûyê wî tev xelek e Pir dirêj e terya wî Her çax miç in guhên wî Ger dimeşe bi lez e Bixwe kûçikê pez e Yek car dike avjenî Paqij dibe lasê wî Kêfa wî j’ Hestî re tê Kûda diçim pey min tê Bûye dostê min, kûçik Tebakî baş û rindik
25
Heval
Hevalê min hevalo Her dem û gav li balo Xortek çeleng û şepal Pir bi raman û mital Gotinên wî yek lepî Bi ramanên xwe çepî Her zaravî dizanî Soran Kurmanc û zazî Ger dibêjî divenî Dev û lêv tim li kenî Rû esmer û poz bilind Por gijikî çiqas rind Ji wî hezdikim ez pir Qet ji hvedû nakin gir 26
Ji hev re tim hevkar in Bi pir tiştan hevpar in Yekcar ew jî dixwe xem Dema li nav me diçe dem Li hevalan dipirsî Siwarê hespa sipî Dirêj û him milahîm Navê hevalê min Selîm
27
Kurdistan Welatê me şêrîn e Bihareke rengîn e Mîna wê tiştek nîne Çiya av û zevî ne Baxçên wê sor û zer in Bi hilma misk û enber in Ji Kurdan re welat e Ava Dicle û Ferat e Dayka Xanî, û Cegerxwîn Tu hêlîna Mem û Zîn Havîn û him zivistan Her di dil de Kurdistan
28
Lê Kewê Lê kewê lê lê kewê Kewa min dike qidqid Nikil sor û serî tind Kew ji çiyayê Sibhanê Meş xweşê wek hêlanê Kir qidqid wê biyanî Pir xwend, dav bir û anî Hingî mêkew kir hewar Gozel firî hate xwar Xweste mêkew azad ke Derdê wêna derman ke Fersend nema bûye dîl Ketin davê ser û pîl Ewê kewa bê tevdîr Kewê Gozel kir êsîr Çûn û hatin kêferat Kêfa nêçîrîvan pir hat
29
Mamoste Ey hevalê mamoste Bi dest pênûs û çente Ji te em pir hezdikin Mamoste zanayê me Mijûl dibe roj û şev Hiş û nivîsk di gel hev Hişyar dike me tevan Xebata te ya bi dev Tu me hîn dikî jînê Derman dikî birînê Hin textor û mamoste Nema dikşînin kînê Bo te em tên dibistan Fêr dibin gelek tiştan Tu yî her hêviya me Bo Dongiya Kurdistan
30
Newroz Bîst û yekê Adarê Bi xêr hat wek hercarê Arê newroz tê dadan Gul vebûne li darê Ji Amed ta Qamişlo Digel Hewlêr û Zaxo Pîroz dikin newrozê Li nav deştan li ser ko Dibûrînin hemû li hev Diçin pîroziya hev Dilê hemya geş dibe Şekir belav dikin tev Guhdar dibin li mûzîk Digrin tev dest û tilîk Dikin bazdan dilxweş in Tev zarok û pinpinîk
31
Pinpinîk Hey Pinpinîk pinpinîk Çir difirî bê perîk Li esman wek çivîkan Lê nîne per û terîk Wêneyekî rengareng Firandina te bê deng Pir xweşik î tu balind Çendî bêjim tu çeleng Her deyne li ser gulan Li nava bax û bistan Têr bixwe lem û çîçek Deyne li ser rûpelan Şêweyekî piçûk e Tim bi xeml e, wek bûk e Nazik û nazenîn e Metirse ji zaroke Li paş danê êvarî Berî roj bibe tarî Lez bike tu pinpinîk Pêkbîn xewna êvarî Azad e ji kul û derdan Her gavê dikî seyran Deyne li ser pencerê Mizgîn bide zarokan 32
Rojbûn Salvegera te pîroz be, ji te re nûroj be Sedê salan biborîne, her demê dilsoz be Herdem vî çaxî hevalo cejna te pîroz be Di gel heval û hogiran, Rojbûnek bi hêz be Baqê gulan ji ter anîn, him dost û him yaran mûmyên dirêj tên vêxistin, bi şewq û şemalan Salvegera te pîroz be, ji te re nûroj be Sedê salan biborîne, her demê dilsoz be Bi qebqeba dengê kewan, xudxuda kevokan Bi lîlandin û stiranan bi çepkên zarokan Govenda te va ye me girt, bi sema û dîlan Her kes hatî pîroziyê, ta bilbilê esman Salvegera te pîroz be, ji te re nûroj be Sedê salan biborîne, her demê dilsoz be Rabe siwarê hespa boz nêçîrvanê kewê Cama şerabê hilferîn vemirîne mûmyê Tilyê xwe ka tu wer bipêç di nava tilyê me Bi yek dengî bilind bêjin: Pîroz be cejna te Salvegera te pîroz be, ji te re nûroj be Sedê salan biborîne, her demê dilsoz be
33
Sînor Rojek hebû ji rojan Xort û qîzek Kurdistan Kec bi mal e li Serxet Xort jî bi xwe li Binxet Herdwa ji hev hezkirin Xwestin li hev binêrin Bi viyanê bighên hev Jiyan êdî bikin tev Bo wan ne pir hêsa ye Sînor têlên rêsa ye Bombe li ser sînor in Hemî êş û kînor in Carek hatin ber sînor Çavên serî bûne sor Êrîş dane ser hevdû Mîx di nigê wan re bû Bombe bi wan hilperîn Şopa nigê wan bû xwîn Bo viyan bûn canfîda Ev e rewşa me Kurda
34
Soldir Soldir e apê Reşo Sola çêdiki hero Ez çûme cem wî ser kar Li dest çakûç û bizmar Min gote apê Reşo Sola min bidrû fermo Wî zû sola min hilgirt Got ser çavan ey şagirt Xiste nav zendê sindan Da ber bizmar û kêlan Paşê jî ew boyax kir Dilê min bi wê şakir Soldir e apê Reşo Karê wî ev e hero
35
Xwendevan im Xwendevan im xwendevan Jêhatî me bê guman Pir pirtûkan dixwînim Ronahiyê dibînim Çand û dîrok û ziman Hemû zaravên kurdan Bi dilxweşî fêr dibim Rê li pêş xwe vedikim Dibistan û zanîngeh Berek mezin pir fireh Ramanên me pêş dixe Tiştekî nû derdixe Xwendevan im xwendevan Bo ayindê pehlewan (ayinde =pêşeroj dahatu)
36
Qulingo
Qulingo hey qulingo Qulingo qaz û quling Nuklê te pir dirêj e Balindek xurt û çeleng Li ser bana û gir î Qulingo zû bi firî Bifire tu li yek rêz Ji bilî gîska gurî Li vir te çêkir hêlîn Zor bilind e kes nabîn Ava ye ji qirşik û mû··? Wargeha te ya şêrîn Qulingo ey penaber Her demsalek tu di her, Sermiyan û germiyan Bi te pir xweş e ev ger Qulingo hey qulingo Bask mezino çelengo Bîn bixçika zarokan Deyne li cem me ev ro
37
Em zarok in Em zarok in em zarok Em zarokên cîhanê Em biçûk in bê guneh Hez dikin ji jiyanê Nas nakin em cudabûn Zer û sipî û reşbûn Hemû j’ dana Xweda ye Ev jiyana li gerdûn Zarên medya û mîtan Zaza kurmanc û soran Dest bigrin bikin govend Seranserê Kurdistan
38
Qaçaxê Mirad - Tewşê Gundê Me Sibekê nuh, havîna reng, Binevşê al, tewşê qeşeng: Bilbilî vir çike-çike Wê dixûne bîn naçike û xemilê derwaz-derwaz Geşevetin li erdê naz: Kolxoza şa, darê çinar Li dora wê bûne hefsar. çarnikala rez û pez, Lê şîn dikin gulêd devez. û şew wira xudexudin, Elektirîk lê dişxudin, Hêşîn dikin qired berê, Meriv hewasê nederê. Kutkê pembû çîle-qerqaş Li kewşen ra bûne qumaş. Bin siya daran bayê hênik Dermêra înk ketiye rik. Hebêd fitiqî bêdera Nolî durê li bin behra, Dikişînin bi çewala Meriv li dorê hewalin 39
Cegerxwîn - Ziman Vejêne zimanê xwe ey xwendevan, Nebûye milet hîç kesek bê ziman Zimanê me xos û xeros û ciwan Eger bas bizanî tu nakî ziyan Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî Eger bas nizanî divê zêdekî Elîfba û dîwan û ristan bixwîn Heta ko wekî min nebî dil bi xwîn Binêre zimanê te çend dewlemend Li bajêr, tu carek xwe bighêne gund Bibêhne çi sêrîne ev reng ziman çi payebilind û çi rûmetgiran Bi pirsê xwe nazik, bi dengan sivik Ne pirsek biyanî bî nabî girik Tu paqijke zarê xwe sêrîn bike Bi kurdî tu baxêv û qêrîn bike (Ji Dîwana Zend-Avista r. 79)
40
Qedrî Can - Hesinker Hesinkerek şev û roj, dixebitî ji dil can Xebata wî zincîrek, ko naqete tu caran Her carekê ko çakûç, lêdixist dilxweş dibû Imîda wî qewîtir, hêviya wî geş dibû çend rûj holê pêşveçûn, min jî bala xwe dida Zincîr hê ew zincîr bû, dîsa weke xwe dima *** Bi wî çakûçê biçûk, ew zincîra qerase Ma tucar tê şikandin, gelo kî pê hesas e çûme ez nik hesinker, min jê kire pirsiyar Li ber pirsiyara min, karê xwe kir hebek sar *** -Lo mamê min î delal, kerema xwe erzan ke Dilopek ji derdê xwe, ji min re jî nûş`canke Herçend bala xwe didim, ev çakûç û ev zincîr Tinê bûye derd û kul, tiştekî din nakev bîr! Heta kengêûtê wisan, bi teqîn û reqîn ke Xêrgunehê vê toqê, ji bende re telqîn ke. *** Wey ser çavan tu hatî, lo lawikê zemanî Ji xwe ez bûm çavnihêr, te bixwe kir xuyanî
41
Hêj hetanî vê demê, tukes nehat bi meraq Ne gotin gelo çiye, ev teqîn û ev teraq Guhdar bibe kurê min, tu hêjayî xuya ye Sirê ji te veşêrim, ew ji bo min ceza ye Berî ya min ferztire, gotina bav û kalan Gelek li cî gotine, rehmet li wan bi baran Wan gotine yê bêsebr tim tihin û tim bê av Hûrik hûrik bi derzyê, qulteyn dibin sardelav Ev xebat û cehda min gotina bavanî ye Ger îrû neçe serî, bo sibê hêsanî ye. Bê imîdî ne qenc e, tu destê xwe vemale Ne ez zêde xwêh bidim, ne tu bo min binal e Yekdest em bi repînkin, heval dibe zilcelal Bira toqa dîliyê, bibe polayê zelal Emê vê toqa lanetê, ji serê xwe biderxin Hingî bira bibînin, ya em gur in ya berx in. *Kovara Hawarê, Hejmar:7, Sal:1932, Rûpel:4, 5.
42